Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Bi sedan li kampên awarebûnê li Mûsilê nexweş dikevin

Stafa Diyaruna û raporên AFP

Awareyên Iraqî kom bûne ji bo wêneyekê li kampa Hesen Şam di 10ê Hezîrana 2017an de. Piştî du rojan, jehrîbûneke xwarinê ya komî li kampa derveyî Mûsilê çêbû û bi sedên haletên nexweşiyê yên awarte li pey xwe hiştin. [Mihemed Şahid/AFP]

Awareyên Iraqî kom bûne ji bo wêneyekê li kampa Hesen Şam di 10ê Hezîrana 2017an de. Piştî du rojan, jehrîbûneke xwarinê ya komî li kampa derveyî Mûsilê çêbû û bi sedên haletên nexweşiyê yên awarte li pey xwe hiştin. [Mihemed Şahid/AFP]

Nobeke jehrîbûna ji xwarinê ku tê bawerkirin ku girêdana wê bi xwarineke iftarê ya roja Duşemê (12ê Hezîranê) heye bi sedên sivîlên Iraqî li du kampên derveyî Mûsilê nexweş kirin, ku gelek ji wan pêwîstiya wan bi çareseriya bilez hebû.

Bêtirî 800 haletên jehrîbûna ji xwarinê piştî xwarina êvara Duşemê çêbûn, rêveberiya tenduristiya Hewlêrê di daxuyaniyekê de roja Sêşemê got.

Daxuyaniyê nûçeyên berê yên derbarê mirina du sivîlan, û di nav de zarokek, red kirin.

Berdevka Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê Joel Millman got ku 312 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Xwarina ku xwarîn beşek ji xwarina iftarê bû, ku ji birinc, mast, mirîşk û şorbeyek bû ku ji xwaringehekê ji Hewlêrê hatibû kirrîn ji aliyê rêxisineke alîkariyê ya ku baregeha wê li Qeter e, Millman got.

Berdevkê Wezareta Saxlemiyê ya Iraqî Seyf Bedir got ku çavkaniya temam a jehrîbûnê piştî lêkolîna zêdetir derbarê bûyerê dê were eşkerekirin.

Jehrîbûn li kampên Hesen Şam û Xazir ên awareyan çêbû, ku du ji gelek kampên li herêma derdora Mûsilê ne, ku hêzên Iraqî li wir şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin.

Tîmên bijîşkî bersiv dan

Rêveberê kampa Xazir Rizgar Obêd ji Diyaruna re got ku rêveberiya kampê ji şeva Duşemê ve di alarmeke herî zêde de ye daku mamaleyê ligel haletan bike û guhdana bijîşkî bide hemû kesên ku nexweş ketine.

"Her dema ku haletên destpêkê yên jehrîbûnê derketin, me yekser rêveberiya tenduristiya Hewlêrê derbarê bûyerê agahdar kir," wî got.

Ambulans, tîmên bijîşkî ji rêxistinên xwecihî rasterast gihiştin kampê, wî got jî.

Kesên nexweş ketin rastî sîmayên nexweşiyê yên weke vereşîn û zikçûna tund hatin, Obêd got, hevdem hinek gêj bûn û hinekên din rastî êşa meîdeyê hatin.

Jehrîbûn piştî xwarina 2000 wecbeyên hazir ku li kampan ji bo iftarê hatin pêşkêşkirin çêbû, ku ji birinc, mirîşk, fasûliye û nan pêk dihatin, wî got.

"Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî sedana kampê kir û rênima dan derbarê vekirina lêkolîneke fermî derbarê bûyerê," Obêd got. "Heft kes bi tometa hazirkirina xwarina nepaqij hatin girtin."

Rêveberiya kampê herwiha anîna xwarina hazirkirî bo kampê ji aliyê rêxistinan ve sekinand, wî got.

Kampê herwiha dest bi kampanyayekê kir ji bo paqijkirina hemam û cihên din li kampê, parên ava vexwarinê û şiştinê zêde kirin, û hejmara saetên dayîna elektirîkê zêde kir, Obêd got.

"Rewş niha li jêr kontrolê ye", wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500