Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Encumena Mafên Mirov a NY Sûriyê şermezar dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Alîgirên Hizbulaha Libnanî wêneyên Rûhula Xumeynî û Elî Xamineyî hildigrin di meşekê de li bajarokê Kefer Heta di 18ê Adarê de di dema şîna çekdarekî Hizbula de yê ku li Sûriyê miriye. Biryareke nû ya Encumena Mafên Mirov a NY milîsên biyanî yên ku li kêleka rejîma Sûriyê şer dikin bi tundî şermezar kir. [Mehmûd Zeyat/AFP]

Alîgirên Hizbulaha Libnanî wêneyên Rûhula Xumeynî û Elî Xamineyî hildigrin di meşekê de li bajarokê Kefer Heta di 18ê Adarê de di dema şîna çekdarekî Hizbula de yê ku li Sûriyê miriye. Biryareke nû ya Encumena Mafên Mirov a NY milîsên biyanî yên ku li kêleka rejîma Sûriyê şer dikin bi tundî şermezar kir. [Mehmûd Zeyat/AFP]

Biryareke nû derbarê rewşa mirovî li Sûriyê her yek ji rejîma Sûrî û hevalbendên wê û girûpên terorîst yên ku li Sûriyê şer dikin di heman belgeyê de "bi tundî şermezar kirin".

Di biryarekê de ku di 24ê Adarê de hat erêkirin, Encumena Mafên Mirov a NY "binpêkirin û tadayiya sîstematîk a berdewam, berbelav û tund ji mafên mirov re û hemû binpêkirinên zagona navdewletî ji aliyê desthilatên Sûriyê û milîsên ser bi wê ve" bi tundî şermezar kir.

Biryarê rexnegirtineke tund arasteyî rêxistinên biyanî yên ku li şûna rejîma Sûriyê şer dikin kir, bi taybetî Hizbullaha Libnanî, "nîgeraniyeke kûr nîşan da ku beşdarbûna wan rewşa xirab xirabtir dike" li Sûriyê.

Biryarê herwiha "kiryarên terorîst û tundutûj yê li dijî sivîlan" ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Eniya Nusra, û girûpên terorîst ên din îdane kir.

Wê nîgeranî nîşan da derbarê encamên Komîsyona Navdewletî ya Serbixwe bo Lêkolînê derbarê Sûriyê, di nav de ewên dibêjin ku binpêkirinên ku li Helebê hatin pêkanîn digihin asta tawanên şer, bi taybetî yên ji aliyê rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ve.

Encam bi xurtî nîşan didin ku hêzên ser bi rejîmê ve tawanên şer ên armancgirtina biqesd a kesên parastî bi zagona navdewletî pêk anîne, wê got, di nav de tîmên bijîşkî û yên veguhestinê.

Biryarê herwiha "kiryarên berbelav ên nepenîkirina bi zorê, girtina bi hêzê û bikaranîna tundutûjiya seksî, îşkencekirin û mameleya xirab jî şermezar kirinbi taybetî li bingehên girtinê yên di destê desthilatên Sûriyê de".

Binpêkirinên mafên mirov

"Xistina rejîma Sûriyê, DAIŞ û Hizbulla di yek sebetê de derbarê mafên mirovan li Sûriyê û binpêkirinên zagona mirovî ya navdewletî dê li Hizbulla, hêzên rejîmê û milîsên tayifî yên ser bi wan ve tengtir bike," parêzerê Sûrî Beşîr Besam got.

Hikûmetên navdewletî û enstîtuyên siyasî, ewlehî û mirovî hevnerîn in derbarê tawanên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine pêkanîn, ku girûpeke terorîst a diyarkirî ye, wî ji Diyaruna re got.

Lê belê, rewş cuda ye dema mesele were rejîma Sûriyê û milîsên ku piştevaniya wê dikin, ji ber ku nerîn derbarê vê pirsê tên guhertin, wî got jî.

"Pêşkêşkirina belgeyan ji aliyê peymangeh, komîte û şandeyên NY derbarê binpêkirinên berdewam ên mafên mirov û zagona navdewletî dê helbet wêneyê li ser asta fermî zelaltir bike," wî got, derbarê rejîma Sûriyê, milîsên girêdayî wê û Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, ku piştevanê sereke ji milîsên biyanî re ye yên ku li kêleka rejîma Sûriyê şer dikin.

Rêxistinên mafên mirov ên Sûriyê "lîsteyên piştrastkirî yên navên hemû girtiyan di zindanên Sûriyê de, ligel lîsteyên navên kesên ku di bin îşkenceyê de li van navendên girtinê de mirine amade dikin", wî got.

Ev belgekirin dê şehadetênbi dehên zindaniyên berê lixwe bigre, ligel ên sivîlên ku hatin dorpêçkirin û rastî êrîşên milîsên ku li kêleka rejîmê şer dikin hatin, wî got jî.

Bi rêya şermezarkirina Hizbullaha Libnanî, biryara nû ya NY herwiha piştevanê wê, artêşa Pasdaran, şermezar kir, lêkolînerê karûbarên Îranî Fethî Seyid ji Diyaruna re got.

"Biryarê nîşan bi binpêkirin û tawanên ku di dema şerên Helebê de pêk hatîn daye û gotiye ku digihin asta tawanên şer," wî got.

Ew behsa wê yekê dike ku ev tawan ji aliyê rejîma Sûriyê û hevalbendên wê ve hatine pêkanîn, ku êrîşî sivîlan û tîmên bijîşkî yên ku li deverên dorpêçkirî li Helebê kar dikirin kirin, wî got, anî ziman jî ku sivîl rastî tadayiya rasterast hatin dema ku milîsên ser bi rejîmê ve derbasê van navçeyan bûn.

Lêkolîn dê berdewam be

Biryara NY erkdarkirina Komîsyona Lêkolînê bo salekê dirêj kir, pisporê qanûna navdewletî Xêredîn Ebdilmutaal, ku li Zanîngeha Esyût a Misrê dersan dide, got.

"Ev dirêjkirin ne ji ber wê yekê hat ku belgeyên tawanbarkirinê di van haletan de ne bes in," wî got. "Lê berevajî vê yekê, gelek belge hene, lê hewce ne ku werin xurtkirin bi rêya delîlên sabit li gorî rastiyên piştrastkirî û şehadetên derbarê tişta çêbûyî."

Lêkolîn beşekî berfireh lixwe digre, wî got, di nav de kiryarên terorîzmê yên ku sivîlan armanv digrin, astengkirin li gihandina alîkariyên mirovî û binçavkirin û girtinên li jêr hêzê.

Biryar giranî daye bikaranîna metodên cuda yên îşkencekirinê, di nav de tundutûjiya seksî û mameleya xerab li bingehên girtinê yên Sûriyê, wî got.

Ev biryar giring e ji ber ku "banga hêsankirina mîsyona Komîsyona Lêkolînê dike û nîşan bi wê yekê dike ku dê berê xwe bide Dadgeha Tawanan a Navdewletî weke penageha dawî eger hemû alî, bi taybetî dewlet, hewl bidin ku ji cezaya tawanên ku pêk anîn birevin", wî got.

"Ev îma ya herî girîng e ji dema destpêka krîza Sûriyê ve û gefeke xuya ye ji rejîma Sûriyê re daku wê neçar bike ku bi temamî hevahengiyê ligel lêkolînên niha bike û daku guvaşê lê bike ku bingehên xwe yên girtinê û zindanên xwe veke ji bo eşkerekirina şertûmercên rastî di nav wan de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500