Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrîşa komên çekdar nêzîkî Efrînê pûç dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Çeperekî Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên Helebê. QSD êrîşeke ji aliyê Ehrar Şam û Heyet Tehrîr Şam ve di 12ê Hezîranê de nêzîkî bajarokê Efrînê pûç kir. [Wêne ji aliyê QSD ve]

Çeperekî Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên Helebê. QSD êrîşeke ji aliyê Ehrar Şam û Heyet Tehrîr Şam ve di 12ê Hezîranê de nêzîkî bajarokê Efrînê pûç kir. [Wêne ji aliyê QSD ve]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şeva Duşemê (12ê Hezîranê) êrîşeke ji aliyê komên çekdar ve nêzîkî bakurê bajarokê Efrînê li gundewarên Helebê pûç kir, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Çekdarin ji Ehrar Şam û Heyet Tehrîr Şam, hevbendiyeke ji komên tundrew di nav wan de Bereya Nusrayê, gelek çeperên QSD, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji xwe re kirin armanc, rojnamevan Mistefa Balî yê ku pêşketinên serbazî li bakurê Sûrya dişopîne, got.

Êrîş derengê şeva roja Duşemê li derdora Cendirêsê, li başûrê Efrînê, qewimî, wî ji Diyaruna re got.

QSD êrîş pûç kir, wî got û "êrîşker neçar jî kirin û ew xitin gelek kemînên ku li wê deverê vedabûn, gelek ji wan kuştin û birîndar kirin".

"Laşên 23 êrîşkeran hîn li qadên ku şer li wan qewimî mane" wî got, anî ziman ku "30 êrîşkerên din hatibûn brîndarkirin û endamên mayî reviyan".

Operasyonên topbarankirinê piştî êrîşê destpê kirin û heta şevê berdewam kirin, Balî got, "weke hewleke diyar daku brîndaran ji qada şer bikişînin".

"Hewldan piştî çend rojan ji têkbirina hewleke derbasbûna bi dizî bo derdora Til Rifetê, ya 35 kîlometran bakurê Helebê, tê," Balî got.

Ew kom sûdê ji mijûlbûna QSD bi şerên li deverên din werdigrin, nemaze li Reqayê, daku dest bi van êrîşan bikin û armanc dikirin ku hewldan û enerjiya wan belav bikin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500