Nûçeyên Iraqê
Remezan

Mûsil bi "tama serketinê" nêzî pîrozkirina Remezanê dibe

Xalid Ta'î

Şêniyên Mûsilê tiştan dikirin li taxên rizgarkirî yên bajêr ji ber ku hatina meha Remezana pîroz nêz dibe. [Wêne ji rûpela Facebookê a Zêrevanên Niştîmanî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Şêniyên Mûsilê tiştan dikirin li taxên rizgarkirî yên bajêr ji ber ku hatina meha Remezana pîroz nêz dibe. [Wêne ji rûpela Facebookê a Zêrevanên Niştîmanî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Meha Remezanê ya pîroz vê salê bi gelek taman bi ser şêniyên Mûsilê tê piştî ku piraniya taxên wan hatin rizgarkirin ji penceyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Ew niha dikarin merasîm û nerîtên Remezanê praktîze bikin, gelek ji wan ji aliyê rêxistinê ve hatibûne bertengkirin, bi serbestî û bê tirs.

Motez Elî, 36, şêniyê taxa Somer li beşê rojavayî yê Mûsilê, xaniyê xwe bi ronî û fanûsan dîkor dike di çarçoveya heziriya ji meha pîroz re.

"Me sê salên Remezanê li jêr kontrola terorîstan bihûrandin," wî ji Diyaruna re got. "Wan em ji çêja rojîgirtinê, perestinê û seredankirina xwediyan bê par kirin."

"Em belengaz bûn, bi tenê me dikarî nimêj bikin, şikir ji Xweda re ku bi hawara me ve hat," wî got.

Elî got ku wî soz dabû ku xwarinê ji xizanan re bi dirêjahiya meha Remezanê amade bike piştî rizgarkirina bajarê wî. "Aniha dema pêkanîn wî sozî ye," wî got.

Di heyama hukmê DAIŞ de li Mûsilê, rêxistina terorîst tevahiya aliyên pîrozkirina hatina Remezanê weke dîkorkirina xaniyan, pevguhertina xwarinan û şêrînî, û lidarxisitna şevbuhêrkên ku bi esasî kevnetorên Remezanê mîna yariya Îraqî gustîl ban kiribûn.

Rêxistinê herwiha pîrozbahiyên olî qedexe kirin.

Bidawîhatina tirs û terorê

Tirsa ji sitemê û cezakirina li ser destê milîtana hişt ku şênî li malên xwe bimînin û dernekevin derve ji bilî carên yekcar girîng, Ebu Bekir Kenaan, Serokê Weqfa Sûnî li Nînewayê, got.

"Serdema hukmê DAIŞ serdemeke tarî yebi hemû wateyan," wî ji Diyaruna re got.

"Şênî ji hovîtiya rêxistinê ditirsiyan û hewriha ji cezayên wê li dijî herkesê ku fermanên wê binpê bike," wî got.

Di encamê de, gelek merasîm û nerîtnên civakî yên têkildarê meha Remezanê nema xuya bikin.

"Şêniya baştir dît ku nimêja terawîhan û nimêja jemaetî li malên xwe bikin daku xwe ji çûyîna bo mizgeftên ku îmamên DAIŞ serkêşiya wan dikirin û guhdarîkirina li gotinên wan û lekçerên wan ên mişt bi ramanên çewt ên dûrî gewdê îslamê bi dûr bigrin," Kenaan got.

"Tiştî girîng ew e ku ew serdem bêveger bidawî hat, û Remezana îsal bê teror û tirs e," wî got.

Remezan bi tama serketinê

Vegera azadiyê û perestina bê tirs "tê di demekê de ku hêzên me yên serbazî serkeftinên xwe dewam dikin û nêzî rizgarkirina hemû taxên Mûsilê dibin ", Kenaan got.

Delîlên vê yeke ew e ku Weqfa Sûnî li Nînewayê bernameyeke mişt ji Remezanê re amade kiriye, wî got.

"Em dê xutban, sîmînaran û lekçerên rewşenbîrbar li mizgeftên Mûsilê û li parêzgehê li dar bixin daku tekeziyê li ser toleransa ola xwe bikin û nepejirandina wê ji tundutûjiyê û hemû formên şidetê re bi banga bo yekrêzî û netewesaziyê," wî got.

Endamên DAIŞ hemû nirxên bawedariya Îslamî têk birin, perlemantar Elî Alaq, serokê komîteya weqfê û karûbarên olî li Parlemanê Iraqî, got.

"Wan Remezanê, meha xûr û bêrê, dayîn û dilovaniyê, bikar anî bo pêkanîna xirabtirîn tawanan derheqê bêriyan de, qedexekirina hemû tiştên ku Xweda rê dane û binpêkirina mafên xelkê," wî ji Diyaruna re got.

"Xelkê Mûsilê mehên Remezanê yên zehmet ên tejî bi van tawanan jiyan kirin, [...] lê Remezana vê salê bi tama serkeftinê ye."

Hêzên Iraqî ji bo parastina şêniyên Mûsilê li ser piyan e

Hêzên Iraqî xebatên xwe dutaq dikin daku taxên rizgarkirî yên Mûsilê biparêzin û daku rê li ber hewlên endamên DAIŞ ên hejandina ewlehiyê di meha Remezanê de bigrin.

Endamê komîteya ewlekarî di encumena parêzgeha Mûsilê de Muhemed Brahîm got ku artêş, polîd û yekîneyên hewalgiriyê hevahengiyê dikin daku pilaneke ewlekarî ya giştgîr bicih bînin.

"Pilan zêdekirina cihgirtina serbazî li dora mizgeftan û bazaran, parkan û qehweyan, sazkirina xalên ewlekarî himbêz dike," wî ji Diyaruna re got.

Brahîm tekez kir ku plan bi awayeke mezin li ser hîma xebatên hewalgirî e têk bibin daku planên milîtanan têk bibin.

"Rêvebriya Hewalgiriya Nînewayê [û Ajansa Dijî Tîrorê] û ajansên Ewlekariya Niştîmanî bi nepenî li ser komkirina agahiyên hewalgirî, çavdêrkirin ûgirtina endamên DAIŞ ên di nav xelkê de veşartî ne dikin û veşargehên wan eşkere dikin," wî got.

Van ajansan, bo çend meha, "operasyonên pêşgir ên serkeftî" li dar dixistin û karîn ku Mûsilê ji şanên terorî paqij bikin, wî got.

"Em ji welatiyên xwe re piştrast dikin ku meha Remezanê dê ewle be," Brahîm got. "Em dê rê nedin DAIŞ ku gefê li ser jiyana xelkê me durust bike, wan bibzdîne û wan ji çêja vê meha pîroz bê par bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500