Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Iraq dê pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê vegerîne

Xalid Taî

Pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê rastî ziyaneke mezin hatiye li ser destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". Hewlên niştîmanî berdewam in daku weke berê were vegerandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Zanîngeha Mûsilê hatiye wergirtin]

Pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê rastî ziyaneke mezin hatiye li ser destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". Hewlên niştîmanî berdewam in daku weke berê were vegerandin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Zanîngeha Mûsilê hatiye wergirtin]

Bi sedên pirtûkan rojane digihin kampusa demkî ya Zanîngeha Mûsil li parêzgeha Kerkûk, ku ji aliyê welatiyan, zanîngehan û rêxistinan ve têne şandin weke beşekê ji hewleke niştîmanî ji bo vejandina pirtûkxaneya navendî ya zanîngehê .

Di destpêka 2015an de, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pirtûkxane şewitand piştî talankirina tiştên tê de.

Ji dema ku kampanyaya vegerandina pirtûkxaneyê di Kanûna Duyem de destpê kir, zanîngehê bi hezarên pirtûkan û belavokên di hemû warên zanînê de wergirtine.

Sendîkaya Dîroknasên Ereb 12,000 pirtûk şandine, li gorî Ehmed Fekkak Ehmed Bedranî, ragirê kolêja zanistên siyasî ya zanîngehê.

Bi dehên din ji enstîtuyên akademîk, sendîka û rêxistinên niştîmanî û navdewletî, ligel hinekên din ji lêkolîner û nivîskaran gihane, wî got.

Zanîngeh xêrderên mumkin ên pirtûkan vedixwîne ji bo pêwendiyê li ser yek ji van e-mailan: [email protected] an jî [email protected].

Li kampusa demkî ya zanîngehê li Kerkûkê, "me komgeh ji pirtûkan re terxan kirine weke çareyeke demkî heta ku em bikaribin vegerin kampusa xwe ya sereke li Mûsilê û pirtûkxaneya wê ya navendî nûava bikin", Ehmed ji Diyaruna re got.

Navenda niştîmanî bo lêkolînê

Pirtûkxaneya, ku di 1967an de hat damezirandin, "navendeke zanistî û lêkolînê ya zengîn e", berê rojane nêzîkî 1,000 xwendekar û lêkolîner li seranserî Iraqê dikişandin.

Beş û şaxên wê yên cudacuda, weke Pirtûkxaneya Aşûrbanîpal, Pirtûkxaneya Ibn Xeldûn û gelek navendên lêkolînên dîrokî û kultûrî yên din, di warên zanistî û kultûrî yên cuda de taybet bûn.

Li gorî Ehmed, di pirtûkxaneyê de 88 milyon weşanên çakpirî di nav de pirtûk, tezeyên akademîk û rojname hebûn.

Beşek ji pirtûk û destnivîsên kêmpeyda re hebû ku tenê ji lêkolînerên bilind re bû, wî got, û beşekî din ji arşîvên dijîtal ên pirtûk û rojnameyan re bû.

"Şewitandina pirtûkxaneyê ji hemû piştevanên wê re dilêş bû," wî got. "me xezîneyeke zanistî ya mezin jidest da. Em bi hêvî ne ku ev monûmenta zanistî û kultûrî bikaribe were vegerandin."

Di nav enstîtuyên ku beşdarî hewlên piştgiriya pirtûkxaneyê de bûne Zanîngeha Besra ya Petrol û Gazê, Navenda Lêkolînên Kendava Erebî li Besra, Kolêja Hunerên Ciwan li Zanîngeha Diyala û Sendîkaya Nivîskarên Necef.

Hejmareke baş ji rewşenbîr û çalakvanan jî bûne xwebexş ji bo destpêkirina kampanyayên li ser medyaya civakî ji bo dayîn û komkirina pirtûkan.

Kampanyaya komkirina pirtûkan

Komîteya kultûrî ya parlementoya Iraqî di 29ê Adarê de ragihand ku wê dest bi kampanyayeke berfireh kiriye ji bo komkirina pirtûkan ji pirtûkxaneyê re.

Parlementera Iraqî Sirwa Ebdilwahid, ku di komîteyê de kar dike, ji Diyaruna re got ku armanca kampanyayê vegerandina pirtûkxaneyê û hemû pirtûkxaneyên Mûsilê li ser rewşa berê, û xelk dikarin bi rêya vê e-mailê pêwendiyê pêre bikin: [email protected]

"Em dê kar bikin ku em bigihin hejmarek ji enstîtu û rêxistinên di nav Iraqê de û li derve, ligel xwebexşan, ji bo alîkariya kampanyayê bikin ji bo komkirina hejmara herî mumkin a pirtûk û destnivîsan," wê got.

Wezareta Komunîkasyonê li ser me pêşkêş kir ku pirtûkan bigihîne pirtûkxaneyan li Mûsilê, wê got, û wezaretên Kultûr, Xwendina Bilind û Veguhestinê jî piştgiriya kampanyayê dikin.

"Dê civîn û hevdîtinên me ligel zanîngehên Ereb jî hebin ji bo piştgiriya Zanîngeha Mûsilê bi pirtûkan, ligel bangkirin li civaka navdewletî ku beşdar be," wê got.

"Divê hemû dest alîkarî bikin di plankirina nûavakirina hemû monûmentên zanist û zanînê li Mûsilê, ji bo jinavbirina îdyolojiyên terorîstan û vegerandina bajar li ser giringiya wî ya berê weke navendek ji xwendinê re," wê got.

Piştgiriya hikûmeta xwecihî

Şêwirmendê parêzgarê Nînewa Dureyd Hîkmet Tobiya got ku hikûmeta xwecihî piştgiriya hewlên vejandina pirtûkxaneya Zanîngeha Mûsilê, û pirtûkxaneyên din ên li bajar dike.

"Divê em alîkariya hev bikin ji bo vegerandina van monûmentên kultûrî," wî ji Diyaruna re got.

"Dizîn û rewştandina DAIŞ ji pirtûkxaneya bajar re yek ji tawanên herî kirêt li dijî mîrata bajarê me ya mirovî û kultûrî ye," wî got.

"Grûp ne tenê ev pirtûkxane û pirtûkxaneyên giştî yên din wêran kirin, lê belê pirtûkxaneyên taybet ên xelkê jî, di nav de ya min jî, ku ev kar tariya wê ya tam, paşxwazî û heznekirina wê ji zanist û kultûrê re nîşan dide," Tobiya got.

Hikûmeta xwecihî dê hevahengiyê ligel hemû aliyên beşdar di kampanyayên dayîna pirtûkan de bike, wî got, û dê herwiha pêwendiyê ligel rêxistin û zanîngehan bike ji bo nûavakirina pirtûkxaneyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500