Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ sivîlan bi îdiaya "penageha ewle" dixapîne

Welîd Ebûl Xêr li Qahîra

Sivîlên ku ji "Dewleta Îslamî" reviyane li derdora Reqa penageh dîtine. Rêxistin nahêle xelkê Reqa birevin di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi bajar ve pêş dikevin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Sivîlên ku ji "Dewleta Îslamî" reviyane li derdora Reqa penageh dîtine. Rêxistin nahêle xelkê Reqa birevin di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi bajar ve pêş dikevin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Bi rêya maşîneya xwe ya medyayî, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl dide ku tiştê jê re tê gotin xîlafet weke cihekî ewle û dilbijîner ji jiyanê re nîşan bide.

Lê ev dîdgeha nimûneyî dûrî rastiyê ye, xelkê li deverên bin kontrola DAIŞ li Sûriyê û herwiha çavdêr ji Diyaruna re dibêjin, di demekê de ku rêxistin derketina ji bajêr li xelkê qedexe kiriye.

Di demekê de ku hêzên li ser erdê, bi piştgiriya hêza asmanî ya hevpeymaniyê, li deverên bin destê DAIŞ pêş dikevinrêxistinê şêniyan bin destê xwe dihêle daku wan weke mertalên mirovî bikar bîne eger hewcedarî hate pêş.

"Ji dema damezirandina dewleta îdiakirî ya rêxistinê, maşîneya wê ya medyayî bi berdewamî wê weke penageheke ewle ji sivîlan re nîşan dide," rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

DAIŞ sozên derfetên kar, mal û stayleke jiyanê ya Îslamî ya xwerû dide ji bo vekişandina çekdar û sivîlan bo dewleta xwe, wî got, heta dema ku koçkirinê li şêniyên van deveran ên ku ne girêdayî îdyolojiya wê ne qedexe dike.

Rêxistin niha hewl dide ku sivîlan li van deveran weke mertalên mirovî bikar bîne "ji bo dirêjkirina heyama şer, bi armanca neçarkirina hevpeymaniya navdewletî ku hêzên li ser erdê bişîne û daku şerekî dirêj ê betilandinê biqewimîne", Ebdula got.

DAIŞ hemû deverên ku hîn di bin destê wê de ne asê girtine û li derketin li sivîlan qedexe kiriye, û çekdarên wê di nava malên xelkê li Reqa de belav bûne, wisa jiyana sivîlan xistiye li jêr metirsiya êrîşên asmanî, wî got jî.

Ev tektîk herwiha hatiye çêkirin ji bo rêgirtin li hêzên bejayî yên weke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku êrîşê bibin ser asêgehên bajarî yên rêxistinê, wî got.

"Li gorî raportên ji Tebqayê, rêxistinê bi rastî xelkê li gundewarên bajar neçar kirine ku li malên xwe bimînin piştî ku QSD nêztir bû," wî got.

Çekdarên DAIŞ piştre derbasî deverên niştecihbûnê bûn daku şerkirinê hêdî bikin, wî got, di demekê de ku şervanên QSD "hewl dan ku nehêlin sivîl bikevin di nav agirê herdu aliyan de".

Anîna şêniyan bo nav dava manê

DAIŞ ramana ku dibêje "Reqa devereke ewle ye ji xelkê bajar re, û ku ew lê parastî ne ji tiştê ku dibe bi serê wan were eger jê derketin" promosyon dike, şêniyê Reqa Wail Mistefa, yê ku xwest bernavekî bikar bîne ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

Ji bo bidawîkirina vê yekê, wî ji Diyaruna re got, rêxistinê bi dehên raportên derew belav kirin ku tê de QSD -- hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî ye -- bi tadeyî û îdamkirina Ereban tometbar kir.

DAIŞ herwiha îdia kir ku QSD pilkan dike ku dest deyne ser mal û milkên xelkê, wî got, wisa hêvî dike ku xelkê Reqa bitirsîne daku li bajar bimînin.

"Du armancên rêxistinê ji belavkirina van dengoyan hene," wî got. "Ya yekem rêgirtin li xelkê xwecihî ku hevahengiyê bi QSD re bikin, û ya duyem bidawîkirina reva xelkê ye."

Derketina sivîlan ji bajar hiştiye ku hinek dever bi temamî vala bimînin, Mistefa got, anî ziman jî ku "rêxistin bi temamî li dijî vê yekê ye, ji ber ku yek ji armancên wê yên sereke bikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî ye".

Reva ji bajarê Reqa niha hema bêje negengaz e "ji ber ku rêxistinê operasyonên avêtina ser xelkê zêde kirine û xalên kontrolê li gundewarên bajar û li deverên ku raserî zeviyên çandiniyê ne danîne", wî got.

Kêmbûnek di hejmara qaçaxçiyên ku dixwazin bi xelkê re di zeviyên mayînan ên DAIŞ re ji bajar derkevin heye, wî got, anî ziman ku "yên din jî dawaza pereyên xeyalî dikin ku zêdeyî qeweta xelkên mayî ne".

Bihayê derxistina malbateke ji çar kesan ji bajar ji $3,000 dest pê dike, wî got.

Parastina jiyana sivîlan

"li ba QSD û hemû komên ku di odeya operasyonên Xezeba Firatê de cih digrin selametiya xelkê li deverên bin destê DAIŞ di lîsteya berîtiyên wan de ye," Xesam Îbrahîm, fermandarê fesîlekî QSD, got.

Operasyonên êrîşkirinê yên ku DAIŞ darmanc digrin û dibe ku ziyanê bigihînin sivîlan hatin paşxistin, wî got, zelal jî kir ku tîmên hêzên taybet ligel şêniyên li deverên pêwist têkiliyê dikin daku proseya derxistina bo deverên ewle organîze bikin.

"Bi dehên operasyonên derxistinê bi vî awayî hatin kirin di dema birêveçûna herçar qonaxên kampanyaya Xezeba Firatê de," Îbrahîm got.

Lê şervanên QSD di pêkanîna operasyonên derxistinê de rastî zehmetiyan tên, wî got, ji ber ku DAIŞ nîşangirên xwe belav dike daku ew herkesê ku hewl bide bireve bikujin û herwiha bi hezarên mayîn û bombeyên bidestçêkirî çandine.

"Hebûna zarok û mezinan jî gelekî proseya derxistinê hêdî dike," wî got, da zanîn jî ku "derxistina sivîlan ji gundewarên Reqa hêsantir e ji derxistina wan ji nava bajar".

Hêsantir e ku tu xwe bigihînî gundan û zeviyên derdorê û xelkê derxînî, wî diyar kir, ji ber ku endamên DAIŞ li wir bi hejmarên mezin tune ne "û deverên navbihûrî berfireh in û çavdêrîkirin û kontrolkirina wan bi wayekî tem zehmet e".

Di nav bajarê Reqa de, wî got, rêxistinê berî çend mehan dest bi asêkirina kontrola xwe li ser xalên kontrolê kir ji bo rêgirtin li reva sivîlan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500