Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Ji ber ku rastî kêmbûna xwekujan tê, DAIŞ hebên hişbir ji bo handanê bikar tîne

Alaa Husên li Bexdayê

"Dewleta Îslamî" Kaptagonê, ku madeyeke hişyarker ji cureyê hêzbexiş e, bikar tîne ji bo handana çekdarên xwe ku êrîşên xwekujî pêk bînin, çavkanî ji Diyaruna re dibêjin.

"Dewleta Îslamî" Kaptagonê, ku madeyeke hişyarker ji cureyê hêzbexiş e, bikar tîne ji bo handana çekdarên xwe ku êrîşên xwekujî pêk bînin, çavkanî ji Diyaruna re dibêjin.

Madeyên hişbir ên neyasayî di destê rêxistina terorîst de dibe ku li ser çendîn astan ziyanê bigihînin, pisporên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Tê zanîn ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) madeyên hişbir ên neyasayî weke Kaptagon bikar tînin ji bo şerkirina westiyana şer, wan got, ji ber ku ev heb hesteke xweşiyê li cem wan çêdike û dihêle ku bikarîner bo demên dirêj hişyar be.

Lê lîderiya DAIŞ herwiha dîtin ku ev madeya hişyarker alîkariyê dike di qayilkirina çekdarên pile-kêm ku bibin xwekuj, civaknasê Iraqî Mihemed Ebdul Hesen ji Diyaruna re got, ji ber hestê bêtirsiyê yê ku çêdike.

Rêxistin niha rastî kêmbûnekê di hejmara çekdarên ku ji aliyê îdyolojî ve bi teqandina xwe panbend in tên, wî zelal kir.

Gelek ji wan mirin dema ku êrîş li Iraq an Sûriyê pêk tanîn, wî ji Diyaruna re got, hevdem hinekên din di şer de hatin kuştin.

"Piştî jidestdana endamên ku baweriya wan bi operasyonên xwekujî tê, rêxistin neçar bû ku grûpeke din ji xwekujan erkdar bike," wî got.

Dibe ku mêjîşiştina ji bo qayilkirina çekdaran ku erkên kujer ên wisa pêk bînin bi salan dom bike, wî got, lê madeyên hişbir weke Kaptagon ximzetê di bilezkirina vê proseyê de dikin.

Madeyên hişbir, pornografî û tundutûjî

Ebdul Hesen got ku ev madeyên hişbir piraniya caran ligel sozên xweşiya seksî û hûriyan di axretê de eger êrîşkar gihiştin şehadetê tên bikaranîn.

"Êrîşkarên xwekuj temaşeyî fîlmên porno dikin daku bigihin hestên xweşiyê û wisa bikaribin bikevin di xapîna jiyaneke nimûneyî de ku qet nikarin di xewn de bibînin, û alîkariya wan dike ku ji rewşa xwe ya xirab derkevin," wî got.

DAIŞ -- û rêxistinên terorîst ên din berê û niha -- ti pirsgirêka wan bi bikaranîna madeyên hişbir de nebû, tevî ku Îslamê qedexe jî kirine, wî got, ew hukmekî olî yên ku dibêje tiştên girîng tiştên qedexekirî derbas dikin bikar tînin.

Hat ragihandin ku rêxistinê fetwayek derxistiye ku rê dide bikaranîna Kaptagon bi hinceta ku ew "cîhadê asan dike".

Şêxên girêdayî DAIŞ dixwazin qedexekirinên Îslamê derbas bikin, bêyî liberçavgirtina ku ew çi bin, madem xizmeta armancên rêxistinê dikin, Ebdul Hesen got.

Kaptagon li hejmarek ji welatan qedexe ye, lê li bazara reş li çend welatên Ereb heye, di nav wan de Iraq, Elî Fewzî, rêveberê medyayî yê embarên Wezareta Tendirustiya Iraqî li parêzgeha Zîqar, got.

Dermanekî berê bû ku niha ji aliyê civaka bijîşkî ve nayê dayîn ji ber taybetmendiyên wê yên hişbir û li seranserî Iraqê qedexe ye, Kaptagon weke hişyarkerekî esebî karîgeriyê dike, wî got.

Bikarîner behsa rewşeke hişyarbûnê ya dirêj, dilmayîn ji xwarinê û xwesteke zêde bo çalakiya seksî dikin.

Lê karîgeriyên wê yên xirab dibe ku karesatî bin, Fewzî ji Diyaruna re got, ji nav wan bengîtî, serçûn, bêhêviyeke zêde û xwenegirtin.

Hebûna madeyên li ba kesekî dibe ku bibe sedema zindankirina rasterast.

Bengîtî dahatê ji DAIŞ re çêdike

Ligel bikaranîna madeya hişbir ji bo handana çekdarên xwe ku êrîşên xwekujî pêk bînin, DAIŞ bazirganiyê bi madeya hişbir li Iraqê dike, taybetmendiyên wê yên bengîtiyê bikar tîne ji bo çêkirina çavkaniyeke dahatê ji xwe re.

Desthilatên Iraqî sala 2015an operasyoneke mezin a DAIŞ ji bo qaçaxiya madeyên hişbir ji erdên bakurê yên rêxistinê bo parêzgehên başûrî yên Iraqê.

Li gorî çavkaniyeke hikûmetê, hêzên ewlekarî grûpek girtin ku tometbar bû bi çêkirina rêyeke qaçaxiyê ji DAIŞ re û dest danîn ser 12 milyon hebên hişbir.

Qaçaxçiyên ku li ser rêya bo parêzgehên başûrî û navendî kar dikirin li Eyn Temir li parêzgeha Kerbela hatin girtin ku 12 milyon heb di desê wan de bûn, dadgerê yekem ê Risafa Umer Xelîl di daxuyaniyekê de got.

"Lêkolînan piştrast kir ku bazirganiya madeyên hişbir çavkaniyeke sereke ya dahata DAIŞ e," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500