Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Asmanê Iraqê ji firokevaniya sivîl re dubare tê vekirin, DAIŞ jî kontrolê ji dest dide

Xalid Taî

Kompaniyên firokevaniya sivîl ên navdewletî dîsa li asmanê Iraqî vegerane ser kar. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hêlên Asmanî yên Iraqî]

Kompaniyên firokevaniya sivîl ên navdewletî dîsa li asmanê Iraqî vegerane ser kar. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Hêlên Asmanî yên Iraqî]

Kompaniyên firokevaniya sivîl ên navdewletî dîsa li asmanê Iraqî vegerane ser kar.

Dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Hezîrana 2014an de Mûsil û hinek bajarên din dagir kirin, hejmara geştên asmanî yên ku asmanê Iraqê bikar tanîn ji ber sedemên ewlehî kêm bû, ji ber ku gelek kompaniyên firokevaniyê asmanê Iraqê weke zoneke şer destnîşan kiribûn.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Wezareta Veguhestinê dest bi proseyeke gotûbêjan ligel Komeleya Veguhestina Asmanî ya Navdewletî, Rêxistina Firokevaniya Sivîl a Navdewletî û hêzên asmanî yên navdewletî kir, berdevkê wezaretê Salim Mûsa got.

Bo dema salekê, gotûbêjan hewl dida ku desthilatên hêlên asmanî yên navdewletî qayil bikin ku geştên asmanî bi rêya asmanê Iraqê berdewam bikin, wî ji Diyaruna re got, "bi taybetî ji ber serkeftinên ku hêzên Iraqî li dijî DAIŞ bidest xistin".

Ev hewl di dawiyê de biserketin, Mûsa got, ku hêlên asmanî yên Erebî û navdewletî geştên asmanî yên bi rêya asmanê Iraqê de vedigerînin.

"Du rêyên firrînê yên ewle niha hazir in ji bakur heta başûrê welat, ligel egera rêyên firrînê yên bêtir daku têra tevgera asmanî ya çaverêkirî bikin," wî got.

Wezaretê herwiha sîstema kontrolkirina asmanî pêş xist "bi rêya peydakirina teknîk û radarên nû ligel rahênana karkeran daku wan bikar bînin", wî got jî.

Niha, wî got, 150 balafirên rêwiyan rojane digihin Iraqê, ku berî wê rojane navbera 20 û 25an bûn ji hinek kompaniyên firokevaniyê yên herêmî.

Zêdebûna geştên asmanî yên rojane nîşana ewlehiya pêşketî ye, wî got jî.

"Geştên me yên rasterast ji balafirgehên derdorê û herêmî hene û hinek gotûbêj hene ji bo vekirina rêyên firokevaniyê yên nû ligel welatên weke Yûnanistan, Sirbiya û Bîlarûsya," wî got.

Berpirsên Wezareta Veguhestinê hewl didin ku ruxsetê ji Hêlên Asmanî yên Iraqî re bibin ji bo tranzîtê li asmanê Ewropî û daketin li balafirgehên Ewropî piştî pêkanîna mercên Ajansa Ewlehiya Firokevaniyê ya Ewropî, wî got.

"Me di vê derbarê de tedbîrên cihgir standine û hêvî dikin ku em di meha bê de bigihin encamine erênî," Mûsa got.

Tirsên ewlehî kêm bûne

Zêdebûna geştên asmanî yên ku asmanê Iraqê bikar tînin "nîşan dide ku Iraq careke din li ser cîhanê vedibe", Parlemanterê Iraqî Nazim Sayidî, ku serokatiya komîteya xizmetguzariyan a parlementoyê dike, got.

Ew herwiha nîşan dide ku "tirsên ewlehî kêm bûne ji encama qurbanîdayînên ku hêzên Iraqî pêşkêş kirine", wî ji Diyaruna re got.

"Ji encama [van qurbanîdayînan], hewlên Wezareta Veguhestinê ji bo vejandina firokevaniya navdewletî bi rêya asmanê Iraqê serkeftî bûn," wî got.

Beşê çavdêriyê yê Hêlên Asmanî yên Iraqî jî "roleke girîng" lîst di vekirina rêyan ji hêlên asmanî yên sivîl re û garantîkirina operasyonan bi awayekî nerm û ewle, Sayidî got.

"Ev pêşketin dê kompaniyên firokevaniya asmanî yên bêtir han bide ji bo bijartina Iraqê ji bo rêya ewle, bi taybetî ji ber cihê wê yê nimûneyî li ser nexşeyê ji bo rêdana veguhestinê navbera welatên nîverdê yên rojhilatî û rojavayî," wî got.

Vegera firokevaniya bazirganî tenê dikare ji aboriya Iraqî re erênî ne, aborînas Basim Cemîl Antoine got, û dê "nameyeke xurt ji cîhanê re bişîne ku êdî welat ji metirsiya terorê xilas bûye".

Helbet ev yek dê alîkariyê bike di kişandina bala weberhêneran ji bo derfetên weberhênanê yên heyî li welat, wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500