Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî bikaranîna otombîlên bombekirî ji aliyê DAIŞ ve li Mûsilê vala derdixin

Xalid Taî

Endamên ewlekariyê yên li ser xalên kontrolê li bajarokê Erşaf li bakurê Sûriyê otombîlên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" yên barkirî bi madeyên çêkirina bombeyan û alavên din ên ku bi niyeta wan bû li dijî xelkê deverê bikar bînin sekinandin.

Teqandina otombîlên bombekirî ji dûr ve û bikaranîna êrîşkarên xwekujî tektîkeke êrîşkirinê ye ku gelekî ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve tê bikaranîn di hewldanên wê yên çandina tirsê di nav xelkê de û kontrolkirin an girtina erdan de.

Ji destpêka şerê rizgarkirina Mûsilê ve, girûpê bi sedên otombîl û kamyonên bombekirî li seranserê bajar teqandine, yên ku sivîlan û hêzên ewlekariyê dikin armanc.

Mazin Hesen, ê 46 salî, ku li taxa Edin a rojhilatê Mûsilê niştecî ye, hewl dide tiştê ku ji mala wî mayî vegerîne piştî ku ji aliyê otombîleke bombekirî ve di 9ê Mijdarê de hat armancgirtin.

Hesen û malbata xwe ne li mal bûn dema ku êrîş hat pêkanîn, wî ji Diyaruna re got, lê teqîn gelekî xurt bû û ziyaneke mezin gihande mala wî û devera li derdora wê.

Serbazên Iraqî li rojavayê Mûsilê pêş dikevin. "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" nîşangir û otombîlên bombekirî bikar tîne daku hewl bide pêşketina wan hêdî bike. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Serbazên Iraqî li rojavayê Mûsilê pêş dikevin. "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" nîşangir û otombîlên bombekirî bikar tîne daku hewl bide pêşketina wan hêdî bike. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Di wê rojê de, herî kêm 10 otombîlên bombekirî yên DAIŞ Edin kirin armanc. Hêzên ewlekarî karîn wan bisekinînin û biteqînin berî ku bigihin armancên xwe, ziyan giha malên li derdorê lê canên mirovan hatin parastin.

"Hema bêje ti taxek li Mûsilê nemaye ku rastî ziyana êrîşên bi otombîlên bombekirî yên DAIŞ nehatiye", Hesen got. "Van êrîşan herwiha xelkê bêsûc jî kirine qurbanî."

Karînên qelsbûyî

Li gorî datayên fermî, DAIŞ bi rêya 632 otombîlên bombekirî di dema 45 rojan de êrîşî hêzên rizgarker kiriye ji 17ê Cotmehê ve dema ku şerê Mûsilê destpê kir.

Di demekê de ku şer ber bi aliyê rojavayî yê Mûsilê ve diçe, ev êrîş gelekî zêde bûn, berpirsan got.

Şer "dijmin jihev xistiye" û nema dikare êrîşên berfireh bi otombîlên bombekirî pêk bîne weke çawa di destpêka şer de dikir, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqî emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Çekdaran "dest bi dizîna otombîlên xelkê ji malên wan kirine û wan bi teqemeniyan bomberêj dikin daku hêzên me û xelkê sivîl bikin armanc", wî got.

Ew herwiha kamyonên kargo û tankeran bikar tînin daku kêmbûna di hejmara otombîl û êrîşkarên xwekujî de qerebû bikin bi rêya hewldan ku ziyana herî zêde bigihînin, wî got jî.

"Sivîlên bêçek rastî ziyana herî mezin hatine, ji ber ku otombîlên bombekirî li deverên niştecihbûnê û sikakan tên teqandin, avahî û malan wêran dikin û xelkê dikujin," Resûl got.

Lê belê, "van êrîşan pêşketiya xwe jidest dane û em dikarin otombîlên bombekirî bisekinînin berî ku bigihin armancên xwe", wî got jî.

Piştgiriya asmanî

Hêzên Iraqî karîne piraniya êrîşên bi otombîlên bombekirî pûç bikin, Resûl got, "heta dema ku DAIŞ otombîlên zirxî jî yên ku zehmet e ku bi çekên sivik werin armancgirtin bikar tîne".

Artêşa Iraqî pişta xwe bi balafirên çavdêriyê girê dide yên ku avêjerên mûşekên ku dikarin otombîlên bombekirî nas bikin û bikin armanc bi wan ve ne.

"Piştgiriya asmanî ji hêzên asmanî yên Iraqî û yên hevpeymaniyê herwiha alîkariya me kiriye di wêrankirina gelek kargehên çêkirina otombîlên bombekirî yên DAIŞ li Mûsilê," wî got.

Ji 1 heta 17ê Nîsanê, êrîşên hevpeymaniyê li ser Mûsilê neh kargehên otombîlên bombekirî, heft otombîlên bombekirî û gelek cihên şer û veşargehên çekan ên DAIŞ wêran kirin, li gorî çavkaniyên fermî.

Di 3ê Nîsanê de, balafirên şer ên Iraqî 50 çekdar kuştin û tankeke barkirî bi teqemeniyan a ku berê bû bi Baac li rojavayê Mûsilê ve bû wêran kirin.

"Lîstin bi karta sivîlan"

DAIŞ otombîlên bombekirî komponenteke sereke dibîne di stratejiya xwe ya êrîşkirinê de, Xezwan Hemîd, serokê komîteya awareyan di encumena parêzgeha Nînewa de, got.

"Armanca girûpê ne tenê armancên serbazî yên [Iraqî] ye lê belê deverên niştecihbûnê ye jî ku xelkê sivîl li wir in daku mirina wan bike di stûyê hêzên rizgarker de," wî ji Diyaruna re got.

DAIŞ sivîlan weke mertalên zindî bikar tîne, Hemîd zelal kir, hinek caran wan weke girûpên mezin li malên nêzîkî zonên şer kom dike.

Ev tektîk sivîlan dixe li jêr metirsiyê, wî got, û hatiye çêkirin ji bo rêgirtin li pêşketina hêzên rizgarker ên ku neçar dibin ku agirê xwe bisekinînin.

Ji 19ê Sibatê ve dema ku operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê destpê kir, nêzîkî 350 sivîl di êrîşên otombîlên bombekirî, fîşekên nîşangiran an jî ji encama bikaranîna wan weke mertalên mirovî hatine kuştin, Hemîd got.

Di naverasta Nîsanê de, Wezareta Berevaniyê rênima ji sivîlên asê li rojavayê Mûsilê re derxistin, bang li wan kir ku li mal bimînin û xwe ji deverên ku çekdarên DAIŞ li wir in dûr bixin.

Wê herwiha ew şîret kirin ku birevin her dema ku bikaribin, eger li malên xwe nema ewle bin.

Rêveberê Rewangeha Iraqî bo Mafên Mirov Mistefa Saadûn ji Diyaruna re got ku DAIŞ "bi karta sivîlan dilîze" daku ziyanên xwe qerebû bike û şer dirêj bike.

Girûp bi awayekî bêserûber sivîlan dike armanc bi rêya gelek metodan weke hewlekê ji bo kêmkirina guvaşa serbazî ya li ser xwe, wî got.

"Em kenalên xwe yên taybet bikar tînin ji bo alîkariya artêşê di parastina sivîlan de bi rêya derxistina hişyarî û agahiyan derbarê her metirsiyeke ku dibe rastî wan were, bi taybetî metirsiya otombîlên bombekirî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500