Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Di demekê de ku QSD pêş dikeve, DAIŞ xelkê Reqa dorpêç dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Tankeke Hêzên Sûriyaya Demokratîk di beşê rojhilata jorîn re ji parêzgeha Reqa derbas dibe. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Tankeke Hêzên Sûriyaya Demokratîk di beşê rojhilata jorîn re ji parêzgeha Reqa derbas dibe. [Wêne ji QSD hatiye wergirtin]

Ji nava bajarê Reqa yê Sûriyê, xelk ji Diyaruna re dibêjin ku ew çaverêbûneke heyecandar jiyan dikin di demekê de ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nêzîktir dibin.

Hevpeymaniya Erebî-Kurdî gelek cih li gundewarên Reqa ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirine û şer dikin daku rêyên sereke yên ku digihin Reqa kontrol bikin, şervanên QSD gotin.

DAIŞ li xelkê qedexe kir ku derbasî bajar bibin an jî jê derkevin, bajarê ku rastî kêmbûneke tund di xwarinê de, bi taybetî ard, tê û vê yekê hişt nirxê nan gelekî buha be.

"Endamên girûpê vê dawiyê bêçare mane, ev yek bi rêya kiryarên wan ên rojane li dijî sivîlan li bajarê Reqa tê xuyakirin," karkerê dikanekê li Reqa Hemed Meter, ku bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Ji nav wan kiryaran qedexekirina derketina xelkê ji bajar ji ber çi rewşê, sedem an jî behaneyan, wî ji Diyaruna re got, wî da zanîn jî ku ev qedexekirin gihan asta xwe ya herî zêde dema ku dengoyênegera herifîna bendava Tebqa êdî belav bûn.

"Xelkê gundewaran, ku piraniya wan ji deverên şer reviyane lê nikarîn ji deverên bin kontrola DAIŞ birevin, herwiha li wan hatiye qedexekirin ku biçin bajar, û hatin neçarkirin ku şevên xwe li deverên çandiniyê û zeviyan derbas bikin," wî got.

"Piraniya wan di çadiran de radiketin, ku nirxê yekê ji wan digihe $500 ji ber ku kêmpeyda ne," Meter got.

Xalên kontrolê yên DAIŞ li sivîlan û endamên DAIŞ jî teng kirine, wî got, û herkesê ku hewl dide bêyî ruxset derkeve digrin.

Li nava bajar şertûmercên zehmet

"Şertûmercên li nava bajar gelekî zehmet in," Meter got. "Av ji 25ê Adarê ve li ser bajar hatiye qutkirin, û nan gelekî kêmpeyda ye ji ber nebûna ard."

DAIŞ dest daniye ser hemû keştî û qeyikên li ser Çemê Firatê daku rê li wan bigre ku ji bo revê werin bikaranîn, wî got.

"Wê herwiha dest danî ser hemû qeyikên masîgirtinê, û wisa masîgir ji dahata wan a rojane ya kêm ku alîkariya wan dikir ku debara xwe di van şertûmercan de bikin bêpar kirin," wî got jî.

Girûpê dest bi kontrolkirina tevgera veguhestinê kiriye, ku bac giran kirine bo 1,500 lîreyên Sûrî ($7) beramberî kelûpelan û 500 lîreyan ($2) bo kesan, wî got.

Nobedariyên DAIŞ operasyonên avêtina ser malan bi berdewamî pêk tînin ji bo lêgerîna alavên komunîkasyona radyoyê, mobalyên bi xetên derve, alavên înternetê û laptopan, û daku kaxezên nasnameyê pişkinîn bikin, Meter got.

Tevî raporên ku dibêjin wê zindanên xwe vala kirine, DAIŞ hîn sivîlan bi hincetên bêwate digre, weke têkiliya bi hêzên hevpeymanyê re yan jî çigarekêşanê, wî got.

Qutkirina rayên sereke

"Şerê niha li gundewarên Reqa, weke beşekê ji qonaxa sêyem ji operasyona Xezeba Firatê, serkeftinên mezin di dema dawî de bidest xistine," fermandarê QSD Mehmûd Îsmaîl ji Diyaruna re got.

Di nav de girtina deverên berfireh li gundewarên bakurî yên Reqa û pêşketinên li gundewarên Tebqa, wî got, ji wan jî destkeftiyên sereke weke rizgarkirina balafirgeha Tebqa û kontrolkirina beşê mezin ji bendava Tebqa.

"Vê yek dê rê xweş bike ji bo rizgarkirina bajar bi tevahî di pêşeroja nêzîk de," wî got, û ji bo qutkirina rêya Tebqa-Şam.

"Operasyonên niha û encamên wan erdê xweş dikin bo êrîşekê li ser bajarê Reqa, asêgeha sereke ya girûpê," wî got.

Di operasyonên vê dawiyê li gundewarên Tebqa û Reqa de, "pevçûnên dîrekt ên tund ligel endamên girûpê çêbûn û piraniya wan bi haydariyeke mezin hatin pêkanîn ji ber ku DAIŞ sivîlan weke mertalên zindî bikar tîne", Îsmaîl got.

"Ji ber vê yekê hewl giraniyê didin vekirina rêyên ewle ji sivîlan re daku ji gund û bajarokên xwe derkevin berî ku êrîşî wan were kirin daku ziyan negihe wan," wî got.

Piştgiriya sivîlan ji hev re

Tevî ku ew di rewşeke xirab de me, sivîlên ku ji deverên bin destê DAIŞ reviyane û gihane deverên rizgarbûyî dibêjin ku wan tiştek nedixwest ji bilî ku ji ew girûpê rizgar bibin, Ocalan Şêxî, karmendekî hawarçûnê li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê, got.

"Hevpiştgirî û hevalîkariyeke mezin navbera sivîlan de heye, ew xwarin û avê li ser hev parve dikin," wî ji Diyaruna re got.

Piraniya kesên ku reviyabûn di dawiyê de vegeriyan malên xwe, dema ku gund û bajarokên wan ji DAIŞ hatin rizgarkirin, ewlekirin, û paqijkirin ji mayînan, wî got.

Xelkê bajarê Reqa û deverên derdorê yên ku reviyane, cih ji wan re hatin dayîn li deverên rizgarkirî piştî demeke nêzîk ji reva wan, Şêxî got, ku hejmareke mezin li kampên ku nêzîkî sînorê Tirkiyê hatine avakirin dimînin.

Niha, hema bibêje ku gihiştin ji bajarê Reqa nîne ji ber dorpêça DAIŞ, ku vê yekê hiştiye derketina ji bajar hema bêje nemumkin be, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500