Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî haziriya pêngava rojavayê Enbarê dikin

Xalid Ta'î

Şervanên êlan ên Lîwaya Firata Jorîn di sêşineke rahênanê de hazir dibin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Firata Jorîn hatiye wergirtin]

Şervanên êlan ên Lîwaya Firata Jorîn di sêşineke rahênanê de hazir dibin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwaya Firata Jorîn hatiye wergirtin]

Pêncsed şerkerên êlan ên Lîwaya Firata Jorîn haziriya derxistina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji dawîn asêgeha wê li devera herî rojavayî ji parêzgea Enbarê dikin.

Sala bihûrî, endamên hêzên êlan korseke rahênanê ya bingehîn li serbazgeha Eyn Esed li navçeya Bexdadî qedandin.

Piştî qedandina korsê bi awayekî serkeftî, ew ji aliyê rahênerên hevpeymaniya navdewletî ve hatin hînkirin, û çek û otombîlên serbazî ji wan re hatin dayîn weke hazirî ji şerê bê re.

Fermandarê lîwayê Eqîd Mûsa Kerbûlî ji Diyaruna re eşkere kir ku şervanên wî amade ne.

"Şervanên me pir baş hatine amadekirin daku milbimilê birayên xwe yên leşkerên artêşê û polîsan şer bikin û deverên xwe li Firata Jorîn vegerînin," wî got.

Lîwaya Firata Jorîn, herî kêm şervanan ji 20 êlên li rojavayê Enbarê lixwe digre, Kerbûlî got, û da zanîn ku ew "bi coş in ku şerê DAIŞ bikin û wê têk bibin".

Ew li ser asta bedenî amade ne, wî got jî, û wan perwerde li ser çawaniya bikaranîna çekan, û segvaniyê û şerê bajaran dîtiye.

"Em hertimî dixwazin ku karînên wan pêş bixin," wî got.

Lîwa çaverêya fermanan ji serkirdatiya bilind a serbazî dike, wî got, "û ji niha heta ku demjimêra sifir were, em dê amadekarî û rahênana xwe bidomînin".

Jihevxistina berevaniyên DAIŞ

Anah, Rawa û Qaim sê bajarên serekî yên dawîn li Enbarê ne ku hîna di bin kontrola DAIŞ de mane.

"Karîna dijmin a berevanîkirina li van asêgehan nemaye," Kerbûlî got. "Gurzên asmanî yên dijwar ên hevpeymaniya navdewletî xetên wan yên îmdadê û piştgiriyê wêran kirin û tevgera wan felc kirin."

Deverên li ser sînorê bi Sûriyê re êdî nema penageheke ewle ji DAIŞ re ne, wî got.

"Artêş û şervanên êlan wan li biyabana Enbarê dorpêç dikin, û li aliyê Sûriyê, Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) pêşveçûnan li Dêra Zorê pêk tînin," wî got jî.

Roja Yekşemê (9ê Nîsanê), hêzên êlan ên li seranserî sînor belavbûyî ne rê li ber êrîşeke bi du otombîlên bombebarkirî girtin, bi piştgiriya asmanî ji aliyê hevpeymaniyê ve.

Êrîşa DAIŞ a li ser dergehê sînorî yê Welîd di biyabanê re ji aliyê Iraqî yê sînor ve kêliyekî piştî nîvê şevê hat pak anîn, li gorî AFP.

Efserekî serbazî yê Iraqî û berpirsekî xwecihî ji Enbarê gotin ku şervanên êlan du otombîl bêbandor kirin beriya ku ew bigihin cihê mebest.

Ligel jihevxistina berevaniyên wan, çekdarên DAIŞ rastî westiyaneke ku her diçe mezin dibe di fînansên xwe de tên , û ev yek dihêle ku ew karîna xwe ya pêkanîna operasyonan jidest bidin.

DAIŞ piraniya jêderên ku wê bi peran zêdekirin jidest dane, bi taybetî neft û parçên şûnewarî.

"Bazirganiya tiştên diziyê nemaye," Kerbûlî got. "Wan hemû samanên dewletê û malên welatiyan talan kirin , û heta derî û pencerên dibistanan ji ber wan kirin û firoştin."

Bilindbûyîna guvaşa serbazî

Amadekariyên bo rizgarkirina bajarên Anah, Rawa û Qaim lidar in, Şêx Qeterî Kehlan Obêdî, ku şêwirmendekî parzgarê Enbarê ye, got.

"Serfermandarê hêzên çekdar [Heyder Ebadî] ferman daye du firqeyên serbazî -- Firqeya 3ê ya Polîsê Fedral û Firqeya 9ê ya Zirxî -- ku di şerê rizgarkirina wan bajaran de cih bigrin her dema ku wan firqeyan erkên xwe di operasyonên vegerandina Mûsilê de qedandin," wî ji Diyaruna re got.

Roja 4ê Nîsanê, Firqeya 7ê ya Polîsan, bi piştgiriya êlan, operasyoneke serbazî dan destpêkirin daku DAIŞ ji gundên Mudhim û Um Wez li başûrê rojavayê Anah derbixin, Obêdî got.

Operasyon armanc dike ku xeternakiya çekdarên DAIŞ piştî rizgarkirina gund û bajaran nehêle, bi taybetî li Rutba û Hedîsa.

Hevpeymaniya navdewletî jî rojane êrîşên asmanî dibe ser veşargehên DAIŞ û depoyên çekan li deverên Firata Jorîn, wî got.

Bombekirina dijwar "hişt ku DAIŞ tevlîhev bibe û karîna xwe ya bitevgerkirina hejmarên mezin ên hêzan û pêkanîna êrîşên bi dîqet, ku carê pêk tanîn, jidest bide", Obêdî got.

Li şûna wê yekê, girûpê berê xwe daye tektîkên "lêdan û revê" , qayimeqamê Rutba Îmad Meşaal Dulêmî ji Diyaruna re got.

"Êrîşên asmanî hiştin ku êdî ew nema cihê sabit saz bikin û neçar man ku bi karwanên biçûk ên ku ne ji zêdeyî neh heta bi 10 otombîlan pêk tên bilivin di biyabaya berfireh a Rutba re, ber bi Qaim li bakur," wî got.

Dulêmî tekezî li ser pêwistiya baştirkirina sîstemên çavdêrkirina biyabanê kir.

"Biyabana Enbarê sêyeka xaka Iraqê pêk tîne, û vegerandina wê bi rêbazên teqlîdî pir zehmet e," wî got. "Divê em dron û helîkopteran bi awayekî serekî bikar bînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500