Nûçeyên Iraqê
Remezan

Remezan li Enbarê: Nimêj û kombûnên civakî

Seyf Ehmed li Enbarê

Xwarin ji bo kombûneke iftarê ya xelkê Felûce, yên ku meha pîrozbêyî hebûna "Dewleta Îslamî" pîroz dikin, tê amadekirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Xwarin ji bo kombûneke iftarê ya xelkê Felûce, yên ku meha pîrozbêyî hebûna "Dewleta Îslamî" pîroz dikin, tê amadekirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Adet û dabên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve bo sê salan hatibûn qedexekirin dîsa li parêzgeha Enbarê tên dîtin.

Dema ku DAIŞ beşine ji parêzgeha rojavayî kontrol kirin, wê nimêja terawîh û bilindkirina banga nimêjê li mizgeftan qedexe kir, ligel astengkirina gelek cureyên kombûnên civakî.

Ji bilî bikaranîna wê ji fetweyên şaş re ji bo qedexekirina nimêjan bi hinceta ku ew zendeqe ne, DAIŞ mezargehên zanayên olî jî teqandin.

Lê ji dema derxistina rêxistinê ji piraniya parêzgehê ve, deverên rizgarbûy û ewle ji Enbarê dîsa nîşanên vegera jiyanê li wan xuya dikin, fermandarê polîsên Enbarê Lîwa Hadî Kessar Erzayic ji Diyaruna re got.

Niha deverên hene "ku vegera adet û dabên naskirî li ba xelkê parêzgehê dibînin", wî got.

"Dezgehên ewlekarî hemû mizgeftan di dema nimêjên terawîhê de, piştî nimêja îşayê, rojane di dema meha Remezanê de diparêzin," Erzayic got.

Wan herwiha hebûna ewlekarî li cihên bazaran û nêzîkî bexçe û parkên giştî zêde kirine daku her êrîşeke mumkin pûç bikin, wî got.

"Hemû mizgeft li bajarên Enbar vekirî ne, ku li wan nimêj û xelekên zikrê, dua û nimêjên terawîhê tên lidarxistin," Şêx Haşim Cewhanî ji Rêveberiya Weqfên Sunnî, got.

Ew herwiha civatên şîretkirinê û dersên hedîsên pêxember lixwe digrin ku adetî berî nimêja esrê di meha Remezanê de tên lidarxistin, wî ji Diyaruna re got.

"Hemû adetên Remezanê [li jêr desthilata DAIŞ] hatibûn qedexekirin, lê îro, ji ber aramî û hebûna hêzên Iraqî û hevahengiya welatiyên li Enbar, tevger ji sivîlan re ewle ye," wî got.

Derbasbûna bo mizgeftan tenê ji bo nimêjên terawîhê piştî pişkinîna ewlekarî ye, wî got, anî ziman ku hejmareke mezin ji nimêjkeran beşdarî van nimêjan dibin.

Tevgera civakî di Remezanê de

"Şevên Remezanê ji yên din cuda ne, ji ber ku malbat piştî şikandina rojiya xwe diçin parkan," Cewhanî got.

Li wir, ew serdana kesûkarên xwe dikin û bi malbatên din re dicivin, şervanê êlî yê Enbarê Şêx Qeterî Semermed ji navçeya Bexdadî, li rojavayê Remadî, got.

"Kafê, holên sporê û hemû meydan û park [li Bexdadî] tijî xelk dibin" piştî iftarê, wî ji Diyaruna re got.

Pêşbirkên Mihêbis navbera tîmên xwecihî hatine destpêkirin, wî got, "ligel qehremaniyê yên futbolê navbera taxan".

"Tameke cuda ya meha Remezanê heye," şêniyê Felûce Xalid Ebdulla Mihemedî ji Diyaruna re got.

"Tevî rojîgirtinê çendîn saetan û tevî germahiya zêde, malbat sibehê diçin bazarê daku amadekariya xwarina iftarê û suhûrê bikin," wî got.

"Meha pîroz bi tiştên ku em di rojên normal de nakin taybetmend e, di nav wan de Miseheratî (bangkerê paşîvê), ê ku li kolanan û deverên niştecihbûnê digere daku xelkê ji xewa wan şiyar bike," wî got.

Miseheratiyan berî niha gefên kuştinê ji DAIŞ werdigirtin, li gorî Mihemedî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500