Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zarokên DAIŞ: nifşekî bêyî nasnameya fermî

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Zarokên Sûrî teqlîda dîmenên ji vîdyoyên ku li bajarokê Dûma yê gundewarê Şamê di Adara 2015an de dikin. Pispor tirsa xwe derbarê çarenivîsa zarokên ku ji çekdarên girûpê re jidayik dibin nîşan didin. [Ebd Dûmanî/AFP]

Zarokên Sûrî teqlîda dîmenên ji vîdyoyên ku li bajarokê Dûma yê gundewarê Şamê di Adara 2015an de dikin. Pispor tirsa xwe derbarê çarenivîsa zarokên ku ji çekdarên girûpê re jidayik dibin nîşan didin. [Ebd Dûmanî/AFP]

Hebûna "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) encamên karesatî ji zarokên li deverên di bin kontrola wê de li pey xwe anîn, bi derketina nifşekî nû ku bê kaxezên nasnameyê ye.

Ligel nebûna belgeyekê li ser nasname, dîroka jidayikbûnê û heta hebûna wan jî, berê van zarokan li rûbirûbûna zehmetiyan e di jiyana rojane de û li civakên ku têde ne, pisporan ji Diyaruna re got.

"Pirsa zarokên ku jidayik dibin, an jî dê jidayik bibin ji bav an dayikeke ku ligel DAIŞ şer dikin dê bibe pirsgirêkeke rastî di pêşerojê de, û dê karîgeriyeke wê ya nerênî li ser pêşeroja Sûriyê hebe," parêzerê Sûrî Beşîr Besam, ku li Qahîra dimîne, got.

"Ev zarok, nasnameya dêbavên wan çi bin, tomarnekirî ne li ba ti dezgeheke hikûmetên biyanî yan erebî, û wisa tu belgeyên nasnameyê yên fermî tune ne," wî ji Diyaruna re got.

"Li gorî zagonê, ew qet tune ne," wî got jî.

"Dema pirsgirêka DAIŞ bidawî were, dosyeya krîza Sûriyê çareser bibe û rewş asayî bibe, heta ku bi asta herî kêm be jî, ew dê weke zarokên ji dêbavên nenaskirî werin hejmatrin, an jî bi termînolojiya hikûmî, ‘tomarnekirî’, yan jî ‘bidûn’," Besam got.

Li gorî qanûna Sûriyê, pêwîstiya tomarkirina jidayikbûnên nû bi girêbesteke zewaca fermî ku ji aliyê dezgeheke hikûmî ya rewa ve hatibe derxistin heye, parêzerê Sûrî zelal kir.

"Ji ber vê yekê, tomarkirina zarokeke ku ji bav an dêyeke ku çekdarekî DAIŞ e jidayik bibe ji aliyê qanûnî ve nepêkan e, ji ber ku girêbesta zewacê ji esas ve ji aliyê aliyekî neyasayî ve hatiye derxistin," wî got.

Herwiha, wî got, girêbestên zewacê yên ku li deverên bin kontrola DAIŞ hatine derxistin belgenekirî ne, "û ji ber vê yekê negengaz e ku yasayîbûna zewacê were piştrastkirin".

Encamên haletên wisa yê ku berî niha li deverên bin kontrola DAIŞ derketine, bi taybetî li Reqa, ku zarokên ku ji çekdarên DAIŞ re jidayik dibin weke ‘bîdûn’ tên destnîşankirin, Mehmûd Emîn, mamosteyekî xanenişîn û şêniyekî Reqa, got.

"Gelek keçên Sûrî hatin neçarkirin ku bizewicin çekdarên DAIŞ, û bi sedan ji wan tenê li parêzgeha Reqa," wî ji Diyaruna re got. "Jin û malbatên wan rastî pirsgirêka piştrastkirina dayikbûnê tên, ji ber ku zewacên wan bi awayekî nefermî ji aliyê şêxekî DAIŞ hatine pêkanîn."

"Herwiha, bidestxistina belgenameyeke jidayikbûnê ji bijîşkê ku zarok jidayik dike nemumkin e, ji ber ku DAIŞ ferman dide ku divê zarok ji aliyê pîrikekê were jidayikkirin," wî got.

Bombeyeke wextî ji civakê re

Pirsa zarokên ku ji DAIŞ re jidayik dibin yek ji "karesatên civakî yên herî xirab e ku dê civaka Sûrî rastî were", profesora civaknasiyê li Zanîngeha Qahîra Besma Husnî, got.

Dezgehên dewletê dê di dawiyê de hewcedar bin ku van zarokan li enstîtuyên pispor bicih bikin daku rewşa wan a derûnî binirxînin û piştrast bibin ka ew metirsiyekê li ser civakê pêk tînin yan na, wê got.

"Karîgeriya vê yekê dê li ser zarokên ku ji dêbavên nenaskirî jidayik bûne bi xwe hebe ji ber ku dê hest bi nedadewriyê bikin," wê got jî.

Ev yek dê xwerêzgirtina wan jinav bibe û bibe sedema "hêrsbûneke mezin derheqê dêbav û civakên xwe de" li ba, ku dibe bibe sedema aloziyên reftarê yên tund, wê got.

Nebûna belgeyên nasnameyê jî dê herwiha wan ji xizmetguzariyên perwerde, bijîşkî û sosyalê, ji zewacê, xizmeteguzariyên tendirustî û karê standina mafên xwe, weke mafê dengdanê, bêpar bike, Husnî got.

"Tişta ku DAIŞ dixwaze tenê ew e ku nifşekî ji çekdaran çêbike ku bi temamî jêre loyal in, û ev yek handana wê ji zewacê re û tûjkirina xortan ku bizewicin û zarokan bînin şîrove dike," analîzerê serbazî û pisporê karûbarên Qaîde Lîwa Ebdilkerîm Ehmed, ku ji artêşa Misrî xanenişîn bûye, got.

Ehmed got ku ev yek dê zarokên hazir ji kampên rahênanê re yên ku DAIŞ ava kirine, weke "Eşbalên Zerqawî" li devera Xûta ya Şamê, peyda bike ku ji bo avakirina hêzeke pêşerojê ji girûpê re hatine çêkirin.

Gerek ev pirsgirêk di zûtirîn dem de were çareserkirin, wî got, beriya ku gelekî dereng bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500