Gencên Mûsilê roja Duşemê (12ê Hezîranê) sekneke bi roniya mûman lidar xistin ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Kampa Spayker, piştî sê salan ji gurandina bêtirî 1,500 endamên hêza asmanî ya Iraqî ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve.
Genc ji bo xulekeke bêdeng li meydaneke giştî li taxa Zuhûr a rojhilatê Mûsilê kom bûn, û mûm ji bo rihê qurbaniyên ku li kampa derveyî Tikrîtê li parêzgeha Selahedîn hatin kuştin vêxistin.
"Genc ji Mûsilê li ser medyaya civakî gihan hev û biryar dan ku seknekî lidar bixin ji bo bîranîna komkujiya Kampa Spayker û nîşandana piştgiriyê ji malbatên qurbaniyan re," çalakvanê Nînewa Hişyar Qasim, ê ku beşdarî seknê bû, got.
"Bi dehên gencên ji hemû welat û etnîkan hatin meydana sereke li taxa Zuhûr daku xulekeke bêdeng û roniya mûman ji qurbaniyan re bibînin," wî ji Diyaruna re got.
"Bi rêya vê destpêşxeriyê, em dixwazin ku şermezarkirina xwe ji hemû komkujî û tawanên ku terorîstan di dema dagirkirina bajar bo sê salan de pêk anîn, û ku hîn pêk tîne, nîşan bidin," wî got.
"Bi vê gavê, em dixwazin tekez bikin ku xwîna me yek e," wî got. "Terorîzmê ziyan gihandiye me hemûyan, û cudahiyê navbera pêkhateyekê û ya din li vî welatî nekiriye."
"Nameya me ew e ku em yek gel in ku li welatekî mezin bi navê Iraqê dijî."
Bîranînên bêtir tên
"Ev sekin destpêk e ji bo hinekên din e ku dê bên ji bo nîşandana piştgiriya me, destpêkê weke Iraqî, û duyem weke xelkê Mûsilê, li dijî DAIŞ," Qasim got.
Seroka Tîma Piştgiriya Gencan a Nînewa Dunya Emar ji Diyaruna re got ku wê ligel bêtirî 150 gencên ji Mûsilê beşdarî sekinê bû.
Ev sekin bîranîneke girîng ji qurbaniyan re bû, wê got.
"Di vê kombûnê de, me weke gencan nîşan da çawa em hevêş in ligel xelkê parêzgehên navendî û başûrî yên ku zarokên xwe di komkujiya bizdêner de jidest dan," wê got.
"Em ji malbatên qurbaniyan re dibêjin ku êşa we ya me ye, û qurbanîdana kurên we cihê şanaziya me hemûyan e, û ew dê hertim di dilên me de bimînin, û em ti carî xwîna giranbuha jibîr nakin," wê got.
Wê behsa niyeta tîma xwe kir "ku serdana malbatên qurbaniyan bike ji bo nîşandana piştgiriyê, nîşandana hevxemiyê ji wan re û tekez bike ku şerê li ser terorê hemû Iraqî kirin yek".