Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi Bajarê Kevin yê Reqa ve pêş dikevin

AFP

Wêneyê endamekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye girtin piştî ku hevpeymaniya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî derbasî mîhwerê rojavayî ji bajarê Reqa bû piştî derxistina deverê ji destê "Dewleta Îslamî" di 11ê Hezîranê de. [Delîl Suleyman/AFP]

Wêneyê endamekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye girtin piştî ku hevpeymaniya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî derbasî mîhwerê rojavayî ji bajarê Reqa bû piştî derxistina deverê ji destê "Dewleta Îslamî" di 11ê Hezîranê de. [Delîl Suleyman/AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Duşemê (12ê Hezîranê) nêzîkî Bajarê Kevin li Reqaya asêgeha "Dewleta Îslamî" bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Hevpeymaniya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî berî nêzîkî hefteyekê bo yekem car derbasî bajarê Reqa yê bakurî bû, piştî çendîn mehan ji dorpêçkirinê.

Li rojhilatê bajar, wan taxa Mişlib girt, ku piştî çend rojan ji destpêka operasyona di nava bajar de hatibû kontrolkirin, û roja Yekşemê wan navçeya xwe ya yekem li rojava, ku Rumaniyê ye, kontrol kir.

Roja Duşemê, şer li herdu eniyan berdewam bû, ligel pêşketina bilez a QSD li taxa Sînaa ya rojhilatî, ku digihe Bajarê Kevin ê Reqa, Rewangehê got.

"Hêzên QSD 70% ji Sînaa kontrol dikin" ligel Mişlib, li gorî rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman.

"Eger wan Sînaa bir dê ev yek pêşketina herî girîng be di şerê Reqa de ji ber ku ew wan digihîne navenda bajar ku cihên herî girîng ên DAIŞ li wir in," wî got.

"Dema ku Sînaa kontrol bikin, şerê rasteqîn dê destpê bike."

Tê çaverêkirin ku şer zehmetir bibe her ku QSD nêzîkî navenda bajar, a ku qerebalixtir e, bibe.

"Şer dê giran be," şervanê QSD Berxwedan Qamişlo roja Yekşemê, got.

"Her dema em nêzîkî navenda bajar bibin, dê şer di nav avahiyên çend-qat de hebe. Şerê bajaran ji şerê li gundan zehmetir e, lê em dê şer bikin heta em tevahiya bajar kontrol bikin."

"Hejmareke mezin ji mayînan"

Hevdem li rojavayê bajar, hêzên QSD dicengiyan daku derbasî Hetîn, taxa li kêleka Rumaniyê, ku roja Yekşemê hat kontrolkirin, bibin.

QSD "pevçûnên tund navbera şervan û terorîtan" li herdu eniyan ragihandin û got ku 23 endamên DAIŞ hatin kuştin.

Çavkaniyeke ji QSD got ku şervanan hejmarek ji tunelên ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn koland li Mişlib dîtin.

"Em bi haydarî û hişyarî tevdigerin daku xwe dûrî hejmara mezin a mayînên ku DAIŞ li bajar çandine bikin," çavkaniyê got jî.

Li nava aliyê rojava yê bajar, bi nêzîkbûnê matorên wêranbûyî û topên hawinan ên neteqiyayî ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn avêtin hatin dîtin, peyamnêrekî AFP ragihand, anî ser ziman jî ku laşên çendîn çekdarên ku dibe yên DAIŞ bin li ser kolanan tên dîtin.

Derveyî bajar, şer roja Duşemê li eniya bakurî berdewam bû, Rewangehê got, ku li wir pêşketina QSD hêdî ye.

DAIŞ bingeha serbazî ya Firqeya 17ê "ya gelek asê" li derveyî sînorên bakurî yên bajar ligel kargeheke şekir a nêzîkî bikar tanî ji bo berevanîkirin li pêşketina ji aliyê bakur ve bo nav Reqa, Rewangehê got.

Firqeya 17ê, ku di eses de bingeheke artêşa Sûriyê bû, di 2014an de ji aliyê DAIŞ ve hat kontrolkirin dema ku wê dest danî ser rûberên ji parêzgeha Reqa ya berfireh.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500