Nûçeyên Iraqê
Medya

Kurtefilm kenê xwe bi şikestinên DAIŞ li Mûsilê dikin

Xalid Taî

Dîmenek ji kurtefilma "rewşa çekdarên DAIŞ li rojavayê Mûsilê", berhemeke Iraqî ye ku kenê xwe bi çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dike û herdu akter Mihemed Qasim û Yûsif Hecac tê de rolan dilîzin.

Dîmenek ji kurtefilma "rewşa çekdarên DAIŞ li rojavayê Mûsilê", berhemeke Iraqî ye ku kenê xwe bi çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dike û herdu akter Mihemed Qasim û Yûsif Hecac tê de rolan dilîzin.

Kurtefilmên ku kenê xwe bi şikestinên zêde yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser destê hêzên Iraqî li Mûsilê dikin li ser medyaya civakî gelekî berbelav bûne û bi milyonên temaşevanên Iraqî û yên Ereb li wan temaşe dikin.

Bi navê "Rewşa çekdarên DAIŞ li rojavayê Mûsilê", ev berhem qala rêveçûna diyalogên pêkenok ên çend-xulekî navbera du endamên DAIŞ de yan jî bêtir dikin.

Akter Mihemed Qasim, ku di çar filman de rol lîstiye, ji Diyaruna re got ku berhemên hunerî yên wisa bi awayekî sereke xizmetê dikin ji bo "bilindkirina morala" serbazên Iraqî û kesên ku xwe xwebexş kirine ji bo şerê li dijî DAIŞ.

"Gerek em hemû hewlan bidin ji bo piştgirîkiriba zilamên ku ji bo me xwe gorî dikin," wî got.

"Rola me weke hunermend li ser me ferz dike ku em di şer de beşdar bin bi rêya bikaranîna tinazîkirina [ji bo henekpêkirinê] bi terorîstan," wî got.

Film li ser şerê derxistina DAIŞ ji Mûsilê ye, ku asêgeha sereke ya girûpê li Iraqê ye.

"Me beşek [yê yekem] di destpêka şerê rizgarkirina Mûsilê de pêşkêş kir," Qasim got.

"Piştî kontrolkirina nîvê bajar û balafirgeha wî, me du beşên din berhem anîn û beşekî din derbarê şerê rizgarkirina beşê mayî ji taxanli pey hat," wî got jî.

Vîdyoyan bi milyonên temaşekirinan li ser Youtube bi dest anîn ligel malperên tora civakî.

"Me [berê] gelek vîdyo çêkirine, lê ev bi taybetî gelekî navdar bûn," wî got, da zanîn jî ku kurtefilma yekem pênc milyon carî li ser înternetê lê hatiye temaşekirin.

"Min gelek nameyên sipasiyê û peyamên erênî ji şervan û sivîlan jî wergirtin, ku vê yekê ez gelekî kêfxweş kirim," Qasim got.

Yûsif Hecac, ku di yek ji wan filman de rola sereke lîst, got ku reakisyona xelkê ji wan re erênî bû.

Hecac rola endamekî DAIŞ lîst ku navê wî Ebû Qundere Roxanî bû, navekî tinaz e ku bi devoka Iraqî tê wateya pêlava cildî.

Nav "şermeke mezin di jiyana rastî de ji min re çêkir", wî ji Diyaruna re got. "Lê belê, ev yek tenê xizmetê ji bo nîşandana asta dengvedana van vîdyoyan li ba beşekî mezin ji xelkê di civakê de dike, ne tenê li ser asta navxweyî lê belê li herêma Erebî jî."

Rûbirûbûna propagandaya DAIŞ

Hecac got ku ev berhem gihane Mûsil û heta DAIŞ jî.

"Di dawiya yek ji beşan de, çekdarekî DAIŞ difire û hevdem bi devokî dubare dike, 'me ne hûrî [li buhiştê] dîtin, ne jî buhişt,'" wî got.

Ev gotin, ku rewşa kambax a ku terorîst jiyan dikin nîşan dide, li ser avahiyan li seranserê Mûsilê hatibû nivîsandin, wî got.

"Peyamnêrekî şer yê kenala Iraqiya li bajar got ku wî yek ji vîdyoyan li ser mobayla terorîstekî mirî dît, ku tê wateya ku ev vîdyo gihane [çekdarên DAIŞ] wan û ew wan temaş dikin," Hecac got.

"Dema ku Mûsil bi temamî were rizgarkirin, em dê vîdyoyeke taybet belav bikin ku li gorî asta bûyerê be," wî got.

Raid Himêdawî, ku derhênana van vîdyoyan dike, ji Diyaruna re got ku wî dixwest komîdî û hîcayê bikar bîne ji bo ronîkirina mijarên herî tên behskirin îroj li Iraqê, di nav de terorîzm û şerê Mûsilê.

"Me hewl da ku kirêtbûna DAIŞ nîşan bidin ku çiqas girûpeke bêzirav û paşxistinxwaz e û ku endamên wê bi tenê berberî û tawankar in ku hewl didin sûdê ji olê werbigrin û wê îstixlal bikin ji bo pêkanîna tawanên xwe," wî got.

"Me ev wêne bi wêya tinaziyê nîşan da ji ber ku asantir e ku henek werin wergirtin hevberî bernameyên nûçeyan û analîzên siyasî," wî got jî.

Armanc herwiha bilindkirina morala serbazên Iraqî bû û rûbirûbûna makîneya propagandaya DAIŞ, Himêdawî got.

"Em di wê baweriyê de ne ku me encama bi dilê xwe bi dest anî," wî got. "Bîroke û nameyên me digihin xelkê ne tenê li welat lê belê li derve jî [...] û em bi vê serkeftinê kêfxweş in."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çi nivîseke bêaqil e, kero!

BERSIV BIDE