Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq endamine polîsê Nînewayê yên berê vedigerîne

Xalid Ta'i

Endamên polîsê Nînewayê yê xwecihî ji alavên teqemenî yên pêşxistî xilas dibin ên ku "Dewleta Îslamî" li pişt xwe hiştine dema ku ew ji şerên dijî hêzên Îraqî direvîyan.[wêne ji rûpela polîsê Nînewayê hatiye wergiritn]

Endamên polîsê Nînewayê yê xwecihî ji alavên teqemenî yên pêşxistî xilas dibin ên ku "Dewleta Îslamî" li pişt xwe hiştine dema ku ew ji şerên dijî hêzên Îraqî direvîyan.[wêne ji rûpela polîsê Nînewayê hatiye wergiritn]

Hikûmeta Îraqî dest pê dike endamên berê yên polîsê Nînewayê vedigerîne, yên ku dest ji xizmetê berdabûn piştî ku "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) di Hezîrana 2014an de êrîşî parêzgehê kir.

Pêşbînî heye ku bîtir ji 13,000 endamên hêzên polîs sûdê ji vê biryarê webigirin yên ku berê ji xizmetê hatibûne dûrxisitn, piştî ku hatibûne raçavkirin wan xwe ji xizmetê daye alî, berpirsan ji Diyaruna re got.

Gelek endamên ewlehkariyê ifade kirin ku ew dixwazin vegerin erkê xwe û xizmeta welatê xwe bikin, parlementara Îraqî yê parêzgeha Nînewayê Mehasin Hemdûn got.

"Piranîya van kesan malên wan ji destên wan çûne û wekî encameke terorîzmê ew bêwar bûbûn, vê dawîyê piştî deverên wan rizgarbûn wan karibû vegerin malên xwe ," wê ji Diyaruna re got.

Hemdûn got ku berî sê mehan ew bi Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî re civiyabû daku daxwaza van endamên polîs bigihîne wî ku ew dixwazin dest bi kar bikin.

Serok Wezîr "bersiva daxwazê kir" wê got, anî ser ziman jî ku piştre gelek civîn bi berpirsên Wezareta Karên Hundir re hatin lidarxistin piştî lihevkirin hebû ku wan karmendan vegerînin.

"Bi temamî, 13,430 endamên hêzên polîsên xwecihî yên berê herwiha endamin ji berevanîya sivîl û polîsê trafîkê di nav wan de hene" yên ku hatibûn dûrxistin, wê got.

Wezareta Karên Hundir dest bi proseya ku navên wan kontrol bike kir û got ku tu binpêkirina ewlehî li dijî wan nehatiye qeydkirin, Hemdûn got.

Girîng e "em tekûz bikin ku ew endamên ku hatibûn dûrkirin tu têkilîya wan bi rêxistinên terorîst re nîne yan tawan bi tu awayî nekirine ji bo ku em rêyê li ber pinpêkirina ewlehîyê di pêşerojê de bigirin", wê anî ser ziman.

Pêdevî bi gelek karmendên polîs heye

Dema hate ragihandin ku di destpêka vê salê rojhilatê Mûsilê ji DAIŞ azad bûye, polîsê Nînewayê dîsan 12 navendên polîs û rêveberiyên li parêzgehê vekirin Otombîlên pasvanîyê yên polîsê xwecihî, yên bi rengê xwe yê kesk ê ciyawaz, careke dî li kolanên deverên rizgarkirî peyda dibin.

Vegerandina karmendên polîs dê ewlehîyê û aramiyê li parêzgehê qayim bike, serokê komîteya ewlekariyê ya encumena herêmî Mihemed Ibrahîm got.

"Niha 12,000 endamên hêza polîsê Nînewayê hene, lê ev hejmar ne bes e daku hemû operesyonên ewlekarî li parêzgeha me werin cîbecîkirin ," wî ji Diyaruna re got.

"Her wekî nêzîk e ku bajarê Mûsilê bi temametî were rizgarkirin, dê hewcedarî hebe ku gelek karmendên ewlekariyê werin tecnîdkirin daku kontrola deverên rizgarbûyî bikin û aramiyê li wê derê qayim bikin," wî anî ser ziman.

Karmendên ku berdabûne wan xwedî tecrubeyeke berfireh in "ne tenê di derbarê dozên ewlehîyê û tekoşîna dijî tawanê de, lê herwiha di derbarê karê îdarî de jî wekî derxistina belgeyên nasnameyê û dirustkirina raportên polîs", Ibrahîm got.

Ewlehîya deverên rizgarbûyî "berîtiya herî girîng e"

Ji nû ve vekirina navendên polîsê û vegerandina karmendên wê " nameyeke xemrevînîyê dide kesên sivîl, nameya ku dide xuyakirin ku ewlehîya deverên wan pêşeya hikûmetê ya herî girîng e", Besma Basim, seroka encumena parêzgeha Mûsilê, ji Diyaruna re got.

Hêzên Ajansa dijî Trorîzmê, artêş û polîsê fedral hemû berpirsyar in ku deverên Mûsilê yên rizgarbûyî biparêzin, wê got.

"Lê belê, divê niha em hejmara hêza polîsê xwecihî zêde bikin û em wan bi otombîl û amûrên serbazî dabîn bikin daku pîştî hêzên rizgarker vekişin ew karibin bi erkên xwe rabin," wê got.

Polîsê Nînewayê hevkarîyê bi niştecîyan re dike daku terorîstên xwe di bajar de vedişêrin bigirin, Basim got

"Îro herkes kar dike daku serfirazîya ku hatiye bidestxistin biparêze," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500