Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Nifşek ji zarokên Sûriyê ji ber şer bizdayî ne

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Keçeke Sûrî li derveyî çadira xwe li Merc li Xûta rojhilatî ya Şamê sekinî ye. di raportekê di 6ê Adarê de, Zarokan Biparêzin behsa bandora şer li ser rewşa derûnî ya zarokên Sûrî kir. [Wêne ji çalakvanê medyayî Edhem Şerîf hatiye wergirtin]

Keçeke Sûrî li derveyî çadira xwe li Merc li Xûta rojhilatî ya Şamê sekinî ye. di raportekê di 6ê Adarê de, Zarokan Biparêzin behsa bandora şer li ser rewşa derûnî ya zarokên Sûrî kir. [Wêne ji çalakvanê medyayî Edhem Şerîf hatiye wergirtin]

Zarokên Sûrî rastî krîzeke derûnî ya mezin tên ji encama şerê berdewam, raporteke nû eşkere kir , ku pispor hişyariyê didin ku karîgeriyên derûnî yên şer dibe ku çareserkirina wan negengaz be.

Raporta Zarokan Biparêzin, a bi navê "Birînên Nexuya", ku di 6ê Adarê de hat belavkirin, li gorî lêkolînekê ku hevpeyvînên ligel 450 zarokên Sûrî li heft parêzgehan li xwe digre.

Li gorî raportê, 78% zarokên Sûrî hest bi xembarî û xemgîniyeke mezin dikin hin caran an jî bi berdewamî, û hema bêje hemû mezinan got ku zarok bêtir bihêrs in yan jî ditirsin di demekê de ku hîna şer didome.

"Nîvê zarokên ku hevpeyvîn bi wan re hatin kirin hest bi ewlebûnê nedikirin li dibistanê yan jî di lîstina li derve de," raportê got.

"Guvaşa derûnî ya berdewam li ser zarokan xuya dikir bi rêya bixwedemîstin di text de, bixwedemîstina bêhemd li pêşiya xelkê, astengiyên axaftinê û nekarîna zarokan ku bi hev re biaxivin, û bikaranîna wan ji madeyên hişbir re," raportê got jî.

Herwiha, civak û kesên profesyonel qala bilindbûnekê di rêjeya hewlên xweêşandinê û xwekuştinê di nav zarokên ku temenên wan kêmtirî 12 salan e de dikin.

Derûnasa zarokan Înas Cemal, ku li Zanîngeha Eyn Şem li Misrê waneyan dide, ji Diyaruna re got ku encamên raporê çaverêkirî bûn "ji ber zehmetiya ku zarokên Sûriyê di salên borî de rastî hatin".

Encamên raportê "karesatî ne" ji dema niha û pêşerojê re jî, wê got, anî ser ziman jî ku şokbûnên derûnî ne bilez û ne jî bi asanî baş nabin.

Şop dibe ku nemînin an jî kêmtir bibin eger zarok çareseriyê werbigrin li dûrî atmosfêra şokbûnê, wê got, lê dibe ku hîn reftarê şaş, kişandinek ber bi tundutûjiyê ve, rewşeke strêsê ya berdewam an jî bikaranîna madeyên hişbir bimînin.

Dibe ku ziyan li ser pêşketina hizrî jî hebe, wê got, hevdem dibe ku bandora derûnî ya şokbûna derûnî nexweşiya şeqîqa li pey xwe bîne yan jî bibe encama nexweşiya dil.

Cemal got ku hîn dem maye daku karesat were dûrxistin, weke ku raportê got, bi rêya bidawîanîna dorpêçan, yên berbelav li hemû aliyan ji bo parastina dibistan û nexweşxaneyan ji karên tundutûj û rêdan ji rêxistinên alîkariyê re ku karê xwe bê astengî pêk bînin.

Tirsa zarokan

Çalakvanê medyayî Mihemed Şakir, ku bi eslê xwe ji Heresta ya li herêma Xûta rojhilat li Şamê ye, ji Diyaruna re got ku wî ligel zarokan weke xwebexş kar dikir ligel Tora Huras (Zêrevanên Zarokatiyê).

Armanca sereke ya torê dûrxistina zarokan li herêmê ji atmosfêra ku tê de dijiyan bi rêya tevlîkirina wan di çalakiyên lîstin û perwerdahiyê yên rojane de, wî got.

"Piraniya zarokan destpêkê bersiv nedan, û hinekan bawer dikirin ku gelekî mezin in li ser beşdarbûna di çalakiyên wisa de, xwe weke mezin didîtin û ku li ser tiştên wisa gelekî mezin bûne," wî got.

"Piraniya zarokan bi berdewamî bitirs bûn, û dengê her guleyekê yan jî topbarandinekê, her çiqasî dûr jî bana, bi cidî guhdana wan dişewişand," wî got. " Hinek ji wan heta direviyan daku xwe veşêrin, ji tirsta ji êrîşeke asmanî."

Axaftinên zarokan bi piranî li ser şerê niha û raportên derbarê pêşhateyên dawî bûn, yên ku ji mezinan dibihîstin, Şakir got.

Girûpên çekdar li rojhilatê Xûta "rewşa derûnî ya zarokan istixlal dikirin daku wan çekdar bikin, û dijatiya her hewlekê ji bo başkirina şertûmercên ku zarokan di wan de dijiyan dikirin", wî got.

Van girûpan "bi rastî operasyona tora Huras sekinandin", wî got.

Şokbûna derûnî

Mehmûd Ebdilnûr, karmendekî xanenişîn yê hikûmetê ye ji Seraqib li parêzgeha Idlibê ye, ji Diyaruna re got ku ew bi temamî haydar e ji karîgeriyên derûnî yên şer li ser herdu kurên wî, ku niha 14 û 18 salî ne.

"Rewşa kurê min yê mezin zehmet e, ji ber ku ew haydarî hemû bûyeran e ku ew ji destpêka şerê Sûriyê ve qewimîne," wî got.

Kurê wî yê biçûk di rewşeke baştir de ye, wî got, ji ber ku gelekî biçûk e ku têgihiştinek li dor hemû tişên ku çêdibin li ba wî form bibe.

Ebdilnûr got ku wî û jina xwe planek bicih kirin ku destpê dike bi "danîna nexşeyeke xwendinê ku di çi rewşê de be nayê qutkirin".

Wan zarok tevlî gelek xebatên hizrî yên ji bo zarokan arastekirî kirin, û ligel wan rewşa heyî gotûbêj dikirin "bi awayekî ku dihêle fêmkirin an jî zelalkirin asan be bêyî xistina tirsê di dilên wan de", wî got.

"Zarokên ku demeke [zehmetir] derbas dikin ew in yên ku tu alîkarî ji dêûbavên xwe wernegirtin," wî got, da zanîn jî ku ev zarok li ser keviya karesateke rasteqîn in.

Ebdilnûr hêviya xwe bi wê yekê nîşan da ku şerê Sûriyê dê bilez bidawî were "daku krîza zarokên Sûriyê bidawî were".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500