Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bikaranîna bêserûber a otombîlên bombekirî li Mûsilê wêneyê DAIŞ reştir dike

Xalid Ta'î

Ev otombîla bombekirî ya "Dewleta Îslamî" ji aliyê hêzên Iraqî ve li başûrê rojavayê bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewa hatiye rûxandin. [Wêne ji rûpela Facebook a Zêrevanên Niştîmanî yên Parêzgeha Nînewa hatiye wergirtin]

Ev otombîla bombekirî ya "Dewleta Îslamî" ji aliyê hêzên Iraqî ve li başûrê rojavayê bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewa hatiye rûxandin. [Wêne ji rûpela Facebook a Zêrevanên Niştîmanî yên Parêzgeha Nînewa hatiye wergirtin]

Di demekê de ku hêzên Iraqî berdewam in li ser derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Mûsilê, rêxistinê bikaranîna wan tektîkên ku rêznegirtina wan ji jiyana sivîlan re nîşan dide zêde kirine, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Hinek ji teqînên otombîlan û êrîşên xwekujî bêserûber bûn, wan got, lê belê hinekên din biarmanc ziyan li xelkê taxên rizgarbûyî kirin ji ber pêşwaziya wan a germ ji hêzên rizgarker re.

Şêniyê rojhilatê Mûsilê Derxam Amir, ê 29 salî, ji Diyaruna re got ku ew birîndar bû dema ku otombîleke DAIŞ nêzîkî xwaringehekê li taxa Zuhûr di 10ê Sibatê de teqiya.

"Terorîstan hewl dida ku kêfa me bi rizgarkirina devera me têk bidin," wî got, anî ser ziman jî ku ew ji birînên xwe yên ku ji encama êrîşê çêbûbûn baş bûye.

Teqîn herkesî dikin armanc, wî got, ji ber ku xuya ye ku armanca sereke ya rêxistinê ew e ku ziyanê bigihîne hejmara herî zêde ji xelkê bêsûc.

"Tawanên wan nîşaneke rûreşiyê ye ji wan re," wî got.

Di demekê de ku DAIŞ zeviyên bêtir li rojavayê Mûsilê ji dest dide, hejmara êrîşên rêxistinê yên bi otombîlên bombekirî û êrîşkarên xwekuj di çend hefteyên borî de gelekî zêde bûye, fermandarê operasyonên Nînewa Lîwa Necimedîn Cibûrî roja Duşemê (8ê Gulanê) ji Diyaruna re got.

"Êrîşkarên xwekuj penaya dawî ya rêxistinê ne, yên ku ew wan di şerê di nav bajaran de bikar tînin," wî got.

Di 18ê Nîsanê de, 16 sivîl, di nav de pênc jin û çar zarok, hatin kuştin dema ku otombîleke ku ji aliyê xwekujekî DAIŞ ve dihat ajotin teqiya dema ku rêxistin ji taxa Sewra vedikşiya, ya ku hêzên Iraqî kontrol kiribûn.

Teqînê herwiha du malên niştecihbûnê wêran kirin û ziyan gihand çar otombîlên sivîlan.

Tektîkên nû ji bo rûbirûbûna êrîşên DAIŞ

Êrîşkarên xwekuj "hîn bibandortirîn çekê dijmin in, heta piştî jidestdana gelek ji karînên xwe yên şer û kêmbûna deverên bin kontrola wê", pisporê ewlekarî û berpirsê berê yê Wezareta Hundir Casim Henûn, got.

Êrîşên bêserûber ên rêxistinê bi otombîlên bombekirî û çekên giran bi hezarên sivîlan li Mûsilê kuştin, wî ji Diyaruna re got.

Armanca vê tektîkê "ew e ku hêzên me bidin şermê li pêşiya çavên cîhanê, û ji bo tevlîhevkirina rewşa li qadên şer", wî got.

Ji ber ku rêxistin bi awayekî eşkere amade ye ji bo gihandina ziyaneke karesatî bi 300,000 sivîlên ku hîn li Mûsilê asê mane, divê her gaveke serbazî bi hişyariyeke zêde be, Henûn got.

Bi xweveşartin li pişt xelkê xwecihî, DAIŞ hewl dide ku destêwerdana hêza asmanî û ya bejayî dûr bixe, wî got jî.

Lê hêzên Iraqî tektîkên nû bikar tîne ku di şerê DAIŞ de bibandor in, wî got, di nav wan de dorpêçkirin û derbasbûna veşatî bo deverên wê ji bo dûvçûna çekdarên wê.

"Sîstemeke balafirên bêpîlot a gelekî bidîqet jî tevlî şer bûye ji bo çavdêrîkirina tevgerên wan û pûçkirina êrîşên wan li ser yekîneyên serbazî û sivîlan," wî got.

"Sivîl armanceke stratejîk in ji rêxistinê re," endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Weka ji Diyaruna re got. "Ew biarmanc û bêserûberî êrîşî wan dike ji bo dîtina rêyeke rizgarbûnê ji endamên xwe yên dorpêçkirî re."

Plana serbazî ya nû giraniyê dide fêrkirina welatiyan ku çawa xwe ji van êrîşan dûr bixin û heta ku ji wan were xwe dûrî çavkaniyên metirsiyê bikin, û zêdekirina hejmara rêyên revê yên ewle, Wekka got.

Ew herwiha tekeziyê li ser bikaranîna çekên sivik û guleyên nîşan-bidîqet dike, wî got.

"Tû kartên wê yên lîstinê nemane"

Tevî astengiyên ku rastî wan tên, hêzên Iraqî karîn taxên niştecihbûnê û yên girîng weke Tenek rizgar bikin, Parlementerê Iraqî Macid Xerawî, endamê komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parlementoyê, got.

Ev yek "nîşaneke baş e, tevî astengiyan", wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku "DAIŞ tiştên nemaqûl dike ji bo xwedûrxistin ji şikestinê".

Otombîlên bombekirî nêzîkî malên sivîlan tên teqandin û armancgirtina grûpên sivîlan ên ku ji şer direvin "yek ji tektîkên wê yên berevaniyê yên qirêj û kirêt in", wî got.

Lê belê, ev yek nîşan dide ku "ti kartên lîstinê" bi DAIŞ re nemane, Xerawî got.

"Hêzên me ji hemû aliyan ve wan dorpêç dikin û êrîşî wan dikin, û xelk hevahengiyê dikin û agahiyên girîng derbarê baregeh, kargehên çêkirina otombîlên bombekirî yên wan didin," wî got.

"Em pêş dikevin, û serkeftin hetmî ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500