Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Alozî li Suwêda serî hildidin ji ber ku rejîma Sûriyê qebûl nake ku çalakvanekî berde

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Dûman tê dîtin ku ji bingeha polîsan a sereke li Suwêda bilind dibe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Suwêda 24]

Dûman tê dîtin ku ji bingeha polîsan a sereke li Suwêda bilind dibe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Suwêda 24]

Alozî serî hildane li bajarê Suwêda li başûrê Sûriyê, nêzîkî sînorê bi Urdunê re, piştî ku hêzên rejîmê bi berdewamî qebûl nekirin ku çalakvanekî berdin an jî agahiyên derbarê cihê hebûna wî bidin, çalakvanan ji Diyaruna re dibêjin.

Tirs zêde bû ye bi taybetî ji dema eşkerebûna çawaniya girtina siyasî û îdamkirina sîstematîk a ku rejîma Sûriyê derheqê dijberên xwe de ji 2011an ve li gelek cihan li seranserî welat pêk tîne.

Cubran Selama Murad, şêniyekî Durzî ji bajarokê Quraya yê nêzîk, bi berdewamî ji aliyê hêzên istixbarata rejîmê ve di çendîn boneyan de "ji ber nerînên wî yên siyasî" hatiye girtin, şêniyê Suwêda û çalakvanê siyasî Nîzar Ebû Elî ji Diyaruna re got.

"Girtina niha çêbû dema ku ew roja Înê (9ê Hezîranê) li Suwêda bû," wî got. "Lê belê, vê carê rewş cuda bû ji ber ku hêzên ewlekarî red kirin ku wan ew girtibe."

Lê belê, kesûkarinên Murad tiştê ku di roja piştî wê de çêbû piştrast kirin.

Xwepêşander li Suwêda kom bûne

"Ji ber redkirinên berdewam ji aliyê hêzên ewlekarî ve, û ji tirsa ku dibe ew nependî ye yan jî bo demeke dirêj bêyî dadgehkirin girtî bimîne, kesûkarên wî xwepêşandan lidar xistin daku daxwaza berdana wî bikin," Ebû Elî got.

"Ji ber ku ti bersiv nebû, hinek ji xelkê Quraya heft polîs û endamên hêzên ewlekarî girtin daku danûstandinê ligel rejîmê bikin li ser berdaneke hevbeş," wî got.

"Xwepêşander, ku ji kesûkar û hevalên girtî û hinek oldarên Durzî pêk dihatin, roja Duşemê (12ê Hezîranê) xwepêşandanek li Suwêda lidar xistin piştî ku hêzên ewlekarî ti sozên berdana wî nedan, bi hinceta ku ew li Şama paytext e," Ebû Elî got.

"Vê yekê tirs zêde kirin derbarê egera ku ziyan gihabê wî," wî got. "Ji ber vê yekê, wan bingeha polîsan a sereke dorpêç kir, û pevçûn ligel hêza pasevan derketin, ku piştre bû şerê bi çekan."

Hinek xwepêşanderan tayir li ber deriyê bingehê şewitandin, û agir girte avahiyê, vê yekê hişt ku tîma agirkujandinê destêwerdanê bike daku wî vemrîne û nehêle di nav avahiyê de belav bibe.

"Rewşa hîn gelekî aloz e, ku [hêzên] ewlekarî qebûl nakin ku Murad berdin, û xelkê Quraya hîn her heft endamên polîsan girtine," Ebû Elî got.

Hinek kesayetiyên deverê dixwazin lihevkirinekê çêbikin daku rewş aram be, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500