Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ îdiayên nerast derbarê bendava Tebqa belav dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Şervanek ji Hêzên Sûriya Demokratîk li dergehê bakurî yê bendava Tebqa li ser Çemê Firatê sekinî ye. [Wêne ji ofîsa medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

Şervanek ji Hêzên Sûriya Demokratîk li dergehê bakurî yê bendava Tebqa li ser Çemê Firatê sekinî ye. [Wêne ji ofîsa medyayî ya QSD hatiye wergirtin]

Dengoyên ku tên propagandekirin ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku hişyariyê ji gihana ziyanê bo bendava Tebqa didin bêbingeh in, pispor û berpirs ji Diyaruna re dibêjin, û bi tenê dixwazin tevlîheviyê li ba hêzên rizgarker çêbikin û wan hêdî bikin.

Bi rêya alavên medyayî û makrofonên mizgeftan, DAIŞ ragihand ku bendava li ser Çemê Firatê di metirsiya herifînê de ye -- derzeke ku dibe bibe sedema lehiyeke karesatî li Reqa ku dibe bigihe aliyê din ji Dêrezorê jî.

"Girûp dihêle xelkê li bajar bitirs bimînin bi rêya belavkirina deweran derbarê herifîna bendava Tebqa," şêniyê Reqa Wail Mistefa, yê ku bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Di 23 û 24ê Adarê de, endamên DAIŞ dengvederkên mizgeftên bajarê Reqa bikar anîn ji bo ragihandina ku herifîna bendavê nêzîk e, û sûc xiste di stûyê operasyonên serbazî yên berdewam de ku cihên DAIŞ li derdorê dikin armanc, wî ji Diyaruna re got.

"Dilerawkê di nav xelkê de belav bû ji tirsa ku bendav biherife û hemû deverên Reqa binav bibin , ew han dan ku ji malên xwe derkevin bo girên bilind, ku gelekan şeva xwe li wir derbas kirin," wî got.

Girûp piştre ji îdiayên xwe vegeriya bi rêyan heman mizgeftan, ragihand ku bendav ne di metirsiyê de bû, Mistefa got.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dibêjin ku wan devera derdora bendavê topbaran nekirine, û ne ji aliyê êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê ve hatine armancgirtin, ji ber ku hevpeymaniyê hêzên bi paraşûtê daxistin daku rasterast şerê çekdarên DAIŞ bikin.

Berevajî îdiayên girûpê, metirsiya sereke li ser bendavê ji aliyê DAIŞ tê.

DAIŞ şerseknadineke kurt îstixlal kir -- ku ji aliyê QSD ve hat ragihandin ji bo rêdan ji endazyaran re ku derbas bibin û bendavê pişkinîn bikin -- daku xwe kom bike û êrîşî hevpeymaniya opozîsyona Erebî-Kurdî bike, berpirsan got.

Hevdem, Mistefa got, xelkê Reqa ditirsin ku DAIŞ bendavê biteqîne, heta beşek jê jî, weke tolhildan eger dever ji destê wê derket.

DAIŞ li xelkê qedexe dike ku ji bajar derkevin, heta bo gundewarên derdorê jî, ji ber ku dixwaze wan weke dîl bihêle û çarenivîsa wan kontrol bike heta ku jê tê, wî got jî.

Asta avê bi hewceyî çavdêrîkirinê ye

"Bendava Firat ji du beşan pêk tê," endazyar Mûsa Ehmed, ku li bendavê kar dikir berî ku neçar bibe ku bireve Tirkiyê, got.

"Ya yekem bendava, li pişt wê gola Tebqa ye, û ya duyem jî bingeha elektirîkê ye," wî ji Diyaruna re got.

"Tevî hişyariyên zêde, asta avê hîn ewle ye," wî got.

Asta avê li bendavê dikare metir û nîvekê bilind bibe berî ku bigihe kapasîteya xwe, wî got.

Valakirina qebareya guncan ji avê bo parastina astên ewle dikare were pêkanîn di çend rojan de tenê ji aliyê hinek karkerên jêhatî, wî got, yên ku pêwîstî bi wan heye daku valakirinê kontrol bikin û zexta herikîna avê hêsan bikin.

"Lê belê, tirsa niha ji egera binavbûna bingeha elektirîkê ya Bendava Firatê ye," wî got, anî ziman jî ku pêwîst e karkerên pispor hertim li bendavê hazir bin ji bo çavdêrîkirina asta avê, dayîna avê ji bingeha elektirîkê ye û pişkinîn li herikîna avê ji bendavê.

Giraniya tirsa ji valakirina bendavê ji karmendên lê ye, wî got, ji ber ku dibe ev yek pirgirêkan derbixe.

Eger bingeh wisa bimîne bêyî çavdêr û karker daku asta avê kontrol bikin, encamên ji herikîna avê dê "karesat be bo deverên Dêrezor û Reqa", Ehmed got.

Bajarê Tebqa hinekî li ser erdeke bilind e "û metirsiyeke nêzîk li ser tune ye", wî got jî.

Hewlên DAIŞ yên xwe organîzekirinê

"Şer li derdora bendava Tebqa berdewam e," efserê QSD Ferhad Xoca, ku di Operasyona Xezeba Firat de beşdar e, got.

Şer bi hişyarî tên kirin ji ber bendavê, wî ji Diyaruna re got, tekez jî kir ku QSD haydar e ku wê ji her ziyanekê biparêze.

"QSD bi tu awayî bi çekên xwe devera bendavê nekiriye armanc û rê li endamên tîmên teknîkî negirtiye ku bigihin wê," wî got.

Di 27ê Adarê de, Xoca got, odeya operasyona Xezeba Firatê agirbesteke çar-saetî ragihand daku rê bide endazyaran û teknîsiyenên bendavê ku derbasî wê bibin .

QSD bi agirbestê pêbend bû, wî got, lê DAIŞ sûd ji vê rewşê wergirt di rêxistinkirina çekdarên xwe li deverê û êrîşkirina ser yekîneyên QSD de, û ew neçar kirin ku bersivê bidin, agir vegerînin û operasyonên serbazî bidomînin.

"DAIŞ dengoyên derbarê ku ziyan gihaye bendavê bi rêya topbarankirinê belav kirin daku wêneya QSD reş bikin û wan bidin xuyakirin weke ku jiyana sivîlan ne xema wan e," wî got jî.

DAIŞ hewl dide ku operasyonên serbazî, êrîşên asmanî û topbarankirinê li deverê bisekinîne daku ji xwe re dem bikire ji bo ku xwe amade bike û hêzên xwe organîze bike ji bo berevanîkirin li Reqaya nêzîk piştî jidestdayîna deverên berfireh li ser destê QSD, Xoca got.

Parastina ewlehiya bendavê

QSD ji xwe re kiriye berîtiyek ku bendavê ewle bihêle û rakirina her metirsiyeke ku dibe ziyanê bigihîne jêrxaneya wê, fermandarê yekîneyeke QSD Ebdilfetah Nesredîn got.

Tedbîrên parastinê ji "şandina tîmên endazyaran, teknîsyen û pisporên bendavê daku piştrast bibin ku ew berdewam e li ser kar û sivîl nakevin di tu metirsiyê de piştî herifîna tam an a parçeyî" pêk tên, wî ji Diyaruna re got.

Nûçeyên derbarê derzeke mumkin di bendavê de gelekî hatine mezinkirin, wî got, nîşan bi makîneya medyayî ya DAIŞ da weke çavkaniya dengoyan.

Girûp hewl dide ku tirsa giştî ya têkildarê selametiya bendavê îstixlal bike ji bo rawestandina pêşketina QSD ber bi Tebqa û Reqa ve, wî got.

"Tîmên kar karîn ku bi temamî metirsiya li ser bendavê bi temamî nehêlin bi rêya vegerandina wê ser kar," Nesredîn got, anî ziman jî ku du kenalên valakirina avê niha kar dikin.

Endazyaran karîn kenalekê ji kenalan vekin, ku bi temamî hatibû girtin, û herwiha karê çêkirinê li ya din pêk bînin, ku nîvgirtî bû, wî got.

Ev yek hat pêkanîn bi rêya çêkirina xalên kontrolê yên demkî, piştî ku ziyan giha panelên kontrolê yên sereke bi bombebarankirina bendavê ji aliyê topxaneya DAIŞ ve, wî zelal kir.

"QSD hemû aliyên hevahengiyê ligel tîmên çêkirinê aktîv kirin, ku girûpek ji zilamên Heyva Sor a Sûrî bi wan re bûn," wî got, anî ziman ku teknîsyen hertim li wî cihî ne daku çavdêriya bendavê bikin û her karekî çêkirinê yê pêwîst pêk bînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500