Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

"Êrîşa gazê" a kujêner li Sûriyê hêrsa cîhanî li pey xwe tîne

AFP û raportên stafa Diyaruna

Zarokên Sûrî li nexweşxaneyeke biçûk li bajarokên Maret Numan çareseriyê werdigrin piştî êrîşeke, ku tê texmînkirin ew bi gaza jehrî ye, li Xan Şeyxûn di 4ê Nîsanê de. [Mihemed Bekûr/AFP]

Zarokên Sûrî li nexweşxaneyeke biçûk li bajarokên Maret Numan çareseriyê werdigrin piştî êrîşeke, ku tê texmînkirin ew bi gaza jehrî ye, li Xan Şeyxûn di 4ê Nîsanê de. [Mihemed Bekûr/AFP]

Êrîşeke, ku tê gumankirin ku kîmawî ye, li ser bajarokekî li parêzgeha Idliba Sûriyê ku roja Sêşemê (4ê Nîsanê) herî kêm 58 sivîl kuştin, di nav de zarok jî, hêrsa cîhanî lipey xwe anî ligel bangên bo vekirina lêkolînekê.

Eger were piştrastkirin, êrîş dê bibe yek ji êrîşên kîmawî yên herî xirab ji dema despêka şerê Sûriyê ve.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) roja Sêşemê got ku wê "agahî ji hemû çavkaniyên berdest kom kirine û wan analîze dike" derbarê êrîşa, ku tê gumankirin ku kîmawî ye.

OPCW "bi cidî nîgeran e derbarê êrîşa bi çekên kîmawî ku ji aliyê medyayê ve vê sibehê li devera Xan Şeyxûn li başûrê Idlibê hat ragihandin", çavdêrgeha kîmawî ya cîhanî di daxuyaniyekê de got.

Zarokên Sûriyê li bendê ne ku li klînîkeke demkî çareseriyê werbigrin piştî êrîşên asmanî yên ragihandî ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarokê Dûma yê di destê opozîsyonê de, li gundewarên rojhilat ji Şamê, di 4ê Nîsanê de. [Ebd Dûmanî/AFP]

Zarokên Sûriyê li bendê ne ku li klînîkeke demkî çareseriyê werbigrin piştî êrîşên asmanî yên ragihandî ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarokê Dûma yê di destê opozîsyonê de, li gundewarên rojhilat ji Şamê, di 4ê Nîsanê de. [Ebd Dûmanî/AFP]

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, êrîşa li ser beşê niştecihbûnê ji Xan Şeyxûn di saetên destpêkê ji roja Sêşemê de pêk hat, dema ku balafireke şer êrîşin pêk anîn û "gazên jehrawî" barandin.

Wê got ku 11 zarok di nav miriyan de bûn, û herî kêm 160 kes birîndar bûn, û ku gelek xelk dimirin heta piştî gihiştina tîmên bijîşkî.

Ji bilî kesên ku hatin kuştin, bi dehên kesan tûşî kêşeyên henaseyê jî piştî bûyerê hatin, ku hinek sîmayên nexweşiyê jî li ser wan diyar bûn weke verîşan, ji hiş çûn û kef bi devên wan diket, Rewangehê got.

Rewangehê nikarîbû xwezaya gazê yan kesê berpirsiyar ji êrîşan destnîşan bike.

Lêdana nexweşxaneyan di êrîşên bêtir de

Nexweşxaneyeke ku tê de bijîşkan qurbaniyên êrîşê çareser dikirin ji aliyê du êrîşên asmanî ve hatin lêdan piştî êrîşa destpêkê, ku avahî li ser serê bijîşkan de anîn xwarê.

Rewangehê got ku balafirên serbazî li nêzîkî nexweşxaneyê dan lê nikarîbû piştrast bike ka gelo kesek birîndar bû an jî hat kuştin.

Navendeke rêxistina rizgarkirinê ya Xûzeyên Spî ya nêzîk jî di êrîşan de hat lêdan.

Piştî êrîşa destpêkê, "yekîneyên ambulansê tevgeriyan her dema ku agahî derbarê qurbaniyan wergirtin", endamê Xûzeyên Spî Wesîm Cuneyd ji Diyaruna re got. "Tîm matmayî bûn ji bihna tûj a gazê."

Cuneyd got ku ew "ligel tîma yekem bû ya ku gihişte cihê bûyerê û dît çawa bi dehên xelkê tûşî xeniqînê û nekarîna henaseyê hatine, ligel sorbûn di çav û rûyan de".

"Piraniya kesên birîndar sivîl bûn, bi taybetî zarok û jin bûn," wî got.

"Ji ber alavên berdest ên sînordar, tedbîrên bilez hatin standin ku di nav de reşandina ava paqij bi sondeyan li ser birîndaran ji bo rakirina her şopeke gazê, ligel jêkirina cilên wan û şiştina wan bi rûtî daku were piştrastkirin ku hemû şopên gazê hatine rakirin," wî got.

Gelek xelkê ku tûşî tengbûna tund a nefesê hatibûn rastî tedbîrên nefesdana destkirî hatin, wî got jî.

Şêniyê Xan Şeyxûn Selah Osman, yê 50 salî, ji Diyaruna re got ku wî " jî weke xelkê din bilez berê xwe da cihê ku ji aliyê êrîşên asmanî ve hat lêdan".

"Dîmen ji her xeyalkirinekê biêştir bû, ku laş li her cihî avêtî bûn û hewa bi qîrên kesên tûşbûyî tije bû," wî got.

"Dibe ku ez qet nikaribim dîmenên ku min dîtîn ji bîrhatina xwe bibim, bi taybetî qîrên zarokan," wî got jî.

Banga ji bo vekirina lêkolînekê

Bajarokê li parêzgeha Idlib beşekî mezin jê di destê hevpeymaniyeke opozîsyonê ye, û armanceke berdewam bû ji êrîşên asmanî yên rejîmê û hevalbendên wê re.

Girûpa opozîsyona Sûriyê ya sereke, Hevpeymaniya Niştîmanî, rejîm bi wê yekê tometbar kir ku ew li pişt êrîşê ye, û bang li Encumena Ewlekariya NY kir ku civîneke awarte lidar bixe û "lêkolîneke yekser" derbarê êrîşê de veke.

Biryar e ku Encumena Ewlekariya NY roja Çarşemê bicive daku êrîşê gotûbêj bike.

Çavkaniyeke ewlekarî ya Sûrî ya bilind îdiayên ku destê rejîmê têde ye red kirin û weke "tometbarkirineke derew" wesif kir, û ji AFP re got ku hêzên opozîsyonê hewl didan ku "di medyayê de tişta ku nikarîn li ser erdê pêk bînin bidest bixin".

Wezîrê Derve yê Fransa Jîn-Mark Ayrawlt êrîş weke "kiryareke kirêt" wesif kir.

Serokê stafê diplomasiya YE Federîka Mogerînî roja Sêşemê got ku rejîma Sûriyê "berpirsyariya sereke" yê êrîşê ye.

"Îroj nûçe kembax in," Mogerînî li Brûkselê got, di çarçoveya konferanseke YE-NY ku armanca wê girîngîdan bi rewşa piştî şer li Sûriyê bû.

"Bi awayekî xuya berpirsiyariya sereke di stûyê rejîmê de ye ji ber ku ew berpirsyar e ji parastina xelkên xwe ne ku êrîşî xelkên xwe bike," wê got jî.

Rûsya hevalbenda rejîmê berpirsyariya ji êrîşê red kir, ku wezîrê berevaniya Rûsya roja Sêşemê got ku wan ti êrîş nêzîkî Xan Şeyxûn pêk neanîne.

Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin roja Sêşemê êrîş şermezar kir û weke êrîşeke "nemirovî" wesif kir ku dibe danûstandinên aştiyê li paytexta Kazaxistanî pêk tên têxe jêr metirsiyê.

Îdiayên berdewam ên çekên jehrawî

Rejîma Sûriyê bi fermî tevlî Peymana Çekên Kîmawî bû û cebilxaneya xwe ya kîmawî di 2013an de radest kir, weke beşekê ji lihevkirinekê ji bo xwedûrxistin ji derbeyeke serbazî.

Lê ji hingî ve bi berdewamî îdiayên bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rejîmê ve hene, ku lêkolîneke bi serperiştiya NY rejîmê herî kêm bi sê êrîşên bi klorînê di 2014 û 2015an de tometbar dike .

Rejîm bikaranîna çekên kîmawî red dike û ji aliyê xwe ve çekdarên opozîsyonê bi bikaranîna çekên qedexe tometbar dike.

Êrîşa Sêşemê bi tenê piştî çend rojan ji wê yekê tê ku hêzên rejîmê hatin tomatbarkirin bi bikaranîna çekên kîmawî di êrîşeke dijber de li parêzgeha Hema ya cîran.

Ku di 1997an de hat damezirandin ji bo jinavbirina çekên kîmawî, OPCW çendîn mîsyon şandine Sûriyê ji 2014an ve ji bo lêkolîn derbarê îdiayên bikaranîna çekên jehrî.

Di raportekê bo Encumena Ewlekariya NY de di Adarê de, rêveberê giştî yê OPCW Ehmet Uzumcû got ku "heşt bûyerên bikaranîna çekên kîmawî hatine tomarkirin ji destpêka 2017an ve û niha tên analîzekirin".

Mîsyonên eşkerekirina rastiyan berî niha bûyerên li rojhilatê bajarê Helebê, gundewarên rojavayê Helebê, Başûrê Humsê û Bakurê Hemayê, gundewarên Şamê û Idlibê lêkolîn dikin, raportê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500