Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şeva Duşemê (12ê Hezîranê) êrîşeke ji aliyê komên çekdar ve nêzîkî bakurê bajarokê Efrînê li gundewarên Helebê pûç kir, çalakvanan ji Diyaruna re got.
Çekdarin ji Ehrar Şam û Heyet Tehrîr Şam, hevbendiyeke ji komên tundrew di nav wan de Bereya Nusrayê, gelek çeperên QSD, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji xwe re kirin armanc, rojnamevan Mistefa Balî yê ku pêşketinên serbazî li bakurê Sûrya dişopîne, got.
Êrîş derengê şeva roja Duşemê li derdora Cendirêsê, li başûrê Efrînê, qewimî, wî ji Diyaruna re got.
QSD êrîş pûç kir, wî got û "êrîşker neçar jî kirin û ew xitin gelek kemînên ku li wê deverê vedabûn, gelek ji wan kuştin û birîndar kirin".
"Laşên 23 êrîşkeran hîn li qadên ku şer li wan qewimî mane" wî got, anî ziman ku "30 êrîşkerên din hatibûn brîndarkirin û endamên mayî reviyan".
Operasyonên topbarankirinê piştî êrîşê destpê kirin û heta şevê berdewam kirin, Balî got, "weke hewleke diyar daku brîndaran ji qada şer bikişînin".
"Hewldan piştî çend rojan ji têkbirina hewleke derbasbûna bi dizî bo derdora Til Rifetê, ya 35 kîlometran bakurê Helebê, tê," Balî got.
Ew kom sûdê ji mijûlbûna QSD bi şerên li deverên din werdigrin, nemaze li Reqayê, daku dest bi van êrîşan bikin û armanc dikirin ku hewldan û enerjiya wan belav bikin, wî got.