Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xelkê navçeya Idlib Eniya Nusra û hevalbendên wê der dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Xwepêşander hebûna Eniya Nusra û hevalbendên wê li Maaret Numan di 11ê Hezîranê de protesto dikin. [Rûpela Facebookê ya Maaret Numan]

Xwepêşander hebûna Eniya Nusra û hevalbendên wê li Maaret Numan di 11ê Hezîranê de protesto dikin. [Rûpela Facebookê ya Maaret Numan]

Xelkê Maaret Numan li parêzgeha Idlib a Sûriyê Tehrîr el-Şam -- hevalbendeke ji komên tundrew ku Eniya Nusra lixwe digre -- der kirin piştî çend rojan ji xwepêşandan û rûbirûbûnan, çalakvanekî xwecihî got.

Alozî li bajar derket piştî ku endamên Tehrîr el-Şam di destpêka Hezîranê de êrîşî wî kirin ji bo dûvçûna endamên Firqeya 13ê, ku komeke girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê ye, çalakvan Hanî Numan, şêniyê Maaret Numan, got.

Gelek çekdarên Firqeya 13ê xelkê Maaret Numan in, ku hebûna EniyaNusra û hevalbendên wê qebûl nakin, wî ji Diyaruna re got, bernavek bikar anî daku nasnameya xwe biparêze.

Tehrîr el-Şam êrîşî bajar kir "daku ji Firqeya 13ê xilas bibe, ya ku çavdêr bû daku rê li binpêkirin û girtinan bigre", wî got.

Xwepêşanderên ku Eniya Nusra xweêşandan pêk tînin li Mizgefta Mezin a Maaret Numan di 11ê Hezîranê de derdikevin. [Rûpela Facebookê ya Maaret Numan]

Xwepêşanderên ku Eniya Nusra xweêşandan pêk tînin li Mizgefta Mezin a Maaret Numan di 11ê Hezîranê de derdikevin. [Rûpela Facebookê ya Maaret Numan]

Di 8ê Hezîranê de, Tehrîr el-Şam dest danî ser baregeha Firqeya 13ê li Maaret Numan, roja piştî wê kontrolkirina tam li ser bajar ragihand.

Di 9ê Hezîranê de pevçûn li seranserî bajar derketin, piştî ku endamên Tehrîr el-Şam êrîşî baregeha bingeha polîsên Artêşa Azad a Sûriyê, ya ku bajar birêve dibe, kir.

Di xwepêşandanan de tundutûjî derket

Piştî bûyerê, xwepêşandanên jiberxwe ji Mizgefta Mezin a Maaret Numan derketin.

Xelkê gund û bajarokên derdorê, bi taybetî Kefrûma, tevlî xwepêşandanan bûn û ala şoreşa Sûriyê bilind kirin, û bang kirin, "Xelk ji we bihêztir e", û sloganên din ên ku Eniya Nusra şermezar dikin, gotin.

"Endamên Eniya Nusra bi avêtina fîşekan bersiva dan, û pênc kes kuştin û bêtirî 20an birîndar kirin," Numan got.

Di nav kuştiyan de Teysîr Semahî, lîderê Firqeya 13ê bû ku weke cîgirê fermandarê polîsên bajarok kar dikin, wî got jî.

Li gorî mercên rêkeftina agirbesta 11ê Hezîranê, Tehrîr el-Şam qebûl kir ku şerê Firqeya 13ê bisekinîne, ragihand jî ku kom dê jihev bibe.

"Rêkeftinê banga derketina tam a Tehrîr el-Şam ji bajar kir, vekişîna endamên wê ji hemû xalên kontrolê yên derdora wî, û jihevxistina Firqeya 13ê," Numan got.

"Lê alozî li bajarok û gundên derdora wî zêde ne ji ber rûbirûbûnan," wî got.

"Rewş gelekî aloz in û dibe her wextî biteqe," wî got jî.

Ev bêtirî carekê ye ku herdu alî pev diçin, bi taybetî di 2016an de, piştî hewlên bicihkirina awayekî tund ji şerîetê ku ceza û binpêkirinên weke bicihkirina tund a lixwekirina cilên Îslamî û qedexekirina çixareyan pêk tanîn.

Çalakiyên siyasî jî hatin qedexekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500