Nûçeyên Iraqê
Civak

Êlên Enbarê dîlana Çobî digerînin piştî derkirina DAIŞ

Seyf Ehmed li Enbarê

Mêrên Iraqî dîlana Çobî dikin di zemawendeke de ku vê dawiyê li Enbarê hat lidarxistin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Mêrên Iraqî dîlana Çobî dikin di zemawendeke de ku vê dawiyê li Enbarê hat lidarxistin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Bajarokên Enbarê yên vê dawiyê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin êdî dîlanên mîna Çobî, ku debkake Iraqî ye, piştî ku ew ji aliyê DAIŞ ve hatibûn qedexekirin.

"DAIŞ hertişt li deverên ku wê ew dagir kirin qedexe kir, lê belê aniha ew rizgar in, spasdarî ji ked û qurbanîdayînên hêzên Iraqî re," serokê polîsan lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

"Rewşa ewlehî aram e li hemû deverên ser bi Enbarê ve û çeteyên DAIŞ hatin jinavbirin," wî got.

Aniha gengaz e ku zemawend û ahengên din lidar bikevin mîna rewşa berê, Erzayic got, û lidarxisitna dîlana çobî nîşaneke rizgariyê de.

Çobî dîlaneke gelêrî ye ku li zemawendan û festîvalan tê lidarxisitn. Bi girtina destên hev, dîlanvan di xeteke dirêj an jî grover de dimeşin û pêyên xwe li erdê dixin.

Adetên cihêreng

Adetên êlên Enbarê yên ahengan cor bi cor in, endamê encumena parêzgeha Enbarê Muhemed Yasîn ji Diyaruna re got.

Ev jî dîlana Çobî û xêlê bûkguheztinê, Zeffa, ku ji "çend otombîlên ku xêlvaniyan hildigrin û di nava kolanan re diçin li xwe digre pêk tê", wî got.

Beriya dagirkeriya DAIŞ ji Enbarê re sala 2014an, şêniyên parêzgehê ahengên xwe li gundê Hebaniyê yên torîzmê pêk tanîn, Yasîn got. "Lê aniha malbatên bêwar li wan avahiyan vedihewin, û her ahengeke ku divê li wir lidar bixin divê bê derengxistin."

Dê gund dîsa deriyên xwe ji ahengan re vebikin her çaxê ku malbatên aware yên ku li wir vedihewin vegerin warên xwe ên rizgar, wî got jî.

Hevdem, wî got, "hêzên ewlekariyê ahengan û kombûnan ji êrîşên rêxistinên terorîst diparêzin".

"Dîlana Çobî yek ji kevnetor û adetên êlî yên sereke ye," serokê encumena êlên Enbarê, Şêx Turkî Ayid Şimerî ji Diyaruna re got. "DAIŞ dê gef li herkesê ku xwestibaya vê lidar bixe yan bistirîne û guhdarî mûzîkê bike bikiraye."

"Serdem û îdyolojiya DAIŞ ji holê rabû," wî got. "Jiyan êdî vegeriyaye rewşa xwe ya normal li Enbarê, û xelk dikarê bê bertengkirin pîrozbahiyan lidar bixe."

Mûzîk vedigere Enbarê

"Jiyan çaxê kontrolkirina DAIŞ ji Remadî re tune bû," Zuhêr Anî, 38, yê ji xelkê bajêr, got. "Kuştin û serjêkirinên bê sedem bûn bi tenê bi bihaneya ku ciwan li stiranan guhdarî dikin û mobaylan bikar tînin."

Niha kolanên Remadî û bajarên din ên parêzgehê mişt ahengên zemawendan, xwestinan, ahengên serkeftina akademî û boneyên taybet ên din in, wî got, anî ziman jî ku dengê daholan ji dûr ve tê bihîstin.

"Rêxistinên terorîst ên ji hemû paşxaneyan naxwazin ku xelkê Iraqê di rehetiyê de bijîn," rûniştiyê Felûca, Meysem Ebdul Cebar Cumêlî, 40, got. "DAIŞ hewl da ku hertiştê bedew têk bide."

Rêxistinê tomargeh wêran kirin û dikanên ku amûrên mûzîkî difroştin an didan bi kirê teqandin, wî got.

Lê dîsan nîşanên bexteweriyê li kolanan tên dîtin, Cumêlî got. "Em niha dikarin bi hev re pîrozbahiyan lidar bixin, di demekê de ku beriya niha me nedikarî zemawendan li Felûça girê bidin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500