Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ berê xwe dide sivîlan ligel nêzîkbûna bidawîhatina şerê Mûsilê

Xalid Ta'î

Xelkê rojavayê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" direvin di bin parastina hêzên Iraqî de. [Wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Xelkê rojavayê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" direvin di bin parastina hêzên Iraqî de. [Wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Di dema ku şerê Mûsilê nêzî dawiya xwe dibe de, sivîl li deverên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) mane rastî guvaşeke mezintir tên, şêniyên bajêr û berpirsiyar ji Diyaruna re dibêjin.

Dema ku hêzên Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî derbasî Werşen li rojavayê Mûsilê bûn roja 19ê Gulanê û rizgarkirina wê ragihandin, çekdarên mayî yên DAIŞ reviyane Bajarê Kevin ê Mûsilê.

Lê belê, berî revê, rêxistinê sikakên taxê bi teqemeniyê pêşvebirî mişt kirin û ew ji bo teqandinê hazir kirin.

Şêniyê Werşen Omer Reşîd, 56, got ku çekdarên DAIŞ di bin deriyên malên xelkê de çandin daku nehêlin ew birevin.

Wî serencamên vî kiryarî bi çavên serê xwe dîtin, wî ji Diyaruna re got.

Du zilam hatin kuştin, du zarok û sê jin jî birîndar bûn, wî got, çaxê ku teqemeniyek teqiya dema ku wan hewl dida ku ji mala xwe derbikevin û birevin, bi tenê çend demjimêran beriya ku tax bê rizgarkirin.

Mertalên mirovî

"Çekdaran xaniyên ku xelk li wan dijîn weke navendên embarkirina çekan û sazkirina mînan û teqemeniyan bikar tanîn," Reşîd got. "Wan rexên kolanan bombrêj dikirin û otombîlên bombekirî li herderê bicih dikirin daku pêşketina yekîneyên serbazî hêdî bikin û malbatên direvin bikin armanc."

"Wan gef li me xwar ku guleyan berdin me eger em hewla revê bidin, çaxê ku ew di nav taxan re digeriyan, wan xelkê xwecihî bi xwe re dibirin daku xwe li pişt wan veşêrin," wî anî ser ziman.

"Çend rojan berî rizgarkirinê wan çend malbat ji deverên Zencîlî, Xezra û Bajarê Kevin anîn taxa me," wî got.

"Ew mertalên mirovî bûn."

Hevdem, mercên jiyanê bi awayekî dramatîk kambax bûn.

"Pir nema bû ku em ji birçîna bimirin piştî ku em ji jêderên xwarinê qut bûn," Reşîd got. "Hemû tiştê mayî bi tenê piçek ard bû, lê me didît ku terorîstan goşt, birinc û fêkî dixwarin."

Wî dilrehetiya xwe ji ber xelasbûna ji pencên rêxistinê anî der birî, bal kişand ku "tevî zehmetiyên me jiyan kirin, dilxweşiya me bi felata ji nav pencên DAIŞ nayê wesifkirin".

Hêzên zêdetir

Hêzên Iraqî piraniya taxên rojavayî yên Mûsilê standine û nêzî qedandina operasyona rizgarkirina bajêr in, berpirsiyarên xwecihî gotin.

Şer û pevçûn li devereke biçûk di nava dilê bajêr de ne, wan ji Diyaruna re got, ku çekdarên mayî yên DAIŞ hewl didin li ber xwe bidin bi bikaranîna berfireh a teqemeniyan û qayimkirina dorpêça li ser sivîlan.

"Dijmin aniha hema bibêje ku hertiştî bombrêj dike û teqemaniyan li kolanan bicih dike û li her derên din daku wanên ku hewla revê didin bikin armanc û pêşketina hêzên me asteng bike," peyvdarê fermandariya operasyonên Nînewayê Emîd Fîras Beşar Sebrî, got.

DAIŞ avahî,malên xelkê û hetanî bi mizgeftan kirine veşargehên çekan û kargehên sazkirina teqemeniyan û mînan, wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku rêxistin "otombîl ji xaniyan didize û wan bombrêj dike".

"Herçiqas ku werîs li dora sukra terorîstan tengtir dibe, ewqasî berberî û hovtir dibin," Sebrî got.

Hêzên rizgarker "xwedan ezmûn û alavên bes in" ku ew kolanan û cihên ku teqemenî li wan hatine çandin bimalin û wesayîtên ku dê di êrîşên xwekujî de bên bikaranîn bikin hedef, wî got.

DAIŞ dixwaze hejmara herî gengaz ji qurbaniyan biçine, Sebrî got, "lê em dê nehêlin ku ku ew vê merema xwe bibin serî".

DAIŞ di bin agir de maye

DAIŞ ji hemû aliyan ve di bin agir de maye û ew dê nikaribin demeke dirêj li ber xwe bidin, peyvdarên Hêzên Taybet, Emîd Sebah Numan, got.

"Rêxistin heroj beşekî ji bajêr ji dest dide û çekdar û çekên wê kêm dibin," wî ji Diyaruna re got.

Lê heta niha DAIŞ rêyan bomebrêj dike û şîniyan dike armanc li deverên li jêr kontrola xwe, û operasyonên xwekujî û êrîşên bêserûber lidar dixe, wî got.

Rûbirûyê şikestinê tê, lewra DAIŞ herwiha agir bi jeneratorên xelkê û yên giştî û mulkên xelkê dixe û torên sarincê têk dibe, Numan got.

"Ev hemû tektîkên terorîstan in; girtina niştecihan, armanckirina wan, û aniha hewl didin ku hertiştê ku destê wan bigihêjiyê bişewitînin," seroka encumena bajarê Mûsil Besma Basim ji Diyaruna re got.

Hinek awareyan raport kir ku endamên DAIŞ ew neçar kirin ku kilîtên otombîlên xwe radestî wan bikin bo ew wan weke rêbend bikar bînin an jî bo wan bişewitênin daku dûman çêbikin, ji bo meremên xweveşartinê, wê got.

Ligel çandina teqemeniyan li deverên ku sivîl diçine wan, wê got, nîşangirên DAIŞ sivîlan dikin armanc, û xwe li pişt wan diveşêrin di dema pevçûnan de û dema ku ji taxekê diçin taxeke din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500