Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên ewlekariyê ewlehiyê li rojavayê Şerqatê xurtir dikin

Xalid Taî

Efserên polîsê Şerqat ji nasnameya şêniyekî piştrast dibin. "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" êrîş li ser rojavayê Şerqat, ku di 2016an de hat rizgarkirin, pêk anîn. [Wêne ji polîsê Şerqat hatiye wergirtin]

Efserên polîsê Şerqat ji nasnameya şêniyekî piştrast dibin. "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" êrîş li ser rojavayê Şerqat, ku di 2016an de hat rizgarkirin, pêk anîn. [Wêne ji polîsê Şerqat hatiye wergirtin]

Ji cihên berevaniyê yên pêşîn li rojavayê Şerqat, hêzên Iraqî bi piştgiriya zilamên êlan amadekariyên xwe zêde dikin ji bo bersivdayîna her êrîşeke mumkin ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve.

Tevî ku hêzên Iraqî karîn beşê rojavayî ji bajar di 22ê Îlona 2016an de vegerînin bin kontrola xwe, aliyê wî yê rojhilatî hîn di destê DAIŞ de ye.

Metirsiya ji rohilatê Şerqat, ku asêgeha dawî ya DAIŞ e li parêzgeha Selahedînê, tê ji ber ku girêdaneke wê ya stratejîk bo deverên ku hîn çekdarên DAIŞ li wir bihêz in heye, bi taybetî Hewîca li parêzgeha Kerkûk, berpirsan got.

Di 4ê Nîsanê de, girûpê êrîşek ji van deveran li ser bajarê Tikrît li Selahedîn pêk anî, êrîşkarên xwekuj ên ku kemberên teqîner li xwe dikirin bikar anîn.

Êrîşa, ku weke ya "herî tund" li ser Tikrîtê ji dema rizgarkirina wê berî du salan ve hat wesifkirin, ronî danî ser metirsiyên ewlehî yên ku ji beravên rojhilatî yên Çemê Dîclayê tên.

"Nemumkin e ku çekdarên DAIŞ bikaribin biçin aliyê din ê çem û cihekî xwe li bajarok û gundên rizgarkirî çêbikin," endamê komîteya ewlekarî li encumena parêzgeha Selahedîn Ebd Sultan Îsa got.

"Êrîşa vê dawiyê li ser Tikrîtê derzeke ewlekarî bû, û li her cihî çêdibe," wî ji Diyaruna re got. "Lê girûp dê nikaribe bostekê jî dagir bike yan jî metirsiyeke mezin li ser bajarên me çêbike."

Êrîşên neberdewam ji rojhilatê Şerqat tên pêkanîn, wî got, "û polîs, artêş û êl rûbirûyî wan dibin".

Hevahengiyeke ewlekarî ya xurt

Asteke bilind ji hevahengiya ewlekarî heye, Îsa got, "û karekî istixbaratî yê baş heye ji bo çavdêriya tevgerên çekdaran û rêgirtin li dizekirina wan".

"Heta niha ti nîşan xuya nekirine ku tu şaneyên terorîst hene," wî got.

Xelkê rojavayê Şerqat hevahengiyê ligel hêzên Iraqî dikin, û "ew hemû vegera grûpê qebûl nakin", Îsa got.

Lê belê, pêwîstiya operasyoneke serbazî ya berfireh hîn heye, ji bo "rizgarkirina aliyê dagirkirî ji Şerqat û qutkirina rêyên girêdana girûpê ligel asêgehên wê li Hewîca û deverên derdorê", wî got jî.

Hêzên ewlekariyê di amadebaşiyê de ne û amade ne ku bersiva êrîşên DAIŞ bidin, qayimeqamê Şerqat Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

"Hêzên Fermandariya Operasyonên Selahedîn, polîsê parêzgehê û lîwaya êlî ya 51ê li Şerqat xeteke berevaniyê pêk tînin," wî got.

Tevgereke serbazî ya berdewam heye ji bo tijekirina valahiyên ku ji aliyê terorîstan ve tên istixlalkirin ji bo rêgirtin li metirsiyên mumkin, wî got.

Çekdarên DAIŞ êrîşên bêserûber bi hawinan pêk anîn ku li malên sivîlan ketin, wî got, "lê hêzên ewlekarî bilez bersiva dan û çavkaniya topbarankirinê bêdeng kirin".

DAIŞ xwe ji şikestinê re amade dike

Dibe ku Şerqat armanceke girîng ji DAIŞ re be ji ber ku girûp pêşbîniya şikestinê dike, Dewdeh got.

"[DAIŞ] di bin bandora şikestinên liepyhev dijî, û dibe ku hewl dide ku rêyeke ewle ji Çiyayê Zawiya û Şerqat veke ji bo reva endamên wê ji Hewîca bo Hetra û Tel Ebteh," wî got.

Ji wir dibe ku hewl bidin ku xwedizekirinê bo Sûriyê bikin, wî got jî.

"Ev yek nemumkin e ji ber bicihbûna xurt a yekîneyên serbazî bi dirêjahiya xeta berevaniyê ya beramberî deverên rojavayê Kerkûkê," wî got.

Muqedem Salih Hesen Zilêt, cîgirê fermandarê lîwaya êlî ya 51ê li Şerqat, ji Diyaruna re got ku ew berdewam e li ser pişkinîna xalên bicihbûna hêzên wî li ser erdê, anî ziman ku "zehmet e ku rojek bêyî pêkanîna mîsyoneke şer derbas bibe".

"Dema ku agahî derbarê hebûna kombûn an tevgerên DAIŞ bigihine me, em yekser wan topbaran dikin," wî got. "Eger kombûnên wan ji deverên temasê dûr bin, hêza asmanî ya artêşê wan bombebaran dike."

Di 1ê Nîsanê de, balafirên şer ên Iraqî li veşargeheke DAIŞ li gundê Sefîna, li rojhilatê Şerqat, dan û 15 ji çekdarên girûpê kuştin.

Cara dawî ku DAIŞ karî êrîşeke mezin li ser rojavayê Şerqat pêk bîne di 4ê Mijdara 2016an de bû, Zilêt got.

"Ji wê demê ve, wê nikariye êrîşên wisa pêk bîne ji encama armancgirina me ya bilez ji navendên wê yên kombûnê re bi operasyonên bikalîte," wî got.

Hebûneke mezin a DAIŞ li Hewîca û deverên Fetha û Elas heye, wî got, lê karîgeriya wê li aliyê rojhilat li Şerqat "gelekî qels e ji ber tevgerên serbazî yên berdewam li vî sektorî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500