Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Komên Sûrî li devera sêgoşeya sînorî şerê DAIŞ dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Yekîneyên Ceyş Mexawîr el-Sewra digihin herêma Badiya ya Sûriyê. Komên opozîsyonê plana êrîşekê dikin ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji devera sêgoşeya sînorî. [Wêne ji Ceyş Mexawîr Sewra hatiye wergirtin]

Yekîneyên Ceyş Mexawîr el-Sewra digihin herêma Badiya ya Sûriyê. Komên opozîsyonê plana êrîşekê dikin ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji devera sêgoşeya sînorî. [Wêne ji Ceyş Mexawîr Sewra hatiye wergirtin]

Komên opozîsyona Sûriyê amadekariyan dikin ji bo êrîşeke berfireh li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li devera biyabanî ya dûrûdirêj li nêzî sînorê Sûriyê bi Iraq û Udrunê re, berpirsan ji El-Meşariq re got.

Armanca operasyonê derxistina DAIŞ ji devera sêgoşeya sînorî li derdora dergehê sînorî yê Tenf ê ligel Iraqê ye, ku bi navê Welîd li aliyê Iraqî tê naskirin, û li nêzîkî kampa penaberan a Rukban li zoneke serbazî ya girtî navbera Urdun û Sûriyê ye.

Ya herî xuya ji van girûpan Ceyş Mexawîr el-Sewra ye, ku hevalbendê komên Artêşa Azad a Sûrî li deverê ye.

Ew ji Usûd el-Şerqiya, Şuheda Qeryeteyn, Encumena Serbazî li Herêma Başûrî û Ketîbeyên Şehîd Ehmed Ebdo pêk tê.

"Piştgiriya serbazî ya ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve tê pêşkêşkirin vê dawiyê zêde bûye û niha di asteke gelekî baş de ye, û karînên berdest baş in ji bo destpêkirina operasyonên ku em çaverê dikin ku di demeke nêzîk de pêk bînin," fermandarê Ceyş Mexawîr el-Sewra muqedem Muhened Telaa ji El-Meşariq re got.

Amadekarî berdewam in ji bo operasyoneke nû ber bi rojhilat ve, wî got , anî ziman jî ku şervanên nû ji seranserî Badiya (biyabana Sûrî) tevlî rêzên Ceyş Mexawîr el-Sewra dibin.

DAIŞ êrîşî cihên Ceyş Mexawîr el-Sewra li derdora dergehê sînorî yê Tenf di hefteya yekem de ji Nîsanê kir, Telaa got, anî ziman ku wê karî êrîşê pûç bike.

Piştî wê jî, ji bo xurtkirina ewlekariyê û rêgirtin li êrîşên di pêşerojê de, nobedarî hatin zêdekirin û xalên kontrolê yên cîgir ên din hatin danîn û molgehên piştgiriyê jî hatin danîn, wî got.

Sivîl weke mertalên mirovî tên bikaranîn

Devera Rukban û kampa wê ya awarebûnê rastî metirsiyeke ciddî tên, ji ber ku DAIŞ karîbû otombîleke bombekirî bişîne ya ku teqiya û hejmarek kes kirin qurbanî, Telaa got.

Sivîlên li deverên bi dirêjahiya sînor ên di destê DAIŞ de yên ku nikarîne birevin hatine neçarkirin ku gelek tiştên ne bi îradeya xwe bikin, wî got, di nav de mayîn li deverên xwe yan deverên ku ji aliyê girûpê ve hatine diyarkirin.

DAIŞ dixwaze wan weke mertalên mirovî bikar bîne daku operasyonên Ceyş Mexawîr el-Sewra asteng bike, wî got.

Ji bo xurtkirina parastina sivîlan li devera Rukban, "em xalên kontrolê yên cihgir û gerok datînin û hejmareke bêtir ji wan li derdora kampê", wî got.

"Eger alîgirekî girûpê li kampê were destnîşankirin, yekser tê girtin ji bo pûçkirina her êrîşeke terorî ya ku dibe pêk bîne yan jî hêsan bike, û em girîngiyeke taybet didin vê meselê ji bo paqijkirina deverê ji endamên DAIŞ," Telaa got.

Sivîlên li herêmên Badiya û Tedmur di tirseke rastî de dijîn ku ji aliyê DAIŞ ve werin kuştin, ji ber ku çekdarên wê dest bi teqekirinê li wan bêserûberî kiriye, Tariq Nueymî, karmendekî hawarçûnê li kampa Rukban, got.

DAIŞ li ser kevîka dawiya xwe ye ji ber ku rastî ziyanan li deverê hatiye û hatiye neçarkirin ku ji hinek deveran vekişe, wî ji El-Meşariq re got.

Sivîl biryar didin ku ji malên û zeviyên xwe derkevin û berê xwe bidin kampa Rukban nêzîkî sînorê Urdunê ji ber ku heta astekê devereke ewletir e, wî got jî.

Tevî vê yekê, wî got, DAIŞ kampê dike armanc, herî dawî di 8ê Nîsanê de, hejmarek kes kuştin û birîndar kirin. Ev êrîş hevdem bû ligel êrîşeke DAIŞ li ser xaleke kombûnê ya Artêşa Azad li bingeha wan li nêzîkî kampê.

Hêvî ji bo vegera rewşa asayî

Niştecihên kampa Rukban, ku hejmara wan vê dawiyê bo 85,000 kesî zêde bûye, bi xurtî piştgiriya operasyona serbazî ya çaverêkirî ji bo derxistina DAIŞ dikin, Nueymî got.

Ew hêvî dikin ku rizgarkirina gundû zeviyên li Qelemûn, Badiya û Tedmur dê rê bide wan ku vegerin mal û erdê xwe, wî got.

"Rewşa li kampê nema tê qebûlkirin ji ber rastiya ku girûpên hawarçûnê xwe dûrî pêşkêşkirina alîkariya dikin ji ber metirsiya mumkin ji aliyê girûpê ve," wî got.

Rakirina vê metirsiyê dê rê bide van rêxistinan ku karê xwe li kampê dîsa berdewam bikin û dê alîkariya xelkê wê bike ku xweragir bin dema ku li benda rizgarkirina deverên xwe û vegera xwe ya dawî bin, Nueymî got.

Rehîf Xalidî, yê 35 salî, ku ev çar meh in li kampa Rukban niştecî ye û berpirsê yek ji tîmên ku li wir hatine pêkanîn ji bo parastina ewlehiyê ye, ji El-Meşariq re got ku kamp niha di bin desthilata encumena êlî ya Tedmur û Badiya de ye, ku encumenên îdarî pêk anîne daku kampê birêve bibe,

Encumenên kesan girêdayî peydakirina guhdana bijîşkî, alavan, perwerde, karê polîsan, dadgehkirin û berevaniya medenî ne, wî got.

Nehiştina derbasbûna bi dizî ya DAIŞ

Berevaniya sivîl û ofîsên polîsan meseleyên ewlekariyê birêve dibin, bi taybetî pişkinînkirina nasnameyan û paşxana kesên ku nû tên kampan daku rê li derbasbûna bi dizî ya terorîstan bigirin, Xalidî got.

Ev karekî girîng e, "ji be ku tirs hene ku DAIŞ bikaribe çekdarên xwe bişînin daku şanên nivistî li kampan pêk bînin û xwe têkilî niştecihan bikin û alozî anjî wêrankirinê bikin", wî got.

Encumena êlî ligel girûpa artêşa êlî hevkarî dikin, ku ewlehiyê ji kampê re ji derve ve misoger dike ligel nobedariyên li derdora wê, xalên pişkinîn ên çêkirî li dergehên wê û pişkinînên kartên nasnameyan, wî got.

Hêzên ewlekariyê yên berevaniya sivîl jî serjmareke giştî ji bo niştecihên kampê pêk tînin daku çekdarên terorîst ku dibe derbasî kampa awareyan bûbin ligel herikîna xelkê nas bikin, wî got.

Ev girîng e "ji ber ku hejmara kampê roj bi roj zêde dibe ji ber ku reva sivîl deverên cuda dewam dikin, bi taybetî devera Badiya", wî got.

Dijwariya şerên berdewam li hember DAIŞ li zêdetirî eniyekê û nûçeyên binketinên li pey hev ku ew rastî tên gelek ciwanên li kampê handana ku tevlî yekîneyên artêşê lideverê bibin, Xalidî got.

Gelek ji wan tevlî Ceyş el-Sewra bûne, wî bal kişand.

"Gelek aware yên ku dikarin şer bikin malbatên xwe veguhestine kampê daku ji ewlehiya wan piştrast bin û xwe ji şer re xwebexiş bikin," wî got, anî ziman jî ku tu rêyeke zelaltir ji redkirina wan ji DAIŞ re ji vê rêyê bêtir tune ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500