Nûçeyên Iraqê
Remezan

Nîşanên başbûnê li beşên rizgarbûyî ji Mûsilê vê Remezanê xuya dikin

Alaa Husên li Bexdayê

Awareyên Iraqî di dema meha Remezanê ya pîroz de li kampa Xazir, navbera Hewlêr û Mûsilê, di 5ê Hezîranê de, alîkariyên xwarinê werdigrin. [Kerîm Sahib/AFP]

Awareyên Iraqî di dema meha Remezanê ya pîroz de li kampa Xazir, navbera Hewlêr û Mûsilê, di 5ê Hezîranê de, alîkariyên xwarinê werdigrin. [Kerîm Sahib/AFP]

Ji ber hejmara zêde ya xelkê û qerebalixiya li kolanan di şevên Remezanê de li Mûsilê, zehmet e ku mirov bawer bike ku berî çend mehan tundutûjî li bajar berbelav bû, û ku hîn şer li Bajarê Kevin diqewime.

Ji destpêka meha Remezanê ya pîroz ve, bazarên li Zihûr, Musena û navçeyên bazirganî yên din li rojhilatê Mûsilê heta derengiya şevê mişt tevger in.

Ji bo peydakirina ewlekariya herî zêde li deverên rizgarbûyî, polîsan planek ji bo Remezanê danîne, fermandarê polîsên parêzgeha Nînewa Emîd Wasiq Hemdanî ji Diyaruna re got.

"Hemû endamên polîsên xwecihî û hêzên artêşa Iraqê îro li bajar kar dikin ji bo bicihkirina zagon û fermanan û vegerandina kêfê ji xelkê re piştî bêtirî du salan ji jiyana li jêr kontrola terorîstan," wî got.

Hevdem, hikûmeta xwecihî ya Nînewa kar dike li ser peydakirina kehrebê ji xelkê re di dema Remezanê de bi rêya tora niştîmanî û jeneratorên taybet.

Jenerator di meha pîroz de bo saetên bêtir kar dikin, Elî Yûnis Mecîd, serokê komîteya jeneratorên taybet di ofîsa rêveberiya parêzgeha Nînewa de, got.

"Parêzgehê saetên bikarkirina jeneratoran bi 10 saetan di rojê de destnîşan kirine, ji 2ê nîvro heta 12ê nîva şevê, beramberî 800 dînarên Iraqî ($0.66) di saetê de," wî ji Diyaruna re got.

Şîrîniyên Mûsilê û xwarinên Remezanê

Xelkê Mûsilê dîsa xwarinên xwe yên Remezanê yên navdar hazir dikin, di nav de şerbeta mêwîjan, zelabiya (şîrînî), Siciq (şîrîniyeke ku ji tirî û fisteqan tê çêkirin) û Kutilkên Mûsilî (goştê hûr bi savarê re), ligel tirşiya Mûsilê (şênkatiyên tirşîkirî).

Firoşkarekî şerbeta mewîjan ji Diyaruna re got ku xelkê Mûsilê dîsa vê şerbetê çêdikin, ku bajar pê naskirî ye, bi heman taybetmendî û kalîteya weke berê, dema ku hertim weke diyarî dibirin ji kesûkarên xwe re yên li Bexdayê.

Nêzîkî dikana şerbetê, kar zêde ye li dikaneke şîrîniyê ku zelabiya hazir dikin -- ku şîrîniyeke navdar a Mûsilê ye ku bi du rengan tê çêkirin, zer û sor -- bi ard, şîr û şekir.

Ard, ku li jêr desthilata "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kêmpeyda dibû, niha têr heye ku peydabûneke bes a şîrîniyan piştrast bike, ku ji adeta xelkê Mûsilê ye piştî xwarina iftarê wan bi xweşî bixwin.

"Pêşketina rewşa aborî ya ku xelkê Mûsilê têde dijîn piştî rizgarkirina bajar alîkariyê dike ji bo firotin û kirrîna şîrîniyan," xwediyê dikana şîrîniyê ji Diyaruna re got.

Ji bilî xwarinên xweş ên navdar, adetên Remezanê yên din jî ku ji nav wan serdana malbatê û hevalan bi şev û kirrîna ji bo Cejna Remezanê ye, sedema qerebalixiya bazara Nebî Yûnis heta saetên derengiya şevê ye.

Jin jî li bazarê dimeşin û tiştan dikrin bêyî astengiyên ku DAIŞ dema ku bajar kontrol dikir li ser wan danîbûn.

Zehmetkêşana awareyên Iraqî didome

Lê belê, başbûna nisbî di rewşa li Mûsiêl de xuya ye ku hîn negihaye kampên awareyan, ku li wir gelek niştecih hîn ji germê û xwarina kêm zehmetiyê dikşînin.

Tevî ku rewşa li kampan ne weke hev e, piraniya wan rastî kêmbûneke tund di xizmetguzariyan de û ji germa zêde tên.

Niştecihên kampê giliya wê yekê dikin ku çadir nema bi kêrê mayînê tên, ji ber germa zêde û nebûna baguhêrkan, ji ber krîza kehrebê li kampê.

Hinekên din gazindan ji nebûna ava vexwarinê ya sar dikin, dibêjin ku ew neçar in ku iftarê bi xwarineke kêm û ava vexwarinê ya germ biqedînin.

"Ev hemû di demekê de ye ku hejmara awareyên xwecihî bi berdewamî zêde dibe, ji ber ku hêzên Iraqî bêtir nav rojavayê Mûsilê pêş dikevin," berdevkê Wezareta Koç û Koçberan Settar Newroz got.

Hejmara awareyên ji rojavayê Mûsilê bi tenê gihiştiye nêzîkî 633,000 kesan, di 10ê Hezîranê de, wî ji Diyaruna re got.

Tiştekî baş e ku hejmarên mezin ji awareyan dest bi vegerê bo rojhilatê Mûsilê kirine, Newroz got, anî ziman ku nêzîkî 200,000 kes vegeriyane, bi xêra başbûna rewşê li deverên wan ên niştecihbûnê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500