Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rizgarbûyên ji êrîşa kîmawî ya Sûrî pêşwaziya êrîşa Amerîkî dikin

AFP

Stafê nûjdarî yê Nexweşxaneya Pispor a Gundewarê Şamê lafîteyên şermezarkirina êrîşa bi çekên kîmawî li ser bajarokê Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê bilind kirin, di kombûneke hevsoziyê de ligel goriyan ku li Dûmaya di dest opozîsyonê de li gundewarên Şamê roja 6ê Nîsanê birêve çû. [Semîr Dûmî/AFP]

Stafê nûjdarî yê Nexweşxaneya Pispor a Gundewarê Şamê lafîteyên şermezarkirina êrîşa bi çekên kîmawî li ser bajarokê Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê bilind kirin, di kombûneke hevsoziyê de ligel goriyan ku li Dûmaya di dest opozîsyonê de li gundewarên Şamê roja 6ê Nîsanê birêve çû. [Semîr Dûmî/AFP]

Li bajarokê Sûrî Xan Şêxûn, şêniyan miriyên xwe roja Înê (7ê Nîsanê) vedişartin û pêşwazî li êrîşa asmanî ya Amerîkî kirin, a ku weke bersivdayînekê ji êrîşa bi gazê re hat ku roja Sêşemê herî kêm 86 kes kuştin, 27 ji wan zarok bûn.

Zêdetir ji 160 kesên din di êrîşa kîmawî de birîndar bûn, û nîşanên pûçbûnê, verîşan û kefa li dor dev li wan xuya dikirin.

Dora saet 3:40 şefeqa Înê, hêzên Amerîkî bi 59 rokêtên Tomahawk êrîş kirin serbazgeha Şayrat li parêzgeha Homsê, ku ew avêjgeha êrîşa li ser bajarokê li parêzgeha Idlibê bû.

Ev yekemîn gurza serbazî ya dîrekt a Amerîkî li dijî rejîma Sûrî ye ji destpêka şerê ku berî şeş salan destpê kir.

Rokêt ji USS Porter û USS Ross, ku beşek in ji komgemiya 6ê ya Amerîkî li rojhilatê Deryaya Spî, hatin avêtin.

Êrîşên asmanî radar, balafir, sîstemên berevaniya asmanî û pêkhatên lojistî yên din li bingeha asmanî kirin armanc. Pentagonê got ku ew tedbîr ji bo rêgirtin li ber bikaranîna gaza Sarîn hate standin.

Di daxuyaniyeke ku di televîzyona fermî de belav kir, artêşa Sûrî êrîşa asmanî piştrast kir û got ku ew bû sedema ziyaneke pir mezin.

Karvedana şêniyên Xan Şêxûn

"Bi hêviya Xwedê, ev êrîşên asmanî dê hişyariyeke zelal bin ji Beşar Esed re, daku jê re bibêjin: Beşar, êdî bes e kuştin û zordariya li dijî vê xelkê," şêniyê Xan Şêxûn, Ebû Elî, got.

Roj Înê, taxa ku roja Sêşemê di êrîşê de hate armancgirtin bi temamî vala bû, û kesên sax reviyane beşên bajarok ên di dest opozîsyonê de.

Li bajarok, xirecir û çûnûhatin kêm bû, û xizmên miriyan şînêên wan di holan de dikin û pêşwaziya mêvanan dikin.

Hevdem ligel bêdengiyê û xemgîniyê, şêniyan got ku ew pêşwaziya erîşa asmanî ya Amerîkî dikin.

"Em van êrîşan tenê karvedan nahijmêrin, ew rêyeke ji tolhildana ji bo xwîna şehîdên ku li Xan Şêxûn jiyana xwe jidest dan," Hac Kesar, bazirganekî ku temenê wî derdora 50 salan e, got.

"Ew ne parçekî piçûk e jî ji dadmendiya ku şehîd hêjayî wê ne", Ebû Muhîb ê 37 salî lê zêde kir, ku efserekî cudabûyî ji artêşa Sûrî ye. "Lê belê ew moralên malbatên miriyan bilind dike."

Eger hat piştrastkirin, Xan Şêxûn dê duyem kujertirîn êrîşa kîmawî be di şerê Sûrî de, piştî êrîşa 2013an a ku tê texmînkirin ku bi sedên kesan têde hatin kuştin li Xûteya Rojhilat li nêzî Şamê.

Li bajarokê Dûma yê Xûteya Rojhilatî, şêniyan roja Înê pêşwaziya êrîşa asmanî ya Amerîkî kirin, lê wan daxwaza gurzên serbazî yên berfirehtir kirin.

Piştgiriya navdewletî ji êrîşan re

Di daxuyaniyekê de ku piştî êrîşên roja Înê hat derxistin, serokê NATO Jens Stoltengberg got "rejîma Sûrî berpirsyara temam a vê pêşhateyê ye".

"Çi bikaranîna çekên kîmawî hebe nayê qebûlkirin, nabe bê bersive be, û divê evên berpirsyar bên cezakirin," wî got.

Di daxuyaniyekê de ku li Twitterê hat belavkirin, Serokê YE Donald Tusk got "êrîşên Amerîkî çareyeke hewcebûyî li hemberî êrîşên kîmawî yên berberî nîşan didin. YE dê ligel Amerîka ji bo bidawîkirina hovîtiyê kar bike.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, Serokê Fransî Francois Hollande û Şêwirmenda Almanî Angela Merkel got ku Esed "berpirsyariya temam" ya êrîşa Amerîkayê hildigire.

Brîtanya got ku ew "bi temamî piştgiriya" êrîşan dike, û wan weke "bersiveke lêhatî li hemberî êrîşa kîmawî yê hovî" dihejmêre û dibêje ku ew "rêgir li hember êrîşên zêdetir in".

Tirkiye jî pêşwaziya êrîşan kir weke tiştekî "erênî", û dîsan banga xwe ji bo dûrxistina Esed dubare kir, û bang kir ji bo pêkanîna zoneke dije-firînê li Sûriyê kir daku rê li xwînrêjiyê bigre.

Erebistana Siûdî, Japon, Keneda jî pêşwaziya êrîşên roja Înê kirin.

Komên opozisyonê yê Sûriyê roja Înê pêşwaziya êrîşên Amerîkî kirin.

Di heman demê de, hevalbendên rêjîmê Rûsya û Îran karên Amerîkayê şermezar kirin, û Rûsya daxwaza civîneke bilez a Encumena Ewlekariya NY kir.Encumena Ewlekariya NY biryar da ku civîneke vekirî roja Înê saet 11:30 sibehê lidar bixe ji bo li daxuyaniyeke kurt li ser karê Amerîkayê yê leşkerî guhdarî bike, dîplomatên Amerîkî gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500