Nûçeyên Iraqê
Remezan

DAIŞ bajarên Sûriyê ji kêfxweşiya Remezanê bêpar dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Du zilam li Reqa li ber çavê xelkê heqaret li wan tê kirin berî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve werin celdkirin bi îdiaya ku di Remezana 2016an de rojî negirtine. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Du zilam li Reqa li ber çavê xelkê heqaret li wan tê kirin berî ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve werin celdkirin bi îdiaya ku di Remezana 2016an de rojî negirtine. [Wêne ji Mihemed Ebdula hatiye wergirtin]

Li çend beşên mayî yên Sûriyê yên di bin destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), meha Remezanê ya pîroz ji adet, çalakiyên civakî û merasîmên kêfê hatine bêparkirin ji ber ku rêxistin xelkê neçar dike ku îdolojiya wê ya tundrew bicih bikin.

Berî çend salan, Reqa hertim bi dekorasyon û ronahiyan xemilandî bû û bi dengê tewaşîhan (sirûdên olî) tije bû, ku xwediyên erebokan li kolanan belavbûyî bûn û xwarin û şîrîniyên taybet difroştin, şêniyên bajar ji Diyaruna re got.

Niha, wan got, ev hemû nema, û ev meh ji mehên din necuda ye.

DAIŞ îbadet û adetên Remezanê têk dan, şêx Muaz Ebdulkerîm, gotarbêjekî berê yê mizgefta Omer li Helebê ku li Qahîra dimîne, got.

Îbadetên olî û adetên civakî berê di Remezanê de "atmosfêreke xweşik" çêdikirin, wî ji Diyaruna re got, lê "kiryarên rêxistinê di dema meha rojiyê de û biserdegirtinên li ser welatiyan" kêfa wê jê dizî.

Di demekê de ku adet ji beşekî Sûriyê bo beşekî din tên guhertin, wî got, taybetmendiya giştî hebûna hevpiştgiriya malbatî û ya civakî, serdanên malbatî û kêf û xweşî bû.

"Herwiha, DAIŞ nîşanên kêfê qedexe kirin, ji ber ku, weke nimûne, dekorasyonên Remezanê, stranên gelerî û tevlîbûna hedu regezan, heta di nav kesûkaran de jî," wî got.

Ezîmeyên xwarinê yên mezin ku malbat, heval û xelkê heman deverê digihandin hev nemane, wî got jî.

Meheke bêkêf

Xelkê Reqa rmerasîmên sipehî yên Remezanê jibîr kirine, Nasir Elî, şêniyekî bajar ku bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

"Hevberkirina kolanên Reqa di Remezanê de di salên borî de ligel rewşa wan a niha cihê xemgîniyê ye," wî ji Diyaruna re got.

Atmosfêra carê cihê kêfxweşiyê bû û kolan tije dekorasyon, ronahî û xwediyên erebokên ku şêrînî û xwarin difroşin bûn, wî got, lê niha ti tişt ji van tune ye.

Ev Remezan dê ji yên salên borî zehmetir be, ji ber ku rewşa niha zehmetir e, Elî pêşbînî kir.

"Karîgeriyêndorpêçê di jiyana rojane ya xelkê bajar de dest bi xuyabûnê kirine, hinek ji wan amadekarî ji mehê re kirin bi rêya embarkirina hinek ji madeyên ku karîbûn li bazaran bibînin," wî got.

Ji nav wan şekir, birinc û hinek cureyên dexlûdanan, wî got, anî ser ziman jî ku ji ber bihayê giran yê goşt, gelek xelk sewalan xwedî dikin.

Ji tirsa nêzîkbûna şer, wî got, xelk xwarinê embar dikin weke amadekarî ji egera dijêjkirina dorpêçkirinê û qutbûna madeyên xwarinê.

"Hinek malbat hewl didin ku rêûresmên xwe yên adetî biparêzin bi rêya lihevcivîn li yek ji malên xwe li ser iftarê û mayîn li wir heta paşîvê," wî got.

Ew di nehêniyeke tam de wisa dikin, wî got, ji ber qedexeya tevlîbûna hedu regezan li ba rêxistinê û ji ber ku zincîrên televizyonê yên barkirî li ser flaşan li ser komputeran temaşe dikin.

Xembarî û hejarî berbelav in

Nîşana herî xuya li ser ka çawa DAIŞ karîgeriyê li Remezanê dike "rewşa xembar û hejar a sivîlên ku li deverên bin kontrola wê dijîn", rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Kêfa bi hatina meha pîroz nemaye, wî got, weke hemû nîşanên dostanî û piştgiriya civakî yên ku berê belavbûyî bûn, ne tenê navbera Misilmanan lê belê navbera Misilman û Kiristiyanan jî.

DAIŞ "meha kêf û îbadetê kire meha xwîn û kuştinê, ji ber ku salek jî ji dema hatina rêxistinê ve derbas nebûye bêyî ku rêxistin banga rijandina xwînê di Remezanê de bike", wî got.

Endamên Hesba ("polîsên olî") sivîlan digrin û cezayên ji celdkirinê heta îdamkirinê li ser wan disepîne ji ber îdiayên rêxistinê ku ew rojiyê nagrin, Ebdula got.

Ev dîmenên xemgîn niha şûna dekorasyon û pîrozbahiyên adetî û olî ku belavbûyî bûn berî gihiştina rêxistinê girtine, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500