Nûçeyên Iraqê
Aborî

Karmendên parêzgeha Nînewa dîsan mûçeyan werdigrin

Ala Husên li Bexdayê

Karmendên şaredariyê di dorê de ne li Mûsilê ji bo wergirtina pereyên mûçeyên xwe, yên ku hatin vegerandin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Rêveberiya Şaredariyên Nînewa hatiye wergirtin]

Karmendên şaredariyê di dorê de ne li Mûsilê ji bo wergirtina pereyên mûçeyên xwe, yên ku hatin vegerandin piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji Rêveberiya Şaredariyên Nînewa hatiye wergirtin]

Stafê şaredarî li parêzgeha Nînewa di dorê de ne ji bo wergirtina pereyên mayî ji mûçeyên xwe, yên ku ji 21 mehan de ji dema ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) deverên wan kontro kir wernegirtine.

Ev gav weke hawarçûneke mezin e, karmendên hikûmeta xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Karmendê şaredariyê Seyîd Efrî ku pereyên wî, ku bêtirî 15 milyon dînarên Iraqî ($12,000) in, dê werin xerckirin li ser avakirina mala wî li rojhilatê Mûsilê, ku beşek jê di şer de hat wêrankirin.

Karmendekî din, Merwan Ebdula, got ku piraniya mûçeyê wî dê biçe ji deynan re, û ji bo kirîna tiştên pêwîst ji jin û zarokên xwe re.

"Ew rastî bêparbûneke mezin di bin hukmê DAIŞ de hatin," wî ji Diyaruna re got.

Rêveberê şaredariyên Nînewa Ebdulqadir Ehmed ji Diyaruna re got ku rêveberiya wî mûçeyên 21 mehan di yek qistî de li ser 518 karmendên ku vegeriyane ser kar li rêveberiyên şaredarî yên parêzgehê piştî ku DAIŞ hat derxistin belav kir.

"Ev mûçe mafê wan ê normal e û ne diyarî ye ji tu kesî," wî got.

Mûçe hatin belavkirin bi alîkariya Wezareta Avakirin, Bicihkirin û Şaredariyan, a ku pere bê paşxistin dan, wî got.

"Rêveberiya şaredarî dê mûçeyên her kesê ku ji niha û pêde vegere ser kar bide, li gorî pêbendbûna wî bi dewama fermî û piştî piştrastbûn ji rewşa wî ya ewlehî," Ehmed got.

Ruxseta ewlekarî pêwîst e

Rêveberê perwerdeya Nînewa Mihemed Tehan ji Diyaruna re got ku ruxsetên ewlekarî mercên sereke ne ji bo dayîna mûçeyên misteheq her dema ku karmend vegere ser kar.

"Li parêzgeha Nînewa bêtirî 17,000 perwerdekar, mamoste û karmend hene ku vegeriyane ser kar, û tenê 6,500 ji wan mûçeyên xwe wergirtine," wî got.

Kesên din li benda wergirtina ruxsetên ewlekarî ne, wî got jî.

"Li cem Wezareta Darayî ti pirsgirêk tîne di dayîna hemû mûçeyên mayî yên karmendan di yek carê de, lê paşketin di dayîna ruxsetên ewlekarî de ew e ya ku heta niha belavkirin asteng kiriye," Tehan got.

Belavkirina mûçeyan dê alîkariyê di aktîvkirina sektorê perwerdeya parêzgehê de bike û dê mamosteyan han bide ku amade bin her dema ku Rêveberiya Perwerdeyê bi hewceyî hewlên hemû karmendên xwe be, wî got.

"Sûda belavkirina mûçeyan dê ne tenê pêşxistina sektorê perwerdeyê be, lê dê bi awayekî erênî bandorê li rewşa aborî û hêza kirînê ya welatiyan li parêzgehê bi giştî bike," Tehan got.

Pereyên ku dikevin di bazarên Nînewa de dê hemû sektorên aborî pêş bixin, ku ev yek jî dê alîkariya parêzgehê bike ku bigihe aramî û ewlehiyê, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500