Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ di rûyê wê de ew birîndar kir, keçeke Mûsilî bû sembola yekîtiyê

Xalid Ta'î

Meryem Ehmed Samir ji aliyê segvanekî "Dewleta Îslamî" ve hat birîndarkirin dema ku wê hewl dida tev malbata xwe ji rojavayê Mûsilê bireve. [Wêne ji Muhemed Yûnis Obêdî hatiye wergirtin]

Meryem Ehmed Samir ji aliyê segvanekî "Dewleta Îslamî" ve hat birîndarkirin dema ku wê hewl dida tev malbata xwe ji rojavayê Mûsilê bireve. [Wêne ji Muhemed Yûnis Obêdî hatiye wergirtin]

Dema ku ew tev malbatatê ji mala xwe ji taxa Zencilî direviya, Meryem Ehmed Samir a 13 salî bi guleyekê di rûyê xwe de birîndar bû bi agirê segvanekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Roja 1ê Hezîranê, malbata Meryem û komek ji malbatên din hewl didan ku ji malên xwe li bajêr birevin û li penageheke aram li bal yekîneyên serbazî yên Iraqî digeriyan.

Dema ku Meryem birîndar bûn, leşkerên Iraqî ew li bayê bezê birin nuqteya nûjdarî ya meydanî, û piştre ew veguhestin Hewlêrê.

Guleya segvan li nava çavên wê cihê xwe dît, goşt û hestûyê beşê jêrîn ji eniya wê kola, bi giranî çavê wê yê rastê birîndar kir û herwiha cuyûbên wê, çalakvanê warên mirovî, Muhemed Yûnis Obêdî, got.

Piştî nirxandina destpêkî, tîma nûjdarî ya ku Meryem sarêj dikir biryar da ku neştergeriyê jêre çêbikin herdema ku werimîn bidawî bibe, Obêdî got, wî xwebexş jî kir daku serperiştiya çareseriya wê bike.

Meryem bi hewceyî sê neştergeriyên pir zehmet e, wî ji Diyaruna re got.

"Beriya hertiştî, çavê têkçûyî dê bê derxistin," wî got. "Qonaxa duyem dê ji çakirina dîwarê bêhvilê û boriyên henasedayînê, û herwiha çavê çepê yê ku kêm ziyan gihiştiyê pêk bê."

Di çaxê qonaxa dawîn a tîmarkirinê de, dê niştergeriyeke xweşikkariyê ji Meryem re bê encamdayîn, ew zêdekirina hestû û lêdana çerim li cihê birînê pêk tê, wî got.

Gelek dest ji bo alîkarîkirinê hatine dirêjkirin

Dema ku Meryem gihişte nexweşxaneyê li Hewlêr, Obêdî kampanayek di medyaya civakî de destpê kir û daxwaza alîkariya bilez û piştgirîkirina wê kir.

"Ew pir bisûd bû ji rewşa trajedî ya Meryem re," wî got. "Gelek xelkê li welat û li derve bi min re ketin pêwendiyê, û li rewşa wê pirsîn û pirs kirin ka çawa ew dikarin alîkariyê bikin."

"Me dayîn ji 20 kesan wergitin, ew ji $100 heta bi $1,000 bûn, û hinekan jî daxwaz kir ku lêçûna tîmarkirinê bidin," wî got.

Obêdî got ku hinek niyazpakan serdana Meryem li nexweşxaneyê li cihê ku dihat tîmarkirin kir, û xelat jêre pêşkêş kirin mîna cilên nû daku piştigiriya xwe nîşan bidin û moralê wê bilind bikin ji ber ku ew tê îlackirin.

Bavê Meryêm, Ehmed Samir, ji Diyaruna got ku ew sipasdar e ji herkesê ku li tenîşt keça wî rawestiyaye.

"Ez sipasdar im ji herkesê ku alîkarî di xelaskirina keça min, Meryem, de kir, û pirs kir rewşa wê çawa ye, û zehmetî dît û hat nexweşxaneyê û ji nêz ve rewşa wê şopand," wî got.

"Ev xwezahiya rasteqîn a miletê me ye, ew hertimî ji qenciyê re û sekna li tenîşt hev re di rojên giran de hazir e."

Lavakarî ji ber ku ew dîsan bigirnije

Dê yekemîn neştegeriya ji Meryem re bê encamdayîn piştî ku girnijîn ji rûyê wê bar kir, bavê wê got.

"Hêvî dikim herkes jêre duayan bike ku neştergeriya wê biser bikeve û ew dîsan bigirnije," wî got jî.

Kesên ku wan keça wî birîndar kir bê wijdan in, wî got.

"Ew çi bawerî ye ku rê dide terorîstan ku zarokan û sivîlên bêçek bikin armanc?" wî pirs kir. "Dawiya wan nêz e, ew dê sertewandî bibin û çarenivîsa wan mirina li ser destê hêzên çekdar e."

Roja Şemiyê (10 Hezîranê) hêzên Iraqî taxa Zencilî standin, û aniha taxek di destê DAIŞ de maye berî gihiştina asêgeha wê ya stratejîk li Bajarê Kevn.

Hevdem, Iraqî ji hemû paşxane û çînan li tenîşt Meryem rawestiyan, û rihê yekîtiya niştîmanî berceste kirin, Elî Diwaçî, çalakvanekî din e ku wî jî di pirsa alîkarîkirina Meryem de xwe erkdar kir, got.

Dîwaçî bang li xelkê kir ku li gorî derfetên xwe dayînên xwe bidomînin.

"Meryem xwedan vîneke hesinî ye û dê ji birînên xwe xurtir be û rihet bibe û dê weke semboleke yekîtiyê û tehediyê bimîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500