Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Komên opozîsyonê li Baba Sûriyê şerê hev dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Endamên Encumena Serbazî ya Babê û endamên girêdayî Fewca 1ê (Fewc Ewel) li gundewarên Babê şerê hev dikin. [Wêne ji çalakvan Tariq Ehmed]

Endamên Encumena Serbazî ya Babê û endamên girêdayî Fewca 1ê (Fewc Ewel) li gundewarên Babê şerê hev dikin. [Wêne ji çalakvan Tariq Ehmed]

Alozî li bajarê Bab ê Sûriyê li bakurê rojhilatê parêzgeha Helebê derketin piştî şerên dijwar di navbera grûpên opozîsyonê yên xwecihî de ku di encamê de gelek çekdar û sivîl mirin an birîndar bûn, fermandarên serbazî ji Diyaruna re got.

Şer navbera grûpên opozîsyonê yên miyanrew û komên girêdayî Tehrîr el-Şam, ku hevbendiyeke ku Eniya Nusra, an "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lixwe digre, derket.

"Her çiqas şer li ser grûpên terorîst li Sûriyê bêtir be, her çiqas ku rewş li deverên ku grûpên biçûk ên ku lê soz dane DAIŞ û Tehrîr el-Şam aloztir dibe," fermandarê Encumena Serbazî ya Bab Mihemed Tewîl, ku bi "Ebû Îbrahîm" tê naskirin, got.

"Ev ji ber wê yekê ye ku ev grûp hewl didin gavên pêşwext biavêjin, destekî hesinî ferz bikin û hemû komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê yên ku terorîzm û tundrewbûnê qebûl nakin dûr bixe," wî ji Diyaruna re got.

Çekdar li ser xaleke kontrolê li destpêka bajarê Bab ê Sûr' li bakurê rojhilatê parêzgeha Helebê ne, ku li wir şer navbera grûpên opozîsyonê yên rikeber derket. [Wêne ji çalakvan Tariq Ehmed]

Çekdar li ser xaleke kontrolê li destpêka bajarê Bab ê Sûr' li bakurê rojhilatê parêzgeha Helebê ne, ku li wir şer navbera grûpên opozîsyonê yên rikeber derket. [Wêne ji çalakvan Tariq Ehmed]

Rewş li û derdora Babê "ev demek e aloz e, ji ber ku gelek kom lê ne", wî got, anî ziman ku piraniya komên xwecihî û xelk tundrewan û kiryarên wan qebûl nakin.

Derketina belavbûyî ya tundutûjiyê

"Şerên ku çekên sivik di wan de hatin bikaranîn roja Pêncşemê (15ê Hezîranê) navbera Encumena Serbazî ya Babê û endamên girêdayî Fewca 1ê (Fewc Ewel) li gundewarên Babê derketin," Tewîl got.

"Dirêjahiyek ji şerên ku destpêka vê hefteyê derketin heye, ku di 11ê Hezîranê de destpê kirin dema ku grûpekê ji Fewca Yekem slogan piştgiriya Tehrîr Şam û lîderê wê [Abû Mihemmed] Colanî avêtin," wî got.

"Dema sivîl û hinek endamên encumena serbazî hewl didan ku destêwerdanê bikin daku wan bisekinînin, grûpê fîşek avêtin, pênc kuştin, di nav wan de du sivîl jî hebûn," wî got.

Ji encamê, şer belav bû û tevahiya bajar û deverên derdorê lixwe girt.

Encumena Serbazî ya Babê, ku ji gelek komên miyanrew ên opozîsyonê pêk tê, avête ser baregeh û molgehên Fewca Yekem.

"Fewca Yekem grûpeke opozîsyonê ya naskirî ye ku ser bi Ehrar el-Şam ve ye," Tewîl got. "Lê belê, Ehrar Şam di daxuyaniyeke piştî van bûyeran de got ku grûp hat derxistin piştî ku pêwendiya ku bi Eniya Nusra re hat kifşkirin."

Rewşa aloz li ser erdê

Rêkeftineke agirbestê roja Sêşemê (13ê Hezîranê) kete warê bicîkirinê, Tewîl got. Lê belê, rewş hîn aloz e, wî got jî, ku hemû koman çekdarên xwe bitevger kirine û Tehrîr el-Şam jî tevgerên zêde dike.

Ev yek nîşan dide ku egereke mezin a şerên çekdar ên bêtir heye, bi taybetî dema ku Eniya Nusra ji aliyê hemû komên xwecihî û xelkê ve qet nayê qebûlkirin, wî got.

"Herî kêm 30 kes, piraniya wan ji Fewca Yekem, herwiha sivîl jî, hatin kuştin, û gelekên din di van şeran de birîndar bûn," Tewîl got.

Encumena Serbazî ya Babê, ku hevpeymaniyeke ji heft komên biçûk ên girêdayî Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) pêk tê, Tebaxa 2016an hat pêkanîn daku bajar ji DAIŞ rizgar bike û di Sibatê de bi vê hewlê biserket.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500