Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Ciwan îdyolojiya DAIŞ li dibistanên Mûsilê jinav dibin

Xalid Taî

Xwendekarên Mûsilê ala Iraqî bilind dikin di dema programeke dibistanê de ku ji bo parastina wan ji îdyolojiya şaş a ku ji aliyê "Dewleta Islamî" ve tê belavkirin. [Wêne ji aliyê Dunya Emmar]

Xwendekarên Mûsilê ala Iraqî bilind dikin di dema programeke dibistanê de ku ji bo parastina wan ji îdyolojiya şaş a ku ji aliyê "Dewleta Islamî" ve tê belavkirin. [Wêne ji aliyê Dunya Emmar]

Hin tîm ji çalakvanên ciwan serdana dibistanan li beşên rizgarbûyî yên Mûsilê dikin ji bo pêkanîna workşopên dijî-tundrewbûnê ji zarok û nûciwanan re yên ku dibe bi awayekî nerênî ji aliyê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ve karîgerî li wan hatiye kirin.

Rêxistina Faf ji bo Pêşketin û Nûavakirinê, ku serperiştiya programê dike, bi dehên ciwanan rahênan kirine ku bibin lîderên xwecihî di civakên xwe de bi rêya belavkirina çandeke miyanrewiyê.

Di nav wan de çalakvana Mûsilî Dunya Emmar heye, ku got ew di gelek programên rahênanê de beşdar bûye beriya ku ji bo erkên hişyariya civakî beşdar bibe.

Me berî du mehan dest bi kursan kir, û me biryar da ku em li dibistanan kar bikin ji bo wan grûpên emrî yên ku herî zêde bandor li wan hatiye kirin bi rêya şaşkirin û ragihandina çewt," Emmar ji Diyaruna re got.

"Em karnameya xwendinê ya hevgirtî bikar tînin ku girîngiyê dide mamelekirinê ligel ramanên tundrew û şaş û li ser pêşxistina nirxên weke aştî, pêkvejiyan û welatparêzî," wê got.

Xwendkar li gorî asta emirî memele bi wan re tê kirin, wê anî ziman.

"Ligel xwendkarên dibistanên navendî û amadeyî, em diaxivin û behsa tiştan dikin daku em di cih de guhertin û encamên erênî bibînin," wê got.

Gelek ji xwendkarên biçûk rastî şoka derûnî hatine ji ber ku wan îdamkirin dîtine an jî term li cadeyan dîtine, di jiyanê de an jî bi rêya madeyên propagendaya DAIŞ, wê got.

Şoka derûnî ya demdirêj

Tîmê guhdaneke taybet da xwendkarên biçûktir, Emmar got, kêf, çalakiyên hunerî weke nexişandinê, mûzîk û lîstikên ku wan han didin karê baş û alîkariya komî bikin ji wan re peyda dikin.

Daku bi awayekî tam Mûsilê ji karîgeriyên DAIŞ ên derûnî û hişî xelas bikin, wê got, divê ku kar bi awayekî berfirehtir ji bo hemû beşên civakê were kirin.

"Heta niha xelk di bin bandora şok û tirsê de mane," wê got. "Dibe ku em wan piştrast bikin û han bidin daku vegerin jiyana xwe ya normal û beşê dema terorîzmê bo hetahetayê bigrin."

Faf dest bi programê xwe kir daku zarokan li dijî tundrêbûnê vaksîne bike piştî ku rojhilatê Mûsilê rizgar bû û rewşa ewlehiyê aram bû.

Wezareta Perwerdeyê deriyê xwe ji bo derbaskirina van fikreyan di karnameya dibistanê de vekir, Muhened Umerî yê ji Faf ji Diyaruna re got.

Rêxistinê neh tîmên ku ji 50 zilam û jinên ciwan ji Mûsilê pêk hatibûn rahênan kirine daku programê birêve bibin, ku heta niha gihiştiye zêdetirî 300 dibistanên nûvekirî li taxên rojhilatî yên bajar, wî got.

"Programa parastina fikrî bi taybetî zarok û ciwanan han dide daku îdyolojiyên tundrew û ne adil yên ku terorîst hewl didan belav bikin red bikin û ramanên miyanrew ên nerm qebûl bikin," wî ji Diyaruna re got.

Avakirina pêşerojeke geştir

"Em dixwazin jîngeheke ku alîkariya wan bike ku giringiyê bidin avakirina pêşeroja xwe û ku bibin endamên çalak di avakirin û pêşxistina civakên xwe de pêşkêş bikin," Umerî got.

"Aniha her programeke parastina fikrî nêzî hefteyekê dirêj dike û piştre tîma spartî diçe dibistaneke din," wî got.

"Weke beşekê ji planên me yên hatî, ev kurs dê di mizgeftan de jî pêk bên daku girûpên armanckirî berfirehtir bibin, û dê biçe taxên din li beşê rojavayê Mûsilê piştî ku bi temamî ji destê DAIŞ were derxistin," Umerî got.

Çalakiyên Faf ên din programekî lixwe digrin ku xwendekaran hînî dermankirina sereke dike û piştgiriya derûnî pêşkêşî wan dike, wî got, bal kişand jî ku 120 nêr û mê bawername ji International Medical Corps wergirtine.

"Hewlên xwebexşî yên gelek mezin hene ji aliyê ciwanên Mûsilê ve daku xizmeta xelkê xwe bikin û bajarê xwe ava bikin," rêvebera encumena xwecihî ya Mûsilê Besma Basim ji Diyaruna re got.

"Yek ji tiştên herî girîng ku niha dikin şerê îdyolojiya DAIŞ e û paqijkirina mejiyên zarok û ciwanan e," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500