Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ awareyan dike armanc daku tolê ji ber wendahiyên xwe hilde

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Birîndar li kampekê li devera Recim Selîbî guhlêdana nûjdarî werdigrin piştî ku kamp ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve roja 2ê Gulanê bi xwekujan hate armancgirtin. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

Birîndar li kampekê li devera Recim Selîbî guhlêdana nûjdarî werdigrin piştî ku kamp ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve roja 2ê Gulanê bi xwekujan hate armancgirtin. [Wêne ji Emar Salih hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sivîlan li kampan û xalên kombûnê dike armanc, di nav de penaberên Îraqî û Sûrî yên ku ji şerên li welatên xwe direvin.

Şarezayên ku ji Diyaruna re axivîn gotin ku DAIŞ dixwaze kiryarên întîqamî li dijî sivîlan pêk bîne piştî binketinên berçav ên ku vê dawiyê rastî wan hatiye, û wan li deverên li jêr kontrola xwe asê bihêle bi rêya gefxwarina bi kuştina malbat û xwediyên kesên ku birevin.

Êrîşa 2ê Gulanêya li kampekê li devera Recim Selîbî pêk hatli nav xaka Sûrî herî kêm 46 kuştî li pey xwe anîn, 31 ji wan sivîl bûn.

Herî kêm pênc xwekujan xwe li nava kampê û li derveyî wê teqand, kampa ku li parêzgeha Hesekê dikeve, AFP raport kir.

DAIŞ êrîşa li ser kampa demkî ya li nêzî sînorê bi Iraqê re ku dora 300 malbatan li wir li benda derbasbûyîna bo navçeya di destê Hêzên Sûriya Dîmokratîk de (QSD) bûn lixwe girt.

"Divê ne surpirîz be ku dê grûp sivîlan li Sûriyê û li her devereke din li cîhanê bike armanc," endamê Encumena Aştiya Niştîmanî ya Hesekê Emar Salih ji Diyaruna re got.

Ji destpêkê ve, grûpê sivîl weke armanceke sereke û rewa dibîne, û piraniya êrîş û operasyonên xwe li dijî wan dane pêş, wî got.

Grûpê vê dawiyê êrîşên xwe li dijî sivîlan li Sûriyê gur kirine "daku guvaşê li xelkê bike û wan bêdeng bike li deverên ku ew direvinê de jî daku ji wan veguhêze ku ew birevin ku derê destê wê dikare bigihe wan", wî got.

"Ev komkujî dibe ku name bin ji sivîlên li deverên ku hîna li jêr kontrola wê ne re ku ew dê malbat û xwediyên wan bike armanc eger ew serhildanê li dijî wê pêk bînin û her coreke berxwedanê nîşan bidin," wî got.

Armanckirina kombûnên sivîlan

Êrîşa li ser kampa Recim Selîbî , ku xaleke kombûnê ye ji sivîlên ku ji Dêrazorê û deverên din ên li jêr kontrola DAIŞ direvin, qasê tawankariya rêxistinê dibêvirîne, Heval Ebas, nêrsekî ji Heyva Sor a Kurdî got.

Hejmarek ji endamên DAIŞ gihiştin rêbendeke ewlekariyê li nêzî kampê, li wê derê yekî ji wan xwe teqand û yên din gule bêserûber berdan, û gelek qurbaniyên medenî di encamê de ketin, wî ji Diyaruna re got.

"Tawankariya wan li vir bidawî nebû, piştre çar xwekuj derbasî kampê bûn û yekî ji wan karî xwe biteqîne," wî got.

Yên din ji aliyên QSD ve hatin kuştin beriya ku ew bikaribin teqemeniyên xwe biteqînin, wî anî ziman.

Êrîş hevdem ligel pêkhatina êrîşeke xwekujî li ser navendeke Asayîşê li bajarê Şedadê, ku li wê derê terorîstekî xwe di nava avahiyê de teqand, pêk hat.

Navendê xizmetguzarî ji xelkê re pêşkêş dikirin, Ebas got. "Lewra, gelek şêniyên deverê li wir civiyabûn çaxê êrîşê û hejmareke mezin ji wan yan hatin kuştin an jî birîndar bûn."

Êrîşên din ên li dijî sivîlan teqandina otombîleke bombekirî roja 21ê Kanûna Duyem a ku DAIŞ li xwe girt li nava kampa Rukban a li nava satirê navbera Urdu û Sûriyê lixwe digre.

Êrîşê neh kes kuştin û bi dehan birîndar kirin, jin û zarok di nav wan de hebûn.

Roja 16ê Nîsanê, otombîleke bombekirî bû sedema mirina herî kêm 13 kesan li kampa Mebrûkat li nêzî bajarê Hesekê, ku li wir sivîlên ji şerên Reqayê direvin kom dibin, Ebas got.

Sivîl kirin mertalên mirovî

"Ligel êrîşbirina ser kampên awareyan, DAIŞ herwiha gule bêserûber bi ser sivîlên ku hewil didin ji deverên li jêr kontrola wê birevin berdan," endamê rêveberiya Heyva Sor a Kurdî Egîd Ibrahîm got.

Grûp gihiştibû "lutkeya tawankariyê bi xistina jiyana sivîlan di xeteriyeke dîrekt de li bajarê Tabqayê bi cihgirtina endamên wê di nava malan de û di kolanan de daku xwe ji agirê QSD biparêzin, wisa sivîl kirin mertalên mirovî", wî ji Diyaruna re got.

"Armanckirina sivîlan hertimî bi heman şêweyê pêk hatiye ji destpêka hebûna grûpê ve," wî got. "Ti cudahî di navbera armancgirtina xelkê Kobanî [di 2014an de] û xelkê [kantona] Cezîrê îro tune ye."

"Heta bi çandina bombeyên bidestçêkirî bi heman şêweyê bê cudahî hatiye kirin ku bi tenê armanc dike ku mezintirîn hejmar ji kesan bikuje," Ibrahîm got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500