Nûçeyên Iraqê
Topic/Entertainment/sectionlead

Wîlayeta Betîx xelkê dikenîne û DAIŞ aciz dike

Alaa Husên li Bexdayê

Endamên taximê 'Wîlayeta Betîx' ji bo kişandina wêneyekê kom bûne. Bernameya komîdî ya navdar ya Îraqî rexneyê bikar tîne daku komên terorîst û gendeliya giştî bike armanc [Wêne ji Wîlayata Betîx hatiye wergirtin]

Endamên taximê 'Wîlayeta Betîx' ji bo kişandina wêneyekê kom bûne. Bernameya komîdî ya navdar ya Îraqî rexneyê bikar tîne daku komên terorîst û gendeliya giştî bike armanc [Wêne ji Wîlayata Betîx hatiye wergirtin]

Bernameya komîdî ya Îraqî wîlayeta Betîx (Bajarê Betîx) mîlyonên Îraqiyan bi rexneyên xwe yên li ser nexweşiyên civakî, yên ku bûn sedema zincîrek ji kêşeyan, ji gendeliya siyasî heta bi terorîzme, dilxweş dike.

Bernameya heftane, ya ku li ser akranê kenala Huna Bexdad tê weşandin, bala gelek temaşevanan kişand û bi hezarên heskirinan û şîrovekirinan li ser ragihandina civakî wergirt.

Her xelekekê tabloyeke pêkenokbar pêşkêş dike û qala hinek kesayetan dike weke efserên gendel ên polîs, zaroyên nerazî, cîranên gelekaxêv û terorîstên hertim serxweş.

Skêtşeke derbarê pîrozbahiyên bi barandina guleyan çer milyon kesî li ser Youtube lê meyze kir, û yeke din, ku tê de sê endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) şîniya fermandarekî xwe dikin, 1.4 milyon dîtin di heyama du hefteyan de bi dest xistin.

Skêtşa DAIŞ û yên din ên hevşêweyê wî, ku rewşa nebûna exlaqan di nava girûpê de nîşanina û diyar dike ku hinek endam endam fêrî meyê û demanan bûne, hişt girûp bihêrs bibe.

Pêşkêşkarê Wîlayetên Betîx Elî Fadil ji Diyarunare got ku zilamek ji Mûsilê ji aliyê el-hesba ("Polîsê şerîetê") ve hate celdkirin pişt ku girûpê dema ku wî li bernameyê temaşe dikir ew girtin.

Wî got ku ew dizane ku şêniyên Mûsilê bi awayekî nepenî li xelekên bernameyê bi rêya mobayilên xwe yên zîrek temaşe dikin.

Rêbaza teze û afrêner

Serkeftina ku bernameyê li seranserê welat bi dest xistiye -- heta li bajarên di bin kontrola DAIŞ de -- dibe ku divegere du salan ji dûvçûyîna bi baldarî beriya ku bername bê destêpêkirin, Fadil got.

"Her 16 endamên taxim, yên ku nih ji wan leystikvan in, bi awayekî serekî nûciwan in, ev yek jî sedemeke girîng ya serkeftina bernameyê ye," wî got.

Taxim rêbazeke teze û afrêner di karê xwe de şopand, wî got, ew jî bi sazkirina formeke nû ji komîdya beyî kopîkirina skêtşên komîdî ji internêtê, weke ku kesên din kirin.

Di heman demê de, wî got, skêtşên wan sînornên exlaq û nerîtan derbas nekirin, lê belê rastiyên ku eleqedarî herkesî ne pêşkêş kirin.

Di skêtşekê de, wî got, endameke parleman şêraniyê dixwe û bi mobayla xwe dilîze di rûniştineke guhdarîkirnê ya parleman de ya li dor gendeliyê, hayê wê jî jê nebû ku kamîra li ser wê ye.

"Ew meşhed û şîrovekirinên pêkenokbar ne kesayetîya parlamentarê kiribû armanc, lê belê paşguhkirina ji aliyê siyasiyan ve bi giştî anîbû ser ziman," wî got.

Aktorê Wîlayeta Betîx Esîr Keşkûl got ku sedema bilindbûna hejmara temaşekirinê ji ber sadetî û efewîyeta bernameyê ye, bernameya ku reftarên çewt bi awayekî komîdî û ronîkirineke avaker, bêy tu kêmsewiyetê, pêşkêş dike.

"Programa me ji malbatên Îraqî re hatiye çêkirin û tu kes li bernameyê temaşe nake bêyî ku kesayetîyên ku dibe di civakê de wan nas bike not bike," wî ji Diyaruna re got.

Gef û kiryarên şidetê

Damezrînerên bernameyê gelek gef ji jêderên nenas wergitin piştî ku xelekên bernameyê kêmasiyên wan ên siyasî û şideta ku komên terorîst pê radibin kirin armanc, Fadil got.

Ew ewidîne ser van gefan, wî got, da zanîn jî ku tu bandora wan nema ye.

Mala Fadil, ku li rex parka Sadûn li orta Bexdayê ye, bûbû armanc dema çekdarên eşîran di 21ê Sibatê ew gulebaran kirin wekî bersiv li ser skêtşeke ku wan ew weke sivkatî bi eşîra xwe raçav kir.

Di wê demê de, jêderên polîsê dan xuyakirin ku malbata Fadil hatibû tirsandin lê dest ji wan berdabûn û ziyan gihandibûn materiyalên mala wan.

"Ew buyer bi awayekî qanûnî hate çareserkirin bêy ku hewcedarî ji tenazulê re hebe ," Fadil got, tekez kir eger ew hewl bidin ku hunermendan santaj bikin ew dê tiştekî bêsûd be.

Parlemanê Îraqî Mihemed el-Sêhûd tekez kir ku eşîrên Îraqî çavên xwe li ser armanckirina rojnamevanan û endamên medyayê nagirin, got jî ku tawan ji aliyê şervanên eşîran ve yên ku bi awayekî ferdî reftar kirine hatiye cîbecîkirin.

"Êrîşa li ser pêşkêşvanê Wîlayeta Betîx, herwiha armanckirina berpirsên ewlekariyê û rojnamevanan nayê qebûlkirin," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500