Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ li rojavayê Mûsilê xwe li pişt zarokan vedişêre

Xalid Ta'î

Leşkerek ji Ajansa Dije-Terorê zêrevaniyê dike di demekê de ku malbat ji şerê li rojavayê Mûsilê direvin di 27ê Adarê de. [Wêne ji rûpela Facebook a Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Leşkerek ji Ajansa Dije-Terorê zêrevaniyê dike di demekê de ku malbat ji şerê li rojavayê Mûsilê direvin di 27ê Adarê de. [Wêne ji rûpela Facebook a Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Şêniyê taxa Yermûk Yasîn Xelîl û malbata wî ya pênc-kesî nêzîkî mirinê bûn dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîşî mala wan di destpêka Nîsanê de kirin, di dema şerê rizgarkirina taxa wan de li rojavayê Mûsilê.

Dema ku şer li derve gur bû, sê çekdarên DAIŞ êrîşî malê kirin û derbasî nav bûn û ferman dane malbatê ku derkevin, Xalîl, yê 35 salî, vegot.

"Dema em derdiketin, em bizdayî bûn û piştrast bûn ku em dê bimrin," wî got.

"Lê di wê çirkeyê de, gule sekinîn û me karî ku em birevin û xwe bigihînin hêzên ewlekariyê," wî got. "Ez nikarim bawer bikim ku em hîn zindî ne."

Kiryarên wisa plana DAIŞ ji bo bikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî yan jî weke davekê ji bo rêgirtin li pêşketina hêzên çekdar ên Iraqî eşkere dikin, bi taybetî niha kudevera ku hîn di bin kontrola DAIŞ de ye li Mûsilê bo 10% ji tevahiya rûberê bajar kêm bûye.

Istixlalkirina sivîlan

"Xweveşartin li pişt jin û zarokan bêziraviya [DAIŞ] û çiqasî jiyana mirovan jê re bênirx e nîşan dide," berdevkê hêzên Iraqî Sebah Numan ji Diyaruna re got.

Rêxistin bi awayên cuda sivîlan istixlal dike, wî got, di nav de neçarkirina tevahiya malbatan ku pê re ji malekê biçin maleke din an jî biçin sikakan daku hêzên Iraqî agirê xwe bisekinînin.

Ev tektîk rê dide çekdarên rêxistinê ku bi azadî di nava bajar de bigerin, wî got.

Tê zanîn herwiha ku rêxistinê hejmareke mezin ji malbatan li yek cihî girtî hiştine, ku weke bingehekê ji çekdarên xwe re bikar tîne, yan jî ji bo bikaranîna banên malên xelkê weke cihên segvanan.

DAIŞ herwiha berê xwe daye bikaranîna sivîlan weke alaveke xapandinê, wî got, bi rêya dehfdana wan bo nav bajêr û piştre teqekirinê her dema ku hêzên Iraqî nêzîk dibin.

"Rizgarbûyiyên ji vê metodê ragihandin ku terorîstan ji wan re got ku ew dê werin kuştin û weke şehîdan bimrin û beheşt li benda wan e, ku ev yek ehmeqbûna îdyolojiya wan nîşan dide," Numan got.

"Divê em bi hişyarî û baldariya herî zêde tevbigerin," wî got jî, anî ser ziman jî ku hêzên Iraqî heta niha piraniya taxên Mûsilê rizgar kirine "û alîkarî kirine di rizgarkirina gelek sivîlên bêsûc de ku DAIŞ ew weke mertalên mirovî bikar tanîn, di nav de zarok jî".

"Niha ezmûneke baş li ba zilamên me heye derbarê rizgarkirina dîl û sivîlên asêmayî de, ligel vekirina rêyên ewle ji bo reva sivîlan û dûrkirina ji terorîstan," wî got.

Agahiyên istixbaratî ku ji aliyê sivîlan ve hatine gihandin jî alîkarî kirin di rêgirtin li çalakiyên DAIŞ de, wî got jî.

DAIŞ xwe li pişt zarokan vedişêre

Çekdarên DAIŞ niha li devereke biçûk a Mûsilê asê mane, lê şer li wir gelekî zehmet e, ku bi hezarên malbatan li malên qerebalix dijîn.

Bi rêya bikaranîna sivîlan ji bo astengkirina pêşketina artêşê, DAIŞ hêvî dike ku ev yek dê dem bidiyê ji bo dubare rêxistina rêxistinê, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Mihemed Îbrahîm ji Diyaruna re got.

Çekdarên wê niha xwe li pişt xelkê Bajarê Kevnar ê Mûsilê veşartine, wî got jî, sûdê ji hejmara zêde ya xelkê li wê deverê werdigrin.

DAIŞ malbatan, di nav de jin û zarok, neçar dike ku ji malên xwe derkevin, wî got, û niha ew weke dîl girtine di hewşa mizgefta Nûrî de ji bo rêgirtin li artêşê ku êrîşî wî cihî bike.

Rêxistin bi tundî şer dike ji bo hiştina mizgeftê di bin kontrola xwe de, mizgefta ku dikeve navenda bajarê kevnar de, ku li wir lîderê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî yekem car derket piştî ku rêxistinê Mûsil dagir kir di havîna 2014an de.

Ev der ew cih e yê ku Bexdadî lê ya ku jê re tê gotin xîlafeta wî ragihand, ji ber vê yekê girîngiyeke wê ya taybet li ba DAIŞ heye, Îbrahîm got.

Serokê komîteya mafên mirov a encumena parêzgeha Nînewa Xezwan Hamid ji Diyaruna re got ku DAIŞ hewl dide ku rewşa mirovî her bêtir tevlîhev bike di demekê de ku şer derbasî deverên niştecihbûnê li Bajarê Kevnar dibe.

"Taxên ku gelek niştecih lê ne karta lîstinê ya dawî ne ji rêxistinê re mane," wî got. "Em pêşbînî dikin ku ew dê komkujiyan pêk bînin û têxin stûyê hêzên ewlekariyê de weke hewlekê ji bo jirêbirina raya giştî û çêkirina karîgeriyê li ser pêvajoya şer."

Lê belê, hêzên Iraqî ezmûn di şerê kolanan de wergirtine, û dê hewl bidin ku nehêlin tu qurbanî ji sivîlan çêbibin, eger ev yek jî bibe sedema ku serkeftin hêdî jî bi dest were, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê ku Tirkî, Erebistana Siûdî û Qeter li rapirsîyan werin zêdekirin. Ebû Bekir Bexdadî nikare li Îranê yan li deverke ku li jêr kontola hikûmeta Sûrî bimîne.

BERSIV BIDE