Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Iraqî piştî teqnînên DAIŞ hevsoziyê nîşan didin

Ala Husên li Bexdayê

Iraqî li cihê teqîneke bi otombîleke bomberkirî li nêzî Pira Şuheda li Bexdayê kom dibin roja 30ê Gulanê, ku têde 11 kes hatine kuştin û 40 jî birîndar bûn, berpirsên ewlekarî û tenduristî dibêjin. Teqîn piştî teqîneke bi şev li firoşgeheke navdar a sarmeniyê li Bexdayê, ku 21 kes kuştin, qewimî. [Sebah Erar/AFP]

Iraqî li cihê teqîneke bi otombîleke bomberkirî li nêzî Pira Şuheda li Bexdayê kom dibin roja 30ê Gulanê, ku têde 11 kes hatine kuştin û 40 jî birîndar bûn, berpirsên ewlekarî û tenduristî dibêjin. Teqîn piştî teqîneke bi şev li firoşgeheke navdar a sarmeniyê li Bexdayê, ku 21 kes kuştin, qewimî. [Sebah Erar/AFP]

Êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku taxa Kerada û Pira Şuheda li Bexdayê kirin armanc ku hêvî dikir tevlîheviyên tayifegerî di nava şêniyên bajêr de gur bikin encamên wan berevajî derketin, rayedarên Iraqî ji Diyaruna re got.

DAIŞ berpirsiyariya xwe ji herdu teqînên li Bexdayê, ku roja 30ê Gulanê qewimîn û herî kêm 30 kes kuştin, ragihand.

Teqîna yekem, teqîneke xwekujî bû ku bi şev li firoşgeheke navdar a sarmeniyan li Bexdayê qewimî, herî kêm 21 kes kuştin .

Piştre otombîleke bombekirî li nêzî ofîsa sereke ya xanenişînê li nêzê Pira Şuheda, ku yek ji pirên sereke li ser çemê Dîclayê ye, teqiya û herî kêm 11 kes kuştin û herî kêm 40 jî birîndar bûn, rayedaran got.

Lê belê roja piştre, Iraqiyên ji herdu tayifeyan tevlî hêzan bûn daku teqînan bi girseyî şermezar bikin, însiyatîvên civakî yên ji bo piştgirîkirina goriyan jî lidar xistin.

Weke piştgiriyê ji goriyên teqîna Kerada re, devera ku piraniya xelkê wê Şîe ne, ji parêzgehên ku Sûnî lê piranî ne mîna Selahedîn, Nînewa û Enbarê herikîn, binketina rêxistinê ya di dabeşkirina civaka Iraqî de nîşan dan.

Li Selahedînê, bi sedên ciwanan tevlî çalakiya dayîna xwînê ji goriyan re bûn bi çavdêriya Şepêla Ciwanên Iraqa Azad.

Dayîna xwînê peyamek ji Selahedîn bo tevahiya Iraqiyan bû ku xwîna Iraqî yek e û wekhev e, serokê Şepêla Ciwanên Iraqa Azad Elî Hemedanî, got.

"Dayîna xwînê du rojan dirêj kir, bi tevlîbûyîna 566 kesan," wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku organîzeran bi kerbidestên tenduristiya Selahedînê re kar kir daku xwînê bişînin baregehên wan li Bexdayê.

Li parêzgeha Nînewa, şêniyan bi postkirina wêneyên ciwanên ku li ber roniya mûman li Mûsilê bîranîna qurbaniyên êrîşên Bexdayê saz dikirin di medya civakî de hevsoziyan xwe nîşan dan.

DAIŞ roniyan mûma bombebaran kir

Li bajarokê Hîtê li rojavayê parêzgeha Enbarê, xwekujekî kombûyîneke ciwanên Iraqî ku li protesteke bi roniya mûman amade bûbûn kir armanc, 17 kes kuştin û birîndar kirin, di nav de nûçegihanekî televîzyona Asya.

Roja 30ê Gulanê, nûçegihanê cengî, Suheyb Hîtî li Hîtê bi rûmalkirina protestoyeke bi roniya mûman bo şehîdên taxa Kerada li Bexdayê hatibû erkdarkirin, rêvebirê pêwendiyên giştî yên Asya Raed Meşhedanî ji Diyaruna re got.

Dema ku Hîtî tev kamîreya xwe gihişte cihê çalakiyê, xwekujek gihişte meydanê û xwe teqand, 17 kes birîndar û kuştî hiştin, wî got. Hîtî yekser jiyana xwe di cih de jidest da.

"Hîtî çend salan li Silêmanî û Hewlêrê aware bû û ne ji mêj ve vegeriyabû mala xwe li parêzgeha Enbarê," Meşhedanî got.

Wî ew ciwan weke "nûçegihanekî bi sebir, çalak û serketî" binav kir û got ku wî bi tenê sê rojan berî wê teqîna ku canê wî çinî rojbûna xwe pîroz kir.

Tevî ku ew bi meşhedeke trajedî bidawî hat, protestoya bi roniya mûman "peyamên dostaniyê ji Enbarê gihandine Bexdayê", Meşhedanî got.

DAIŞ ji ber xesarên mezin li Mûsilê diêşe, û hewl dide ku hevsoziya niştîmanî bi êrîşan wisa bike armanc, analîzerê pirsên ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Iraq pişta xwe bi hêzên xwe yên ewlekarî û karînên xwe yên hewalgirî girê dide di şikandina DAIŞ de, wî got, lê herwiha pişta xwe bi hişyariya welatiyên xwe di valaderxistina pilanên terorîstan de jî girê dide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500