Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ dayîna pereyên xwînê bo jinbîyên çekdarên xwe qut dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Ku ji aliyê girûpê ve miflis hatin hiştin, jinbîyên DAIŞ hatine neçarkirin ku ji deverên bin kontrola wê birevin, milkên xwe bifroşin daku pereyan bidest bixin, an jî her cureyê karê ku ji wan re were pêşkêşkirin bikin -- hinek caran tenê beramberî xwarinê. [File]

Ku ji aliyê girûpê ve miflis hatin hiştin, jinbîyên DAIŞ hatine neçarkirin ku ji deverên bin kontrola wê birevin, milkên xwe bifroşin daku pereyan bidest bixin, an jî her cureyê karê ku ji wan re were pêşkêşkirin bikin -- hinek caran tenê beramberî xwarinê. [File]

Di demekê de ku rastî pirsgirêkên darayî tê, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji sozên xwe yên qerebûkirina malbatên çekdarên xwe yên kuştî paş ve vegeriyaye, çavkaniyên ku rewşa girûpê nas dikin ji Diyaruna re gotin.

Li şûna wergirtina pereyên xwînê yên ku soz derbarê wan wergirtibûn, kar ji jinbîyên çekdarên DAIŞ re tê pêşkêşkirin, û tên neçarkirin ku zarokên xwe bişînin eniyên şer daku rastî heman çarenivîsa tundutûj a bavên xwe werin.

Ku ji aliyê girûpê ve miflis hatin hiştin, jinbîyên DAIŞ hatine neçarkirin ku ji deverên bin kontrola wê birevin, milkên xwe bifroşin daku pereyan bidest bixin, an jî her cureyê karê ku ji wan re were pêşkêşkirin bikin -- hinek caran tenê beramberî xwarinê.

Raportên derbarê qurbaniyên zêde yên DAIŞ tên belavkirin di nav gurbûna şer li gundewarên Reqa, Tebqa û beşên ji Dêrezor de, şêniyê Reqa Nasir Elî, yê ku mamosta ye û xwest bernavekî bikar bîne ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

Tê zanîn ku malbatên çekdarên Sûrî yên DAIŞ sozên qerebûyeke darayî ya berdewam di haleta mirina bav, bira an jî take nanderê wan di şerê di nav rêzên girûpê de wergirtine, wî ji Diyaruna re got.

"Mûçe û qerebûkirin sedemên sereke bûn ku ji ber wan piraniya Sûriyên ku tevlî nav rêzên girûpê bûn ev bû çarenivîsa wan," wî got.

Ev yek ji ber "xirabiya tund a şertûmercên aborî û nebûna derfetên kar e" ji encama şerê ku bijareyên wan kêm hiştin, wî got.

Jinbî rastî "şertûmercên xirabtir" tên

"Jinbîyên endamên DAIŞ di xirabtirîn şertûmerc de dijîn ji ber ku girûpê xwe ji dayîna qerebûkirinê da alî û heta nema mûçeyan jî dide," Elî got.

"Hinek ji jinan dozên xwe digihînin efserên ewlekariyê û yekîneyên ku zilamên wan di wan de kar dikirin, lê bê encam," wî got jî.

DAIŞ bi rêyeke din ligel hinek jinan hewl dan, wî got, "ew jî ku wan han bide ku bizewicin endamekî [DAIŞ] daku wan qayil bike ku ji girûpê re kar bikin beramberî $50 di mehê de, an jî wan qayil bike ku zarokên xwe yên biçûk çekdar bikin".

"Gelek jinan qebûl kir ku zarokên xwe çekdar bikin daku hinek pere bidest bixin," wî got, tevî ku dizanin kuDAIŞ zarokên wan weke êrîşkarên xwekuj bikar tîne.

Gelek jinên ku qebûl kirin ligel girûpê kar bikin bo bereyan tên birin, ku hinek ji wan tên amadekirin daku şer bikin û yên din tên rêxistin ku piştgiriyê bikin bi rêya pêşkêşkirina xwarin, çek û teqemeniyan ji çekdaran re, wî got.

Ne tişteke ecêb e ku malbatên çekdarên DAIŞ xwe di nav van şertûmercan de bibînin, profesorê zanistên aborî yên navdewletî li Zanîngeha Qahîra Nasir Esyûtî, got.

Girûp di mehên dawî de rastî ziyanên mezin hatiye û herwiha rûbirûyî daketineke mezin di dahatên xwe de hatiye, wî ji Diyaruna re got.

"Hevpeymaniya navdewletî karî dorpêçê li ser hewaleyên pereyan, di nav de xêrdan û dayînên ji piştevanên DAIŞ re li seranserê cîhanê, tund bike, ku berî niha diketin di xezîneyên girûpê de," wî got.

Qezencên ji bazirganiya cîhanî nagihin girûpê, wî anî ziman, û firotina petrola dizî ji erdên bin kontrola wê li Sûriye û Iraqê hatiye sekinandin.

Qaçaxî û bazirganiya asewaran û berhemên çandinî yên ku gelek pere ji girûpê re tanîn jî hatin blokkirin, Esyûtî got.

Kêmkirineke mezin di mûçeyan de

Ligel pêbendnebûna bi soza xwe ya qerebûkirina jinbîyan, DAIŞ mûçeyên çekdarên xwe gelekî kêm kirin.

Dikandarê Tebqa Hemed Nafih ji Diyaruna re got ku wî ev yek destpêkê bi rêya karê xwe di bazarên Reqa de û mameleya ligel bazirganên ku navbera deverên di destê DAIŞ de digerin û herwiha ligel muşteriyan.

"Mûçeyê endamekî Sûrî niha tenê $40 di mehê de ye, piştî ku gelekî hat kêmkirin ku $500 bû," Nafih got, bernavek bikar anî ji tirsa li ser selametiya xwe.

Herkes li Reqa û derdora wê û Tebqa dizane ku her devereke bin destê DAIŞ xwe dibizivîne daku dahata pêwîst bidest bixe, wî got.

"Emîrê her sektorekî bi xwe kar dike daku pereyên pêwîst ji bo xerciyan peyda bike, ku bi awayekî sereke pişta xwe bi girtinan girê didin ku ji encama wan bac tên," wî got.

Pereyên lazim ji bo serbestberdanê di navbera $50 heta $100 de ye, wî got.

Çavkaniyên dahatê yên awarte yên din destdanîn û firotina mobîlyayên ji malên xelkê ku ji bajar derketine daku ji girûpê bireve lixwe digrin, wî got.

"Endamên DAIŞ hertiştê ku dikeve di destê wan de difroşin daku pereyan bidest bixin, di nav de petrol, gazolîn û benzîn bi nirxên gelekî erzan," wî got.

Ew herwiha kabilên elektirîkê ji gundên li gundewarên Reqa jêdikin daku bifroşin, wî got jî.

Di hefteyên dawî de, Nafih got, hinek jinbîyên çekdarên DAIŞ ên Sûrî sûd ji pêla awarebûnê wergirtin daku ji deverê birevin bo kampên cuda yan jî gundên biçûk.

Derbarê jinbîyên çekdarên DAIŞ ên biyanî, Nafih got, "ti kes tiştekî derbarê wan nizane".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500