Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Du xwekujên DAIŞ êrîşî Babil û Kerbela dikin

Xalid Taî

Hêzên ewlekariya Iraqî nêzîkî cihê teqîneke xwekujî li parêzgeha Kerbela di 9ê Hezîranê de kom bûne. [File]

Hêzên ewlekariya Iraqî nêzîkî cihê teqîneke xwekujî li parêzgeha Kerbela di 9ê Hezîranê de kom bûne. [File]

Bi dehên Iraqiyan roja Înê (9ê Hezîranê) hatin kuştin û birîndarkirin di du êrîşên xwekujî de, ku ya herî kujêner bazareke vekirî ya qerebalix li bajarê Museyib, li başûrê Bexdayê kir armanc, berpirsan ji Diyaruna re got.

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîş girtin stûyê xwe bi rêya ajansa xwe ya propagendeyê Amaq.

Xwekujekî ku êlekekî bombekirî li xwe dikir xwe dora saet 10:30ê sibehê teqand -- ku saeta qerebalixiyê li Iraqê ye -- li bazarekê li Museyib, herî kêm 21 kes kuştin, fermandarê polîsê Babil lîwa Elî Hesen Mehdî ji Diyaruna re got.

"Xwekujekî genc ku kincine şîn li xwe kiribûn xwe di nav dikandaran de li bazareke şênkatiyê li Museyib, li parêzgeha Babil, teqand," Mehdî got.

Agahiyên îstixbaratî derbarê êrîşine terorîst li ba fermandariya polîs hebûn û tedbîrên ewlekarî zêde kiribûn," wî got.

"Lê belê, rêgirtin li êrîşê zehmet bû ji ber ku devera armancgirtî li ser çendîn taxan û kolanên qerebalix vekirî ye," wî got jî.

Gelek zarok û jin di nav qurbaniyan de bûn

Serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Babil, Felah Ebdilkerîm Radî, ji Diyaruna re got ku 21 kes hatin kuştin û 35ên din birîndar bûn di amareke destpêkî ya êrîşa li ser bazarê de.

"Piraniya qurbaniyan zarok, jin û bazirgan in," wî got, anî ser ziman jî ku "piraniya caran bazar rojên Înê qerebalixtir e, û qerebalixtir jî bûye ji destpêka meha Remezanê ve".

"Ev êrîş dîsan tebîeta kirêt a DAIŞ, û rêznegirtina rêxistinê ji hurmet û pîroziya meha Remzanê re nîşan dide," wî got.

Radî bang li hikûmetê kir ku hejmara endamên ewlekariyê li parêzgeha Babil zêde bike, got ku rêveberiya polîsên Babil "herî kêm hewceyî 2,000 polîsan e".

Berî çend rojan, berpirsên parêzgehê ligel Serokwezîr Heyder Ebadî civiyan ji bo gotûbêjkirina zêdekirina hejmara endamên ewlekariyê, wî got, anî ser ziman ku, "Em çaverêyî tedbîrên bilez in ji wî di vê derbarê de."

Êrîşa li Museyib piştî çend saetan ji yeke din hat, ku xuya dike êrîşeke pûçkirî li bajarê Kerbela bû, çend kîlometran ber bi başûrê rojava ve.

Çar sivîl birîndar bûn dema ku xwekujekî dora saet 6ê sibehê ji roja Înê xwe li ber deriyê stasyona basan a sereke li bajar teqand, çavkaniyên polîs gotin.

"Hêzên ewlekarî ketin pêşiya wî xwekujî de, lê wî xwe li ber deriyê rawestgeha basê teqand," daxuyaniyeke derxistî ji aliyê polîsên Kerbela û Fermandariya Navîn a Firatê got.

"Çar sivîl birîndar bûn di amareke destpêkî ya teqînê de," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500