Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ bazirganiyê bi hebên Kaptagon ên hişbir dike daku çalakiyên xwe fînanse bike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Tarmadol, ku madeyeke afyonî ye, yek ji madeyên ku şaş ji aliyê çekdarên "Dewleta Îslamî" ve tê bikaranîn. [Wêne ji Mistefa Balî]

Tarmadol, ku madeyeke afyonî ye, yek ji madeyên ku şaş ji aliyê çekdarên "Dewleta Îslamî" ve tê bikaranîn. [Wêne ji Mistefa Balî]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) madeyên hişbir ên qedexe weke Kaptagon bikar tînin, çêdikin, qaçax dikin û bazirganiyê bi wan dikin ji bo rakirina westiyana şer û zêdekirina dahatên grûpê, berpirsên Sûrî ji Diyaruna re dibêjin.

Hat ragihandin ku DAIŞ hewl dabû ku hincetekê ji vê gava qedexe re bibîne bi rêya derxistina fetwayekê ku rê dide bikaranîna vê madeya hişyarker bi hinceta ku ew "cîhadê asan dike".

Ev heb di nav çekdaran de belavbûyî ne ji ber ku hesteke kêfê dide û gelekî bibandor in di hiştina bikarîner di rewşa hişyarbûnê de bo demeke dirêj, li gorî kesên agahdar ji vê madeyê. Çêkirina wan jî heta astekê asan e.

"Ji ber dema dirêj a krîza li Sûriyê, çendîn bela li gelek deverên welat derketine, ji wan jî bengîniya madeyên hişbir," Merwan Şihabî, fermandarê komeke Artêşa Azad a Sûriyê li Babê, got.

Polîsekî Sûrî li madeyên hişbir û hebên Kaptagon dinere li Rêveberiya Berengarbûna Madeyên Hişbir li Şamê di 4ê Kanûna Duyema 2014an de. Firotina vê madeya qedexe di nav tevlîheviya şerê Sûriyê de zêde bû. [Luey Bişara/AFP]

Polîsekî Sûrî li madeyên hişbir û hebên Kaptagon dinere li Rêveberiya Berengarbûna Madeyên Hişbir li Şamê di 4ê Kanûna Duyema 2014an de. Firotina vê madeya qedexe di nav tevlîheviya şerê Sûriyê de zêde bû. [Luey Bişara/AFP]

Ev yek bi taybetî di nav çekdaran de berbelav e, hejmareke mezin ji wan Kaptagon bikar tînin daku hişyar bimînin û Tramadol daku tehmûla êşa ji birînan bikin, wî got, anî ziman ku kêfa ku ji heban tê hestekî hêza tam dide çekdaran.

Hebên Kaptagon bi taybetî di nav çekdarên DAIŞ de gelekî tên bikaranîn, Şihabî got, ji ber ku "bikaranîna wan ne qedexe ye, ji ber ku li gorî wan ew alîkariyê di cîhadê de dikin".

Çêkirin û belavkirin

Emîrên DAIŞ hercar heban bi rêya simsarên ku wan bi qaçaxî tînin Sûriyê bidest dixin, û wan li ser çekdarên bin xwe re belav dikin, Şihabî got.

"Lê belê, xuya ye ku grûpê kariye kargeha xwe ya çêkirinê ava bike tevî dorpêça nêzîkî-tam ku li ser wê hatiye ferzkirin," wî got.

Berhemanîna van heban nezehmet e, ji ber ku madeyên sereke ku di çêkirina wan de tên bikaranîn bidestxistina wan heta astekî asan e, wî got.

Şihabî got ku wî zanî ku hebên ku DAIŞ çêdike destpêkê ji Iraqê hatin, û bi awayekî nefermî bi navê hebên "Felûca" dihatin naskirin, weke nîşanekê bo çavkaniya wan.

"Piştre ew heb ji bazarê nepenî bûn, û cureyeke nû ji hebên ku li Sûriyê tên çêkirin li bazaran derketin ku weke hebên borî ne, tenê bi rengê zer, " wî got.

Piraniya kargehên berhemanîna heban li Dêrezorê ne, wî got, ku bi awayekî zêde û nîv-vekirî ji aliyê bazirgan û qaçaxçiyan ve tên firotin ku ji DAIŞ bidest dixin.

Bi dehên caran, dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) deverine li bakurê Sûriyê ji DAIŞ paqij dikirin, şervanê QSD Wail Cabir got ku wî sindoqên Kaptagonê yên ku DAIŞ li pişt xwe li bingehên xwe û li malên çekdarên xwe hiştibûn dîtin.

"Kîsên biçûk ku ji 10 heta 15 hebên Kaptagon têde ne jî di lêgerîna laşê çekdarên DAIŞ ên mirî de hatin dîtin," şêniyê ji Hesekê ji Diyaruna re got.

Li gelek çekdarên DAIŞ ên birîndar nîşanên êşê yên li gorî birînên wan ku piraniya wan giran in xuya nakin, wî got, anî ziman jî ku ji tişta ku ji bijîşkiyê fêr bûye ev yek ji ber ku laşên wan bi temamî benckirî ne.

"Hebên cîhadê"

Ewlekariya kampa Rukban, ku cihekî nefermî yê hewandina penaberan e li zona serbazî ya girtî navbera Urdun û Sûriyê, vê dawiyê zilamek girt ku hebên Kaptagon difrotin, li gorî karmendê hawarçûnê li kampê Tariq Nueymî.

Wî wekîlê got ku ew heb li deverên di destê DAIŞ de hatine bidestxistin, û eşkere kir ku "grûp van heban bi bihayekî gelekî erzan dide kesên ku dixwazin wan li kampê bifroşin" an li çi cihekî din jî, Nueymî ji Diyaruna re got.

Wî wekîlî herwiha kifş kir ku qaçaxçî van heban li derveyî Sûriyê bi qebareyên mezin difroşin, Nueymî got.

"Bazirganiya heban bûye çalakiya sereke ya qaçaxçiyan, ji ber asaniya bidestxistina wan ji aliyê xelkê nêzîkî grûpê yan jî ji aliyê endamên grûpê bi xwe ve," wî got.

Hebên ku bi navê "hebên cîhadê" naskirî ne, Kaptagona ku li deverên bin destê DAIŞ tên çêkirin "bi rengê zer hatine cudakirin, berevajî hebên ku berê ji derveyî deverên DAIŞ dihatin, ku rengê wan spî bû", wî got.

Biha ji herêmekê heta yeka din cuda ne, ku bazirganên madeyên hişbir her hebekê bi $1 li kampan, û heta bi $2 li deverên zengîntir difroşin.

"Bihayê kîseke ji deh heban ji navbera $30 û $50 e, li gorî qebareyê û devera ku bo wê tên gihandin," Nueymî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

zor sipas

BERSIV BIDE