Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa fermandarê dije-terora Iraqî xelat dike

Xalid Taî

Balyozê Fransa Marc Barretti Medalyaya Şanaziyê pêşkêşî serokê Ajansa Dije Terorê ya Iraqî Ferîq Talib Şexatî Kenanî di merasîmekê de ku 1ê Hezîranê li Bexdayê hat lidarxistin. [Ji Dosyoyê]

Balyozê Fransa Marc Barretti Medalyaya Şanaziyê pêşkêşî serokê Ajansa Dije Terorê ya Iraqî Ferîq Talib Şexatî Kenanî di merasîmekê de ku 1ê Hezîranê li Bexdayê hat lidarxistin. [Ji Dosyoyê]

Fransa roja Pêncşemê (1ê Hezîranê) bilindtirîn xelata xwe pêşkêşî serokê Ajansa Dije Terorê ya Iraqî Ferîq Talib Şexatî Kenanî kir ji ber hewlên wî di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Xelata Niştîmanî ya Şanaziyê ji aliyê balyozê Fransî Marc Barretti ji Kenanî re hat pêşkêşkirin, bi navê serokê Fransa, di dema merasîmekê de li baregehên Ajansa Dije Terorê li Bexdayê.

Di gotarekê de ku di merasîmê de pêşkêş kir, Kenanî got ku jêre şanazî ye ku xelatê di meha Remezanê ya pîroz de werbigre.

"Pêwendiyên me bi Fransa re dîrokî ne, û roleke girîng a serokê Fransî di şerê li dijî terorê de heye," wî got.

"Tê bîra me hemûyan dema serok piştî bûyerên Hezîrana 2014an (dema ku DAIŞ Mûsil dagir kir) serdana Iraqê kir û herwiha lidarxistina Fransa ji konferansa Parîsê derbarê şerê li dijî terorê," wî got jî.

Kenanî behsa piştgiriya serbazî ya Fransa bo Iraqê jî kir, "şandina gelek serbaz û rahênerên teknîkî bo piştgiriya hewlên me di rûbirûbûna terorîstan de, ligel peydakirina piştgiriya asmanî û çavdêriya ji aliyê balafiran ve".

"Ev şerek li şûna cîhanê ye ku aliyê Fransî jî têde beşdar e," wî got jî.

"lîderekî mêrxas"

Balyozê Fransî Kenanî weke "nimûneyekî lîderê mêrxas ji ber rola wî ya mezin di şerê li dijî DAIŞ de û xurtkirina pêwendiyên Fransî-Iraqî" wesif kir.

Parlementerê Iraqî Macid Xerawî, ku di komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parlementoyê de ye, tekez kir li ser girîngiya bilindkirina "morala fermandar û serbazên Iraqî û piştgiriya wan di şerê li dijî grûpên terorîst de".

Xelata Fransî behsa "[lîderekî] serbazî yê Iraqî dike ku bi karînên xwe, organîzekirina serkeftî ya ajansa dije terorê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş di hemû pêkhateyên wê de" naskirî ye, wî got jî.

"Dema ku lîderekî weke Kenanî tê xelatkirin, ev şanazî ji Iraq û hikûmeta iraqê re ye," Xerawî got. "Ev yek giringîdan û bilindnirxandina cîhanê ji qurbanîdayînên ku ji aliyê Iraqiyan di rûyê terorê de hatine kirin nîşan dide."

"Em ev gava Fransa giran dinirxînin, ku di nav serkeftinên ku hêzên me bidest dixin ji bo rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ de tê," wî got jî.

Ev xelat "rêzgirtinek ji hewlên hemû endamên ajansa [dije-terorê] û hêzên Iraqî re ye ku bi mêrxasî şerê terorê dikin û canên xwe pêşkêşî welatê xwe dikin", berdevkê Ajansa Dije Terorê Sebah Numan, got.

"Ev destpêşxerî nîşan dide heta çi astê baweriya xelkê bi doza Iraqê û mafê wê di parastina axa xwe, selametiya welatiyên xwe û rola wê di parastina cîhanê ji metirsiya terorê de tê," wî ji Diyaruna re got.

Numan behsa "hevrêzî û hevahengiya erênî [ya Iraqê] bi Fransa re" kir û herwiha ya ligel welatên din ên ku "piştgiriya serbazî û piştgiriyeke moralî ya bilind didin Iraqê" weke beşekê ji hevpeymaniya li dijî DAIŞ.

Kenanî di 2007an de weke serokê Ajansa Dije Terorê hat tayînkirin, û di 2014an de bi serokatiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş hat spartin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500