Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ leşkerên li deveyî xizmetê li rojavayê Enbarê dike armanc

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî li ser rêya navdewletî ya nêzîkî Rutba li rojavayê Enbarê kom bûne berî şerê Gulana 2016an ê rizgarkirina bajarok. [Wêne ji rûpela Facebook a Şaneya Medyayî ya Şer hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî li ser rêya navdewletî ya nêzîkî Rutba li rojavayê Enbarê kom bûne berî şerê Gulana 2016an ê rizgarkirina bajarok. [Wêne ji rûpela Facebook a Şaneya Medyayî ya Şer hatiye wergirtin]

Di demekê de ku nayê çaverêkirin ku rûbirûbûnên ligel hêzên Iraqî bi dawiyeke baş ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re bin, rêxistin berê xwe dide girtina leşkerên bêçek ên di bêhnvedanê de li deverên îzolekirî, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Di bûyerekê di 25ê Nîsanê de, çekdarên DAIŞ rêyeke çarkînarî nêzîkî bajarê Rutba yê rojavayê parêzgeha Enbar girtin, ew rêya ku derdora wê biyaban e.

Çavkaniyên polîsên Iraqî gotin ku çekdarên ku bi tifingên automatîk û avêjerên rokêtan çekdarkirî êrîşî sivîlan û otombîlên ku serbazên derveyî dema ximzetê nêzîkî Rutba kirin, 10 leşker kuştin û hineke din birîndar kirin.

"Êrîşa li ser serbazên derveyî dema xizmetê sirûşta tawankar û xwînrêj a rêxistina terorîst nîşan dide, ya ku dîsan tektîkên gerîla bikar tîne ji bo armancgirtina tîmên ewlekariya Iraqê û sivîlên Iraqî," qayimeqamê Rutba Îmad Duleymî got.

"Ew biyabana gelek berfireh a ku ji hemû aliyan ve li derdora bajarê Rutba ye weke bingehekê bikar tînin ji bo pêkanîna êrîşên terorîstî yên xwînrêj," wî ji Diyaruna re got.

"Ew li wir di penagehên bin erdê de xwe vedişêrin ji bo rêgirtin li dîtina wan ji aliyê balafirên Iraqî ve û li wan deveran bi cilên şivanên pez an jî weke rêwiyan digerin," wî got. "Ew bi rêxistinên biçûk digerin û rastî rahênanê li kampên rahênanê yên rêxistina terorîst tên."

Planeke bibandortir

Çareserî ne di tedbîrên ewlekarî û serbazî yên asayî de ye, Duleymî got, lê bi hewceyî planên ewlekarî yên bibandortir e.

Gerek ev plan damezirandina balafirgeheke serbazî nêzîkî Rutba li xwe bigre ligel bikaranîna helîkopterên şer ji bo peydakirina piştgiriya asmanî ya berdewam li ser deverên biyabanî yên berfireh ên rojavayê Enbarê, wî got.

"Divê piştgiriya asmanî yekser amade be ji bo dûvçûna rêxistinên terorîstî û nehiştina derfetê ji wan re ku xwe di nav biyabanê careke din veşêrin, û jinavbirina wan bi rêya êrîşên asmanî yên bibandor," wî got jî.

Wî herwiha banga beşdarbûna zilamên êlan di hewla ewlekarî û serbazî de yên çavdîrîkirina biyabana derdorê kir, ji ber ku xelkê deverê kendukozên wê ji her kesê din bêtir nas dikin.

"Bêyî van tedbîran, dibe ku êrîşên terorîstan dubare bibin, bi taybetî ku rêxistina terorîst dizane ku ew nikare di rûbirûbûneke serbazî de biserkeve û take bijareya wê ew e ku şerekî gerîlayî û yên qelskirina hêzê bike," wî got.

Hêzên pistevaniyê li ser rê ne

Bûyera 25ê Nîsanê de, ku 70 kîlometran li rojhilatê Rutba çêbû, ne ya yekem ji wî cureyê bû, ji ber ku DAIŞ êrîşên weke wê di hefteyên vê dawiyê de jî pêk anîn, serokê komîteya ewlekarî ya encumena navçeya Rutba Şêx Elî Ebd Etyawî got.

"Rêxistin sûdê ji wê rewşê werdigre ku serbazên derveyî dema xizmetê bêçek di otombîlên sivîlan de seferê dikin û tawanên xwe li dijî wan pêk tîne, di nav de tawana wan a terorîstî ya vê dawiyê," wî ji Diyaruna re got.

Wî bang li Firqeya Serbazî ya 1ê ya Iraqî kir ku tedbîrên ewlekarî li deverê xurtir bikin, û eşkere kir ku Fermandariya Operasyonên Enbarê plan dike ku hêzên piştgiriyê yên zêdetir ji ketîbeyekê ji Firqeya Serbazî ya 10ê ya Iraqî bişîne.

Şêx Xesan Îsawî, berdevkê şervanên êlî yên Enbarê, got ku hêzên Iraqî dê di demeke nêz de hemû bajarokên li rojavayê Enbarê paqij bikin ji bo berqerarkirina ewlehî û aramiyê li seranserê parêzgehê.

"Piştî şikestina wê li hemû eniyan, rêxistin vekişiya biyabanê," wî ji Diyaruna re got. "Endamên wê weke çete û dizan tevdigerin ji bo sipîkirina wêneyê xwe yê ku herifî û efsaneya wê ya ku li Iraqê hat wêrankirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500