Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Pêşmerge 36 Êzîdiyan ji destê DAIŞ rizgar dike

Xalid Taî

Di operasyoneke 30ê Nîsanê de li bakurê Iraqê, hêzên Pêşmerge 36 Êzîdî ji "Dewleta Îslamî" rizgar kirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Husên Qayidî hatiye wergirtin]

Di operasyoneke 30ê Nîsanê de li bakurê Iraqê, hêzên Pêşmerge 36 Êzîdî ji "Dewleta Îslamî" rizgar kirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Husên Qayidî hatiye wergirtin]

Hêzên Pêşmerge vê dawiyê biserketin di dûvçûn û rizgarkirina 36 Êzîdiyên ku ji Şingalê hatibûn revandin û li ba "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bakurê Iraqê bo dora sê salan girtî bûn.

Piraniya kesên ku di operasyona 30 Nîsanê de hatin rizgarkirin zarok bûn.

Bi rêya çavkaniyên xwe yên taybet, Ofîsa Karûbarên Revandiyan a hikûmeta herêma Kurdistanê li Duhokê karî ku cihê veşartina wan bi dehên girtiyan destnîşan bike, rêveberê ofîsê Husên Qayidî ji Diyaruna re got.

Her pênc zilam, pênc jin û 26 zarok bi hevahengiyê ligel desthilatên ewlekarî yên Iraqî hatin rizgarkirin, wî got, bêyî ku hûrgiliyên bêtir derbarê operasyonê bide.

"Em naxwazin hûrgiliyan bidin daku em jiyana revandiyên din biparêzin û bikaribin wan rizgar bikin daku vegerin nav malbatên xwe," wî zelal kir.

Di 21ê Nîsanê de, Polîsên Federal ên Iraqê keçeke Êzîdî ya 11 salî, bi navê Fereh Dexîl, ji DAIŞ rizgar kirin dema ku li taxa Tenek a Mûsilê pêşve diçûn.

Rizgarkirina girtiyên din

DAIŞ bi hezarên Êzîdiyan girtin dema çekdarên wê Şingal di Tîrmeha 2014an de dagir kirin. Piştî ku dever di dawiya 2015an de hate rizgarkirin, hêzên Pêşmerge bi sedan rizgar kirin.

Lê hîn nêzîkî 3400 girtiyên Êzîdî li ba DAIŞ in -- gelek ji wan zarok û jin -- li deverên bin kontrola wê, Qayidî got.

"Agahî derbarê girtiyan li ba me hene û em dizanin li kur in," wî got. "Di demeke nêz de, em dê wan ji destê terorîstan derbixin."

"Dema ku her [36 girtî] rizgar kirin, ew di rewşeke gelekî xirab de bûn, ji herdu aliyên psîkolojîkî û cesteyî ve," wî got. "Jiyana wan zehmet bû; terorîstan weke kole mamele bi wan re dikirin û ew rastî cureyên cuda ji zordarî û îşkencekirinê dikirin."

"Her dema ku me ew rizgar kirin, me guhdana bijîşkî û xwarin ji wan re pêşkêş kir, bi hevahengiyê ligel rêxistinên navdewletî," wî got jî. "Me herwiha penagehek ji wan re peyda kir û niha rewşa wan baş e."

Hinek nehatin rizgarkirin

Desthilatên Iraqî heta niha nêzîkî 30 gorên bikom li parêzgeha Nînewa dîtine ku termên bi sedên qurbaniyên Êzîdî yên ku ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatin îdamkirin di wan de bûn.

Asta tundutûjiya ku li dijî grûpa kêmîne hatî encamdan dihêle ku alîkariya hemû rizgarbûyên Êzîdî ji zulma DAIŞ erkdarî be, Husên Qasim Hesûn, şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdî, got.

Rizgarbûyî dê hewceyî alîkarî û çareseriyê bin daku ji derbeyên derûnî yên ku DAIŞ gihandîn wan baş bibin û daku careke din tevlî civakê bibin, wî got, ku ajansên hikûmetê û civaka navdewletî li ser vê yekê kar dikin.

"Gelek ji qurbaniyan rastî tundutûjiya cesteyî, destdirêjiyê hatin," wî got, hevdem hinekên din hatin neçarkirin ku xwe ji dînê xwe bêrî bikin û biguherin.

Kesên revandî vedigerine Şingalê

Revandiyên Êzîdî di operasyonekê de hatin rizgarkirin ku li navçeya Beac li rojavayê Mûsilê, ku di destê DAIŞ de ye, hat pêkanîn hatin rizgarkirin, endamê encumena parêzgeha Nînewa Seydo Husên Tatanî ji Diyaruna re got.

"Kesên revandî hemû niştecihên Şingalê ne, û yekser piştî rizgarkirina wan bo bajarê xwe hatin birin û guhdana pêwîst ji wan re hat pêşkêşkirin," wî got.

Hikûmeta xwecihî ya Nînewa piştgiriya hemû hewlan dike ji bo rizgarkirina Êzîdiyan û hemû kesên din ên ku di zindanên DAIŞ de mane, wî got jî.

"Em bang li desthilatên niştîmanî dikin ku guhdaneke bêtir bidin bê pirsê," Tatanî got. "Em hêvîdar in ku herkes dê alîkariyê bike di vegrandina van girtiyan bo malbat û hezkiriyên wan de û bidawîanîna êşa wan a tehl û dirêj."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500