"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Şemiyê (3ê Hizîranê) bi dehan sivîl ser jê kirin dema ku ew ji deverên di bin kontrola wê de li rojavayê Mûsilê direviyan, berpirsiyarên Iraqî ji Diyaruna re gotin.
Dema ku malbatan hewl dida ku ji taxa Zencîlî birevin, çekdarên DAIŞ ew gulebaran kirin di buyerekê de ku endamên encumena parêzgeha Nînewayê Benyan Cerba ew weke "komkujiyeke mezin" wesif kir.
"Çekdarên DAIŞ her malbateke hewl dida ku ji mala xwe li deverên şer bireve ber bi hêzên ewlekariyê de dikirin armanc," wî ji Diyaruna re got.
Ji demjimêr 3yê sibehê, çaxê ku gulebaran dest pê kir, heta10 sibehê, çaxê ku çek bi temamî hatin bêdengkirin, çekdarên DAIŞ sivîlên ku direviyan bi çekên segvaniyê, tifingên maşîn û bombeyên destî dikirin armanc, Cerba got.
"Herî kêm 250 sivîl, di nav de jin, zarok û kal, di êrîşan de hatin kuştin. Hejmar hîna jî zêde dibe," wî got.
"Termên gelek goriyan hîna jî li kolanan û sikakan avêtî ne."
Nîşaneke bêhêviyê
"Rêxistin hişê xwe ji dest dide ji ber ku devera di bin kontrola wê de kêm dibe û ew gelek ji karîn û samanên xwe ji dest dide," Cerba got.
"Pêkanîna komkujiyê nîşeke zelal e," wî got jî, da zanîn jî ku "DAIŞ qumarê bi jiyana xelkê dike daku tiştê di dest xwe de biparêze".
"Caran wê ew weke mertalên mirovî bikar tanîn, aniha ew wan bi komkujiyan dikuje."
"Hêzên rizgarker ber bi Bajarê Kevin ve pêşdikevin, ku ew dawîn asêgeha DAIŞ e li Mûsilê," wî got. "Lê belê, divê em şiyar bin neku DAIŞ hewl bide ku tawanêndin li dijî şêniyan pêk bîne weke tolhildanên ji şikestinên xwe re."
Hêzên Iraqî bi temamî taxên Şîfa û Seha ji mînan û paşmahiyên DAIŞ pak kirin , û aniha kontrola 65%ji Zencîlî dikin, peyvdarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl roja Duşemê ji Diyaruna regot.
Bi Makrofonan, DAIŞ ferman li şêniyan li Zencîlî kir ku li malên xwe bimînin, û gefa kuştina her malbata ku hewla revê bide kir. Hevdem, segvanên wê kesên ku hewla revê didan dikirin armanc.
"DAIŞ nefesa xwe ya dawî dikişîne, ji ber vê yekê ew dixwaze zorê li niştecîyan bike ko bimînin daku çiqasî jê were rizgarkirinê dereng bihêle," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Ebdul Rehman Weka got.
"Ev ne cara yekem e ku çete malbatên reviyayî dikine armanc, lê ne bi vê hejmara mezin", wî bûyera Zencîlî weke" komkujî" wesif kir.
"DAIŞ caran kesê ku hewl dida ku bireve dikuşt lê niha ew xelkê bi koman dikuje ji ber ew bêhêvî ye," wî got.
Gelek baş e!
BERSIV BIDE1 KOMÊNT