Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şêxekî Siûdî yê tundrew ji hewleke terorkirinê li Sûriyê rizgar dibe

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Ev wêne ya îdiaya hewla teqandina otombîla Ebdulla Muhêsinî ye ku li ser medyaya civakî bi awayeke mezin piştî hewla terorkirinê ya di 16ê Hezîranê de hat belavkirin. [Wêne ji hesabên Twitterê yê alîgirên Tehrîr Şam]

Ev wêne ya îdiaya hewla teqandina otombîla Ebdulla Muhêsinî ye ku li ser medyaya civakî bi awayeke mezin piştî hewla terorkirinê ya di 16ê Hezîranê de hat belavkirin. [Wêne ji hesabên Twitterê yê alîgirên Tehrîr Şam]

Şêxekî Siûdî yê tundrew ê girêdayî Qaîda roja Înê (16ê Hezîranê) ji hewleke terorkirinê rizgar bû, ku têde xwekujekî êrîşî otombîla wî kir dema ku ji mizgefta Ebû Zer Xefarî li bajarê Idlib ê Sûrî derdiket.

Ebdulla Muhêsinî piştrast kir ku ew ji hewla ku jiyana wî kire armanc rizgar bû bi rêya vîdyoyeke ku li ser medyaya civakî hat belavkirin, got jî ku êrîşkar hat kuştin, lê ew û kesên pêre di otombîla wî ya mertalkirî de bi selametî ji kavilê otombîlê derketin.

Êrîşkarê, ku kemereke teqîner lixwe kiribû, tê texmînkirin ku girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) be, çalakvanê medyayî yê li Idlibê Mehmûd Hac Kamil ji Diyaruna re got.

Muhêsiniyê Siûdî endamekî damezirêner ê Tehrîr Şam e, ku hevbendiyeke ji komên tundrew e ku Eniya Nusraya berê jî lixwe digre, û di encumena wê ya şerîetê de kar dike, Hac Kamil got.

Ebdulla Muhêsinî piştrast kir ku ew ji hewla ku jiyana wî kire armanc rizgar bû bi rêya vîdyoyeke ku li ser medyaya civakî hat belavkirin. [Wêne ji hesabên Twitterê yên alîgirên Tehrîr Şam]

Ebdulla Muhêsinî piştrast kir ku ew ji hewla ku jiyana wî kire armanc rizgar bû bi rêya vîdyoyeke ku li ser medyaya civakî hat belavkirin. [Wêne ji hesabên Twitterê yên alîgirên Tehrîr Şam]

Navê wî li ser lîsteyeke ji 59 kesî û 12 enstîtoyên tometbar bi fînansekirina rêxistinên terorîst û wergirtina piştgiriyê ji Qeter hat ku bi awayeke hevbeş ji aliyê Siûdiye, Îmarata Erebî, Misir û Behrên ve destpêka vê mehê hat derxistin.

Di Mijdara 2016an de, wezareta Xezîneya Amerîkî ew li lîsteya xwe ya terorîstên destnîşankirî zêde kir "ji ber karkirin li şûna Eniya Nusra û pêşkêşkirina piştgirî û xizmetan jêre".

Muhêsinî endamekî qebûlkirî di xeleka navxweyî ya Bereya Nusra bû, xezîneyê got, anî ziman jî ku di Tîrmeha 2015an de, wî weke şêwirmendê olî yê grûpê kar dikin û nûneratiya wê di odeya operasyonên serbazî ya parêzgeha Idlibê de dikir.

"Destê wî di çekdarankirina endaman daku tevlî Eniya Nusra bibin de heye û alîkarî kir di pêkanîna 'rewşeke' nû ya Bereya Nusra de li bakurê Sûriyê," xezîneyê got. "Di Nîsana 2016an de, Muhêsinî dest bi kampanyayekê kir ji bo çekdarkirina 3,000 zarok û çekdarên nûhatî li seranserî bakurê Sûriyê ji bo Bereya Nusra."

"Muhêsinî roleke gelekî girîng di peydakirina alîkariya darayî ji Eniya Nusra re lîst, xezîneyê got, anî ziman ku navbera 2013 û 2015an, wî "bi milyonên dolaran peyda kirin ji bo piştgiriya hewlên desthilatdariya Bereya Nusra li parêzgeha Helebê" û di 2015an de "dezgeh damezirandin ku alîkariya darayî pêşkêşî grûpên terorîst dikin".

Aloziyên zêde navbera koman

Hewla armancgirtina jiyana Muhêsinî di demekê de tê ku alozî li herêmê zêde bûne, ku grûpên tundrew ketine di şerekî navxweyî de, çalakvanê Idlibê Hac Kamil, got.

Di demekê de ku DAIŞ rastî ziyanên mezin li Iraq û Sûriyê tê,Qaîda û aliyên girêdayî wê şanoyeke vekirî dilîzin ji bo kişandina çekdarên mehrûm bo nav rêzên xwe.

Xelkê bajarokê Maaret Numan ê parêzgeha Idlib hefteya borî Tahrîr Şam ji bajarok derxist piştî çend rojan ji xwepêşandan û rûbirûbûnan.

Rewşa ewlekarî li bajarê Idlibê û deverên derdora wê gelekî xirab e, Hac Kamil got, ji ber ku terorkirin, bombeyên bidestçêkirî, revandin û dizî bûne rotîn.

Di roja hewla terorkirina Muhêsinî de, Şêx Ibrahîm Salih, dadwerekî li dadgeha Îslamî ya Dana li parêzgeha Idlibê ku li ser çend lihevnekirinan navbera koman hukm da, hat terorkirin, wî got.

Du teqîn di heman rojê de li bajar çêbûn, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500