Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ xwe li pişt kesên herî belengaz ên civakê vedişêre

Xalid Taî

Efserekî Iraqî alîkariya zilamekî bi kopal li Mûsilê dike. Berpirsên Iraqî dibêjin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" pişta xwe bi kesên mezin û zarokên xwediyên nexweşiyên aqil, û yên kêmendam girê dide, daku wan weke mertalên mirovî yan jî êrîşkarên xwekuj bikar bîne. [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Efserekî Iraqî alîkariya zilamekî bi kopal li Mûsilê dike. Berpirsên Iraqî dibêjin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" pişta xwe bi kesên mezin û zarokên xwediyên nexweşiyên aqil, û yên kêmendam girê dide, daku wan weke mertalên mirovî yan jî êrîşkarên xwekuj bikar bîne. [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Weke hewleke dawî ji bo rêgirtin li pêşketina hêzên Iraqî, çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê endamên herî belengaz ên civakê diavêjin ser rêya xwe, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Li gorî polîsê Iraqî û girûpeke mafên mirov, DAIŞ pişta xwe bi kesên xwedî nexweşiyên aqil, û kêmendam û zarokan girê dide, sûdê ji belengazî û şikestinbariya wan werdigre daku wan weke mertalên mirovî yan jî êrîşkarên xwekuj bikar bîne.

Di 1ê Nîsanê de, polîsê Iraqî ragihand ku endamên DAIŞ zilamekî nexweşê aqil bibombe kirin û berî wî dane devereke ku hêzên Iraqî li wir bûn, berî ku nîşangirekî polîsên federal wî neçar bike ku vekişe.

Nîşangirê, ku çavdêriya tevgerên wî zilamî bi rêya dûrbîna tifinga xwe dikir, fîşek berda nêzîkî wî daku wî bitirsîne, û di dawiyê de di rawestandina pêşketina wî de biserket bêyî ku ziyanê bigihîne wî, polîsan got.

Çend haletên weke vê ji destpêka operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ve di 19ê Sibatê de çêbûne, li gorî Rewangeha Iraqî bo Mafên Mirov.

Di hefteya borî de, endamên DAIŞ herî kêm 10 kesên xwediyên nexweşiyên aqil an jî yên cesteyî xistin şerê taxa Tenek de, rêveberê Rewangehê Mistefa Saedûn ji Diyaruna re got.

Çekdarên DAIŞ ew weke mertalên mirovî bikar anîn daku xwe li pişt wan veşêrin an jî ew bi teqemeniyan bomberêj kirin daku tevger û pêşketina hêzên Iraqî asteng bikin, wî got.

Di bin gefa kuştinê de, wî got jî, DAIŞ ev kesên belengaz "xapandin an neçar kirin" ku xwe nêzîkî xetên temasê ligel yekîneyên serbazî.

Bi vî awayî, ew hewl dide ku berpirsyariyê têxe di stûyê hêzên Iraqî de derbarê her ziyaneke ku dibe bigihe wan, daku bikeve di xizmeta hewldanên wê yên propegendeyê de, Saedûn got.

Çekdarkirina zarokan bi darêzorê

Girûp herwiha bi sedên zarokan bi zorê çekdar dike, Saedûn got, û tîmên gerok pêk anîne daku wan ji malên wan bibin baregehên wê.

Ji destpêka operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê ve, DAIŞ nêzîkî 300 zarokên ku temenên wan navbera 11 û 17 salan e çekdar kirine, piraniya wan ji taxên Tenek, Zencelî, Rifayî, û Siha ne.

"Tîmên DAIŞ gefan li dêûbavên zarokan dixwin, û ji wan re dibêje ku girûp gelekî bi hewceyî wan e, û ku ew niha serbazên xîlafetê ne," û ji wan dixwaze ku çekan hilbigrin an jî piştgiriya lojistîk pêşkêş bikin, wî got.

Kişandina sivîlan bo nav şer bi vî awayî nîşan dide ku "terorîst çiqas xerab in, û çawa tu nirxên mirovî li ba wan tune ne, û ew amade ne ku hertiştê kirêt û zişt bikin daku xwe biparêzin", wî got.

Bûyera 1ê Nîsanê bi zilamê nexweşê aqil asta tawankarî û nemiroviya DAIŞ nîşan dide, fermandarê polîsên federal ferîq Raid Şakir Cewdet got.

"Ew di beramber de haydariya hêzên me ji bo nîşandana asta herî pêkane ji xwegirtin û aqilmendiyê di mamelekirina bi haletên wisa re ji helesteke exlaqî, mirovî û ligel profesyoneliyeke bilind nîşan dide," wî ji Diyaruna re got.

"Di dema şerên li aliyê rojavayî ji Mûsilê de, bi taybetî li avahiyên otêlan, rawestgeha trênê, Bab Tûb û Qedîb Ban, me bi dehên zarokên ku DAIŞ ew neçar kiribûn ku tevlî rêzên wê bibin girtin," Cewdet got.

Ew hatin veguhestin bo bingehên polîsan li taxên rizgarkirî ji Mûsilê û di dawiyê de bo malbatên xwe hatin radestkirin, wî got.

Rêzgirtin ji jiyana mirov re tune ye

"Destê DAIŞ di her awayê tawanan de heye," Cewdet got.

Ew zarokan neçar dike ku zarokatiya xwe li pişt xwe bihêlin daku wan weke çekdar û êrîşkarên xwekuj bikar bîne, wî got, û nexweşên aqil û kêmendaman bomborêj dike daku weke mertalên mirovî bikar bîne, "bêyî rêzgirtina mirovahiya wan".

Ev hemû wê yekê piştrast dike ku DAIŞ ne tenê di şer de şikest lê karîna xwe ji bo xweragirtinê bo demeke dirêj weke rêxistinekê jidest daye, wî got jî.

Polîsên federal tiştê ku ji wan tê dikin ji bo rêgirtin li gefxwarin û istixlalkirina DAIŞ ji zarokan re, wî got.

Ji aliyê xwe ve jî, wî got, polîsên federal agahiyên istixbaratî bikar tînin daku piştrast bibin ku ew li armancên rast didin dema şerê DAIŞ dikin û li wan hatiye qedexekirin ku hêza tund bikar bînin daku ziyanê negihînin mirovan û jêrxaneyê.

Endamê encumena parêzgeha Nînewa Xelef Hedîdî ji Diyaruna re got ku ew gelekî nîgeran bû dema bi istixlalkirina DAIŞ ji kêmendaman re û çekdarkirina wê ji zarokan re bihîst.

"Ev haletên istixlalkirin û tawankariya sîstematîk divê me han bidin ku hertiştî bikin ji bo parastin û rizgarkirina xelkê xwe yê dorpêçkirî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500