Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ zehmetiyê di peydakirina pêbendiyên xwe yên darayî de dibîne

Xalid Taî

Au Musée national de Damas le 1er mars, Maamun Abdul-Karim, directeur du département des antiquités syriennes, montre deux bustes sauvés des mains de « l'État islamique en Irak et au Levant » à Palmyre, parmi d'autres en attente de restauration. Ces bustes sont peut-être les seuls artefacts de ce type à avoir quitté le site sans être volés. L'EIIL a pris Palmyre en mai 2015 et a commencé à piller de façon systématique ses trésors archéologiques. [Louai Beshara/AFP]

Au Musée national de Damas le 1er mars, Maamun Abdul-Karim, directeur du département des antiquités syriennes, montre deux bustes sauvés des mains de « l'État islamique en Irak et au Levant » à Palmyre, parmi d'autres en attente de restauration. Ces bustes sont peut-être les seuls artefacts de ce type à avoir quitté le site sans être volés. L'EIIL a pris Palmyre en mai 2015 et a commencé à piller de façon systématique ses trésors archéologiques. [Louai Beshara/AFP]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) zehmetiyê dibîne di peydakirina pêbendiyên xwe yên darayî de ji bo çekdarên xwe û malbatên çekdarên ku di şer de yan jî di êrîşên xwekujî de hatine kuştin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Li gorî gelek raportan, DAIŞ mûçeyeke mehane ya bingehîn navbera $250 û $300 dolaran de dida çekdarên xwe yên ku bo du salan xizmeta girûpê kirine.

Di dema xurtbûna girûpê de, çekdarên DAIŞ yên bijin 75,000 dînarên Iraqî ($64) yên zêdetir werdigirtin bo her jinekê û 25,000 dînar ($21) bo her zarokekî, şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Girûpê $1,500 didan çekdarên xwe yên ku dixwestin bizewicin daku nextê bûkê bidin, ligel dayîna xerciyên wî çekdarî, wî got.

Wê herwiha navbera $400 û $1,000 dida jinbîyên ku zilamên wan di şer de yan jî bi rêya pêkanîna êrîşên xwekujî hatin kuştin, li gorî hejmara zarokên wan û rewşa çekdarê mirî, wî got jî.

Vê dawiyê, wî got, ev mûçe û padaştên zêde, ku girûpê weke "garantî" behsê dikir daketin bo kêmtirî sêyeka nirxê berê, ji ber kêmbûn di pereyan de.

Vê kêmbûna di peredayînê de heta karîgerî li ser fermandarên yekîneyên şer jî, yan jî "emîr" kir, wî got jî, yên ku mûçeyên wan ên mehane ji navbera $7,000 û $12,000 daketin bo $2,000.

Operasyonên qaçaxiyê rawestiyan

Ji bilî kêmkirina mûçeyan û sûdan, hat ragihandin ku DAIŞ karê ofîsa berpirsyar ji çavdêrîkirina derxistin, qaçaxî û firoştina petrolê û asewaran rawestand, ku dahat bi milyonan jê re tanîn.

Dahatên ji van operasyonên qaçaxiyê dihatin bikaranîn ji bo peydakirina xerciyên çekdarên wê û malbatên wan.

Ebû Rexîf got ku jidestdayîna DAIŞ kontrola li ser piraniya rêyan û torên alîkariyê li ser sînorê ligel Sûriyê jî girûp ji milyonên dolarên ku bi rêya ferzkirina bacan li ser bazirganiyê kom dikirin bêpar kir.

"Ew niha bi awayekî sereke pişta xwe bi komkirina pereyan ji bazirganan, dikanan, xwediyên milkan û taciran girê dide," wî got, anî ser ziman jî ku "Ofîsa Zekatê" ya DAIŞ bi vî erkî radibe.

Rûbirûbûyîna krîzeke darayî ya xenqîner hiştiye ew nema bikaribe erkên xwe yên sereke bicih bike, girûpê bîrokeya "xwe-fînansekirinê" derxist daku xwe ji barên xwe yên darayî vedize, Ebû Rexîf got.

Wate, endamên DAIŞ ên ku halên wan xweş e dest ji beşekî ji mûçeyên xwe berdidin ji hinek endamên din re yê ku hewcedar in, wî zelal kir.

"Girûp ketiye di pirsgirêkên mezin de û xezîneyên wê êdî vala dibin," wî got.

Dahatên DAIŞ kambax dibin

Li gorî berpirsên li Qaim, ku yek ji hinek bajarên Iraqî ye ku hîn di destê DAIŞ de mane, dahatên girûpê kambax dibin, û sûd û padaştên ku çekdar û malbatên wan werdigirtin hatin sekinandin.

Ji ber rastî iflasê hatiye, DAIŞ niha mûçeyekî ku "di baştirîn halan de nagihe $100" dide çekdarên xwe, qayimeqamê Qaimê Ferhan Fitêxan ji Diyaruna re got.

Tedbîrên teqeşûfê jî hatine standin derbarê pereyên ku girûpê didan sîxurên xwe yên veşartî, ku bi navê "çavan" tên naskirin, wî got.

Mûçeyên agahiyên istixbaratî ji çend hezar dolaran daketin dora 15,000 dînarên Iraqî ($13) ji bo agahdarkirina ji endamekî berê yê hêzên ewlekariya Iraqî, Fitêxan got.

Kêmbûna pereyên kaş ên DAIŞ hişt ku ew bircên elektirîkê, kabil û hesinên xetên trênan jê bike û wan bibe Sûriyê daku weke xurde bifroşe, wî got.

Girûpê herwiha berê xwe da dizîn û firoştina madeyên kompaniyên hikûmî "mîna fabrîkeyên fosfat û çementoyê", wî got.

"[DAIŞ] hemû çavkaniyên ku jê re pere tanîn jidest dane: petrol, asewar, bazirganiya bi rêya sînor û milkên dewletê," endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Nînewa Binyan Cerba ji Diyaruna re got.

"Girûp ne zengîn e weke halê wê berî du salan, û nema mûçeyên zêde dide endamên xwe û malbatên endamên xwe," wî got. "Ew bi temamî hatiye dorpêçkirin, û bênderên wê yên darayî roj bi roj kêmtir dibin."

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gotinên rast in! heman stayla Baas e, û tişta ecêb ku ew bîjiyên Baasiyan in.

BERSIV BIDE

Ka Pêxemberê wan û çima alîkariya wan nake, Pirçîbûn ol û baweriyê nas nake, hhhhh hêza reş ya Islamê hat şikandin û bi gunê (Beşae Esed) girt.

BERSIV BIDE