Nûçeyên Iraqê
Civak

Şûnwarên hatine dizîn ji maleke sestjêberdayî li Mûsilê hatin vegerandin

Xalid Ta'î

Du serbazên Iraqî asewarên ku wan alîkarî di vegerandina wan de ji destê "Dewleta Îslamî" li rojhilatê Mûsilê piştî rizgarkirina wê kir, nîşan didin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ajansa Ewlekariya Niştîmanî hatiye wergirtin]

Du serbazên Iraqî asewarên ku wan alîkarî di vegerandina wan de ji destê "Dewleta Îslamî" li rojhilatê Mûsilê piştî rizgarkirina wê kir, nîşan didin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ajansa Ewlekariya Niştîmanî hatiye wergirtin]

Hêzên istixbarata Iraqî veşargeheke asewarên ku hatin dizîn ji Zanîngeha Mûsilê li maleke destjêberdayî yê çekdarekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Mûsilê dîtin.

Xelkê hêzên ewlekariyê gihandin veşargehê li taxa Kefaat Ûla, fermandarê operasyonên Nînewa Lîwa Necimedîn Cibûrî ji Diyaruna re got.

Li gorî xeberlêdanekê, "yekîneyeke taybet çû maleke devjêberdayî ya çekdarekî DAIŞ li taxa Kefaat Ûla li Mûsilê", wî got.

Yekîneyê devereke embarkirinê ya jêrzemînê dît ku bi dehên asewaran, di nav de nexşe û destnivîsên kevin, paşmayiyên kevin û asewarên berî dîrokê hebûn, wî got.

"DAIŞ ev tişt ji Mûzexaneya Dîroka Siruştî ya Zanîngeha Mûsilê û pirtûkxaneya wê ya navendî dizîn piştî ku wê dest danî ser bajar," wî got.

Asewar hatin hijmartin û vegerandin bo zanîngehê, wî got, anî ser ziman jî ku vegerandina asewarên ku hatin dizîn bi qasî hewlên rizgarkirinê giring e.

Vegerandina asewarên talankirî

Dema çekdarên DAIŞ tên girtin, "em lêpirsînê bi wan re dikin daku piştrast bikin ku destê wan di talankirina asewar an jî milkên giştî de heye yan na", Cibûrî got.

Armanc ew e ku em hewl bidin bizanibin kengî û li kur ev tişt hatin dizîn û ji kê re hatin firotin, wî zelal kir, behsa wê yekê jî kir kukelûpelên talankirî berî niha li Mûsilê hatin dîtin..

Di dawiya Kanûna Duyem de, hêzên ewlekariyê herî kêm 100 parçeyên şûnwarî ji veşargehekê li devera Zîrayî ya rojhilatê Mûsilê dîtin. Piraniya asewaran cerikên û sîniyên seramîk ên divegerin serdema Babylon û Aşûriyan in.

DAIŞ dest danî ser gelek tiştên binirx ji Zanîngeha Mûsilê, Ehmed Fekak Ehmed Bedranî, emîdê kolêja zanistên siyasî ya zanîngehê, got. Hinek hatin qaçaxîkirin û firoştin li bazara reş lê belê hinekên din hîn veşartî ne.

Mûzexaneya Dîrokî Sirûştî ya zanîngehê şûnwarên giranbuha yên ku vedigerin serdemên kevnar li xwe digre, ligel tiştên ku ji bo armancên perwerdahiyê tên bikaranîn, wî got.

Zanîngeh herwiha mûzexaneyeke keleporî li xwe digre ku berhemên pîşeyî nîşan dide ligelPirtûkxaneyeke navendî ya mezin û navendeke lêkolînan ku pirtûk, destnivîs û nexşeyên kêmpeyda li xwe digre.

"Em ji hemû kesan dixwazin ku bigihin hev û di vegerandina giranbuhayiyên me yên hatine dizîn beşdar bibin," Bedranî got.

Pêşbazî ji bo vegerandina asewarên ku hatine dizîn

Piştî ku DAIŞ Mûsil girt di Hezîrana 2014an de, dest bi kampanyayeke berfireh kir ji bo wêrankirina cihên şûnwarî yên kevin û talankirina naverokên wan.

Di demekê de ku piraniya Mûsilê niha di bin kontrola hêzên Iraqî de ye, desthilatên xwecihî hewl didin ku asewarên ku hatine dizîn û hîn li bajar veşartî ne bibînin.

Ji bo vegerandina asewarên dizîkirî yên Mûsilê, gerek komîteyên hevahengiyê yên hevbeş navbera desthilatên xwecihî û hêzên ewlekarî werin avakirin, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şebîb Sebaawî, got.

Dibe ku çekdarên DAIŞ hinek ji tiştên dizîkirî bi xwe re biribin dema ku ji şerê rojhilatê Mûsilê ber bi aliyê rojavayî ji bajar reviyan, wî ji Diyaruna re got.

Ev tê wateya ku dibe hinek ji asewarên dizîkirî li bajar veşartî bin, wî got, banga hewldanên awarte kir ji bo dîtin û vegerandina wan.

"Divê em lêkolînên xwe zêdetir bikin," Sebaawî got. "Vegerandina vê xezîneya dîrokî berpirsiyariya herkesî ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500